فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Ez nizanim

Ez nizanim

Mahîn Şêxanî/ Helbstvan

Çima her tim rûknasa dilê min
Diherike..
Li hemberî te tenê
Ji ber ku tu bakurî…?.
…?!!!. ez nizanim
Çima hemû rêyên min
digihêjin hev û ber
bi riyeke ku tenê
digihîje te û digihêjin hev
Çima qederê … te
di rêya min de çandî
..!!!?. ez nizanim
Çima gemiya min tenê
li ber delavên çavê te
radiweste.. Ez nizanim..?!!!.
Çima dil yek reng tenê dibîne
ew ji rengê Çavê te ye..?.