Bi lez û bez Silêman derbasî mala Emê bû, pistepist çêbû deng bilind bû, derî û pencere girtin xuyaye ku kêşeke zor heye ji vê jî civatê dirêjkir wisa du cara jî Silêman û Emê derbasê şikefta binê mala bûn û dîsa herdû bihevre û bi lez vegeriyan xênî dîsa derî û pencere li pey xwe girtin berî ku derî asêbikin Silêman bi dizî serê xwe di derî ve derxist li hawîrdora xwe meyzand ,sehkir ka kesî ew dîtin,hin çavdêriya wan dikin an na ,pêjna kesî nekir,çixara li devê derî nîv vêketî bi lingê xwe vemirand,binax kir, bi paşkî derbasî xînî bû derî bihemd li pey xwe girt ,ew qula şikestî di cama pencerê de,ji kevirê şivên ku avêtibû bizinê bi potûmotan girt ew nîv perda wê jî biser de berda.
Jixwe keleh hemî malbatekin bira ,ap, xal ,biraz û xwarzê ne û çend malê xwînî ne ku berya deh salan xwe li Kelehê girtibûn ,lê dixuyê ku bêtara dike biqewime pir giring û zore loma wisa Silêman û birayê xwe Emê pir şiyar in pir heydar in,leva wan hemî bi diziye nedixwestin kes bi wan guman bibe ta bavê xwe bixwe jî bi vê civatê agehdar nekirin tenê li hêviya ku reş bikeve erdê ta ku karê xwe yê ku ji vê sibê de bê mijûldibin bi cî bikin..
Ji hêlan din ve jî Gewrê, birek jinên koçeran li dor xwe kom kiriye,ku kofiya serê wê,qutikê wê yê reş ,kiras û xiftanê wê yê gulgulî,pêşmalka biser zereve ,şaristaniya devera ku lê runiştî devera koçeran dide xuyanîkirin, Gewrê pîrekek ji koçerê axikî
bû, jinek navser bû çavşîn bû di wî temenê xwe de rihnî ji riwê wê dibariya mîna heyva çardan bû ew çekên koçerî ku wisa xwe li bejnubala wê dixwarin mîna biharê ew dixemilend. Yekser rihetî ,xweşbûn têxiste dilê pêşberî xwe de .
Gewrê ji cavata dora xwe re digot: Ji xwe hûn tev dizanin em Axikî ji Bêtro ne, koçerin em her sal di dirêjbûna dîrokê de pezên xwe tînin şikeftên Berzanekan û hûn dizanin ku em li dû xwarina sewalê xwe tên , wisa jî em tev diçin gundê Kelehê avê ji kaniya Gelî ji bo pezê xwe tînin.
Gewrê berdewam kir:Erê ez zanim ku hûn van tiştan dizanin lê ya giring ezê bo we bêjim ,dive di dilê we de jî hebe lê hûn ji şerma yan ji tirsan newêrin bêjin.
Dema civatê naskir ku gotina Gewrê bêje wisa giring û hestyare bêdengiyek giştî hate holê ,hinan xavikên serê xwe rastkirin hinan jî ew meherkên pêve ku diket ber çavên wan de dane alî hinan jî epriyên xwey şemtî kişandin nîvê serê xwe ,xuişka Gewrê jî destê xwe avête xizêma bîvila xwe ya zêr qilpoka wê şidand,lê hemiyan devê xwe girtin guhê xwe vekirin ,Gewrê berdewam kir: Hûn dizanin li pişt Kelehê dor pêncsed mitrî li ser girê Qulexê Qereqoleke dewletaTirka ji dawiya sala par ve hatiya avakirin,ku çavdêriyê li hawîr dora xwe dike, li Malatovê li deşta xerzan li Batmanê… Ew baregeh ji alyê Çawîş Celal ve yê tirk tê birêvebirin..
Silêman û Emê hemî tiştên xwe tewa kirin, kinge wê derkevin kinge wê bighin wir kî wê lipêşîbe kî wê fermanê bidê hemî zelal kirin, ta bi derziyê ve kirin ..
Jixwe dema gewrê navê qereqolê û çawîş Celal anî serzimên
Jinê dorê hemî veceniqîn, Gewrê li wa derxist ku madê wan bû jehir,dît ku hemî tevlî hev bûn û wan jî naskirin ku tiştê di bin zimanê gewrê de bi wan ve girêdaye lê Gewrê ev li xwe neanî der,got:Gelî jinan ,Celal çawîş serokê qereqolê çav li der e, ji dûr dixwaze bela xwe li pîrekê pêtriwan bixê ewên kû diçin kaniyê ta ku avê ji bo pez û sewalên xwe bînin,ez ti nîqan naxim sukra kesî lê min hûn dane komkirin ku we agehdar bikim ,çênabe hûn teka teka herin avê dive bi kêmayî hûn çare çar bin û tenê di danê bêrîvaniyê de û eger hat û carekî hewqcedarî çêbû ji min re bêjin emê bi hev re herin helbet berî ku reş bikeve erdê,
hêviya min ewe hûn pandê bi van gotina bikin wisa jî we çi dît çi bîne çi bihîst, ji min neveşêrin.
Gudî ser dengê fîşekan veceniqîn,yên ku di xewde jî rabûn,yekser xortên gund bi çekên xwe ve derkrtin ser bênderan ta pasbaniya gund bikin hemî bi hevre yek dest yek dil bûn ,jinan jî bi hewara mêran re rabûn rahiştin qutedarên xwe li devê deriyên xwe sekinîn qêrîna giriyê zarokan jî tevlî dengê fîşekan dibû..Dengê Mistê hat di cîde got ev dengê tivinga Silêman ê mine .
Hemiya berê xwe dane qereqolê ta ku gihiştin, dîtin ku va Silêman û birayê xwe Emê wek du lehengan vedgerin mal Çawîş Celal jî bi hersê neferên xwe ve ku yek ji wan birîndar jî bûbû ,ti berevaniya ber çav nekirin xwe li ber lehiya fîşekan negirtin zû reviyan,ku piştî buyerê bi deh salan jî, dema qîzên gund ji bo dobelanan ew gir vedidan rastî qalbaxê fîşekên vala dihatin.
Silêman ji xwe ew nekuştin ji ber ew qewêtiya Gewrêbû ku bi rastî çawîşê simbêl boq ti destdirêjiya wisa mekrohî ber çav
nekirbû ji hêla din ve jî Silêman nedixwest xwîna wan têxe sugra xwede ji hesebê axiretê ditirsiye ,jixwe pilana wan herifandina qereqolê û qewtandina çawîş û cenderman bû.
Gundiyan herdû leheng liber şewqa çirayê sehkirin tenê fîşekek li ser lingê Emê ve şemitîbû kûr neçûbû xwîna wî paqijkirin ,paçek li ser çirayê şewitandin ew tirafa wê li birînê kirin..Silêman lêbûrîna xwe ji bavê xwe xwest ku ji ber nexweşiyî ew bi vê êrîşê agehdar nekirin ,lê ya rast tirsa wa ji bav bû ku vê êrîşê erê nekê.