لە ڕووداوێکی مێژوویی و بەدروشمی «بەرەو وێژەیەکی کوردستانیی ڕەسەن و هاوچەرخ لەتاراوگــە»،
بەمەبەستی کۆکردنەوەی تواناکانی ڕووناکبیران و ئەدیبانی کورد لە دەرەوەی وڵات، یەکەمین کۆنگرەی «فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستانی لە دیاسپۆڕا، بەسترا.
ئەم کۆنگرەیە کە بە ناوی شاعیر و نووسەری ناوداری کوردستان، هەژار موکریانی ناونرابوو، جەختی لەسەر ڕۆڵی مێژوویی پێنووسی کوردی لە پاراستنی زمان، ناسنامە و یەکگرتوویی نەتەوەییدا کردەوە.
لە میانەی کۆنگرەکەدا، ڕێزدار شــفا بارزانی وتارێکی گشتگیر و کاریگەری پێشکەش کرد. بەڕێزیان لە وتارەکەیدا ئاوڕی لە مێژووی زیاتر لە سەدەیەکی ڕۆژنامەگەری و ئەدەبیاتی کوردی لە دیاسپۆڕا دایەوە، لە دەستپێکی ڕۆژنامەی (کوردستان) لە قاهیرە لە ساڵی ۱۸۹۸ەوە تا گۆڤاری (هاوار)ی جەلادەت بەدرخان و دەورانی کۆماری کوردستان لە مەهاباد.
هەروەها جەختی لەسەر بەرپرسیاریەتیی نووسەرانی ئەمڕۆ لە بەکارھێنانی تەکنەلۆژیا، ئاوێتەکردنی شێوەزارەکانی زمانی کوردی، و دروستکردنی پردێک لە نێوان نەوە نوێیەکانی دیاسپۆڕا و نیشتماندا کردەوە.
دەقی وتاری ڕێزدار کاک شفا بارزانی:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Birêz Nûnerê Serokayetiya Herêma Kurdistanê,
Birêz Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Nûnerên alî û partiyên siyasî,
Kesayetî, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyêncivakî,
Endamên kongreya yekemîn a Federasyona NivîskarênKurdistanî li Diyasporayê,
Rojbaş û ez spasiya amadebûna we dikim ji bo beşdarbûna di vêbûyera dîrokî de ku armanca wê komkirina karîn û hêza nivîskarû rewşenbîrên Kurdistanî li derveyî welat e, li bin sîwananiştimanî û Kurdistanî.
Xwişk û birayên ezîz,
Bi navkirina vê kongreyê bi navê şair û nivîskarê mezin ê Kurdistanê Hejarê Mukriyanî, wê wateyê dide ku nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanî roleke mezin di qonaxên cuda de ji boparastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî de lîstine. Ew bûnedengê şoreş û berxwedana gelê me li navxwe û derveyî welat; wan karî ruhê neteweyî û berxwedanê di dil û mejiyê her Kurdekî de biçînin û bûn dengê azadiyê li derveyî welat.
Rêzdaran,
Heger em li dîroka nivîsînê û rola nivîskaran binêrin, dê diyarbibe ku dîroka pênûsa Kurdistanî dîrokeke xebateke bêwestan e ji bo parastina hebûn, ziman û nasnameya neteweyî. Zêdetirîsedsalekê ye ku nivîskarên Kurd, bi taybetî li derveyîKurdistanê, erkekî mezin girtine ser milê xwe. Ew ne tenê edîb û şair bûn, belkî dîroknas, rojnamevan, wergêr, mamoste û dengêgelekî bûn ku li navxwe mafê ziman û nasnameyê jê hatibûstandin.
Gelek girîng e ku em xebata wan bi bîr bînin. Destpêka vêqonaxê vedigere 22yê Nîsana sala 1898an, dema ku Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn hejmara rojnameya “Kurdistan” li bajarê Qahîreyê derxist. Hilbijartina derveyî welat ji boweşandina vê rojnameyê neçarî bû; ji ber ku li navxwe azadiyaramanê û weşandina bi Kurdî tune bû. Rojnameya “Kurdistan” ne tenê rojnameyek bû, belkî manîfestoya rewşenbîrî bû kubanga yekîtiya Kurdan û parastina ziman dikir.
Di destpêka sedsala 20an de, çalakiyên rewşenbîrî li Stenbol, Qahîre û paşê li Şam û Beyrûtê pêş ketin. Di vê navberê de rojname û kovarên wek “Kurd”, “Jiyan” û yên din derketin kutekezî li ser ziman, dîrok, edebiyat û mafên neteweyî dikirin. Ev hewldanên destpêkê bûn ji bo dirustkirina gotareke rewşenbîrîya hevbeş di nav Kurdên her çar parçeyan de.
Qonaxeke din a girîng, weşandina kovara “Hawar” ji aliyêCeladet Alî Bedirxan ve di sala 1932an de li Şamê bû. Hawar ne tenê kovareke edebî bû, belkî bingeheke nû bû ji bo zimanêKurdî, ji ber ku cara yekem bi tîpên latînî derket.
Piştî Hawarê, kovarên “Ronahî” û “Nûbihar” li ser heman rêbazêberdewam bûn.
Di sala 1946an de, di dema Komara Kurdistanê ya li Mehabadêde, qonaxeke nû di warê rojnamegeriyê de dest pê kir. Tevî kutemenê wê kurt bû jî, lê îspat kir ku zimanê Kurdî dikare bibezimanê dewletê, perwerdeyê û saziyên fermî.
