فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Cîhana min e rehnîbûyî

Cîhana min e rehnîbûyî

 

Rêber Hebûn/ Helbestvan/ Elmanya

 

Di çavên te de
Ez erd û ezman dibînim
Dizewicin
Tevderbasdibin
Di hundirê pîvanekê de

Ez te dibînim
Şevekê roj hembêz dike
Heyvekê hema kê bê xwarê
Di fîncanekê de

Xemekê ditirse winda bibe
Û têkeve êgir
Hêsirên bi qasî kendavan dibarîne

Lêvê min bibe
Xwarinekê ji lêvên xwe re
Sorbûnekê ji lêvên te re
Dermanekê ji bo rehetbûna xwe re
ta tu hew bi êşe
Min bibe ji memikên xwe re
Ji wan lutkeyan re
Li wir aramiye
Ez mîna libên pîzotê li xwelîdanekê de vêdikevim
Dema li dîmenên te dinêrim
Û axaftinên me yên dihû ez dixwînim
Pişa min dibe xwarinekê ji balindeyan re
Û rehjenên min dibin meydana çi derdekî
Ey cîhana min e rehnîbûyî