فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

KURD IM

Ez bihar im, ez hewar im her li jînê nûje me
Ez li ber ava feratê, hê ji tihna dihilçinim
Wek birûska wê evînê, Sar û germ im pêl didim
Geh difûrim, geh diçim ava wekî rojê, ker im.
Kurê Kurdox im ji bin çengê çiyan ve derketim
Ez bilind im her wekî Cûdî tu caran natewim
Simbila genmê zer im xêr u bẻr im şîn didim
Kaniya ava dirêj im bi zelalî diteqim,
Ez siwarê Hespê sipî bûm, min Cizîr tev lev dida
Mîrê Bota bûm li ser Birca Belek ez raketim
Min hezar ceng kir ne tîj, lê rima min ma bilind
Nêçîrvanê koviyan bûm, li rex pilingan raketim.
Ez li ser qadê giran mam, min hezar bend pûçkirin
Her ji bo azad bimînim , min welat ava kirin
Ez dibûm ardû ji bo mafê mirovan roj bi roj
Her kurê Kurd im ji bo vê canê xwe terxan dikim.