فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Qurbaniyê Adarê

Ez nikarim li wan çavên te binêrim
Gelo hêvî û gaziya te li rêya kê bû
Birînên ji cergên şewitî
Kêferata canê te
di nav lepên gunehkarê
Bê ol û bê wijdan
Gelo hewara dengê Dayika tê
Vedenga wî canê pertî
digha birînên tenî kûr …
Ew êşên nalîna te
Berxwedana hêrzên te
Ma sûcê wan felc nekir …
Ez nikarim li wan çavên te binêrim
Ez rûpelan diguherim
Lê sawêrên wan çavan li dû min digerin
Gelo kî kunehgarê vê felekê bû
Gelo gaziyên tê wê demê li çivaka kurdî bê xwedî bû ..
Yan li partiyên siyasî bû …
Yan li civaka navnetewî bû …
Go bê tê ji nav wê gola xwînê hilgirin
Û navê te bi şermezarî bi nîvîsînin
Çi goman û hêzên te yî bê deng li cîhanê hebû biçûkê dilê dayikê
Dijminê me xuyane
Tucarî ne dost û birane
Gunehkarin xwîn mijin
Ji kevn de nasnama me dikujin
Ey qurbaniyê pirsgirêkên bê çareser
Cindirêsê bi heware vê Newrozê seranser
Weke salên bûrî
Li ser şehîdan digrî
Efrîna mey birîndar
Bê hêvî ma wek her çar
Biçûkê xwe himbêz bîne
Li nav xakê bipêçîne
Li ser kurdan bilorîne
Landeka dil bihejîne
Lê dayikekê bilorîne….