Li vir da, divê em behsa rola nivîskarên diyasporayê di nîvêduyem ê sedsala 20an de bikin.
Di wê serdemê de ji ber şer, alozî û zilma dagirkeran, bi hezarannivîskar û rewşenbîr neçar man koçberî Ewropayê bibin. Ewropa bû navendeke nû ya rewşenbîriya Kurdistanî. Li welatênEwropayê bi dehan rojname, kovar û weşanxane hatindamezirandin. Van saziyan ne tenê ji bo Kurdan diweşandin, belkî bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Fransî û Swêdî doz û mafêngelê Kurdistanê bi navendên akademîk û siyasî yên navneteweyîdidan naskirin.
Heger siyasetmedarên Kurdistanê bi dîplomasiyê xebat kiribin û pêşmergeyan bi çekan berxwedan kiribe, nivîskar û rewşenbîrênniştimanî jî bi pênûsa xwe, bi pirtûk, gotar û wergerên xwexebat kirine û bûn parêzerên dîrok, xebat û mafên gelê xwe. Dema ku li nav her çar parçeyan sansûr û qedexe li ser dengêazadiyê hebû, pênûsa nivîskarên me yên li derveyî welat peyamaKurdistanê digihand cîhanê.
Xwişk û birayên ezîz,
Îro, dema ku em behsa damezirandina Federasyona Nivîskarandikin, em behsa rêxistineke nû nakin, belkî em behsaberdewamiya wê dîroka ku li Qahîre dest pê kiribû, li Şam û Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşketibû, li Ewropa û welatênrojava berdewambûn dikin. Niha jî dibe hêzeke hevbeş yanivîskarên Kurdistanê. Ji bo wê yekê ku xebata xwe bigihîninqonaxeke nû û xizmeta doza gelê me li her çar parçeyênKurdistanê bikin.
Divê ev federasyon bibe mala hemû nivîskarên Kurdistanê, bêyîcudahiya zarava, bîr û baweriyên siyasî û olî. Divê bibe pira di navbera zaravayên kurdî, di navbera edebiyat û zanistê de, di navbera Kurdistan û diyasporayê de, û di navbera dîrokê û paşerojê de.
Her wekî rojname û kovarên berê yên Kurdistanî li diyasporayê, divê hûn di vê sedsalê de bi hêza pênûs û zanist û rewşenbîriyê, ziman û nasnameya Kurdistanî biparêzin û dengê gelê xwe bi serbilindî bigihînin navendên biryarên cîhanî.
Xwişk û birayên ezîz, Endamên Federasyona NivîskarênKurdistanê,
Di vê serdemê de ku bi hezaran Kurdistanî li derveyî welat dijîn, berpirsiyariya we li diyasporayê giran e. Divê hûn edebiyat û nivîsînê bikin pira di navbera niştiman û diyasporayê de. Divêhûn bandoreke mezin li ser nifşên nû yên Kurdistanî, ewên ku li derveyî welat jidayikbûne û mezin bûne bikin da ku ziman, dîrok û nasnameya xwe nas bikin. Ez bawer im ku hûn dikarin vê rolê bînin cih.
Di heman demê de, pêwîst e federasyon hewl bide piştgiriyeke yasayî û moralî ji nivîskaran re peyda bike û piştgiriya berhemên wan bike, bi hemahengiya li gel Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ez dizanim ku birêz Dr. Aryan Selahedîn, Nûnerê vê wezaretê, li vir amade ye û em dikarin bi hev re çarçoveyeke yasayî ji bo parastina mafên nivîskaran dirust bikin û bibin hevkarê pêşxistina karên wan.
Niha pirtûk û nivîsîn li derveyî welat ne tenê çalakiyeke rewşenbîrî ye, belkî bûye kar û pîşe. Ji ber vê yekê divê ev federasyon teknolojî û pêşketinên serdemê bi kar bîne da ku berhemên nivîskaran her dem parastî bin û bigihînin her derê cîhanê.
Erkekî we yê din ê girîng jî xurtkirina têkiliyên rewşenbîrî di navbera zaravayên Kurdî de ye. Divê cudahiya zaravayan wekî derfeteke dewlemenkirina edebiyata Kurdî bibînin, ne ku sedema veqetîn û dûrbûnê.
Wê yekê baş bizanin yekîtiya rewşenbîrî bingeha avakirina yekîtiya neteweyî ye.
Her wiha, nivîskar nabe tenê çavdêrê bûyeran be, belkî pêwîst e roleke bandor di guhertinên civakî û neteweyî de hebe, bêyî ku xwe bi îdeolojî û partiyan ve girê bide.
Amadebûyên hêja,
Li vir da, beriya ku ez dawî bi axaftina xwe bînim, spasiyeke taybet pêşkêşî hemû wan hevalan dikim ku ji destpêka damezrandina vê federasyonê û heta îro ked dane û di vê kongreyê de beşdar in. Bi taybetî spasiya komîteya amadekar dikim ku bi hewl û keda xwe vê rojê dirust kirin.
Rêz û silav ji bo hemû nivîskarên Kurdistanî yên ku ji ber pênûs û parastina çand û ziman û helwesta Kurdistanî rastî girtîgeh, îşkence, dûrxistin û heta sêdaredan û şehîdbûnê hatine.
Hêvîdar im ev federasyon bibe mala hemû nivîskarên Kurdistanî û bibe dengê yekîtiya edebiyat û rewşenbîriya Kurdî li seranserî cîhanê.
Bijî Kurd, Bijî Kurdistan!
Şifa Barzanî
25ê Tîrmeha 2026

