فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Binexişînin

Şeva,

Bi tîpên helbesta ronî bikin

Helbestên ku

Di çava de meyîne

Heyîv û perwîn,

Nêrînên benderwara

Dixwînin

Hinguvê dîdariyê dibarînin

Sema dildariyê li dardikeve

Nîgaş û sawîr diçûrisin.

Spêdeya ku,

Bi girinjîna dipişkuve

Çiya û deşt tîrêja dinoşin

Bahoza dadiqirtînin.

Sirûda şeyîda dijene.

Qelifên çivîkan,

Berive asoya difrin.

Pêriçemokên di bîranînan de

Hêlîn avakirine

Bi tîrêjên Newrozê re

Wenda dibin.

Serxweşiya xunca bikin

Bi meya dîdariyê

Bejina kûlîlka avdin.

Di Elenda cejina de,

Sirûda bixwînin

Fêrimskên bêdengiyê bibarînin.

Sêmfoniya Çema,

Tomarkin.

Şevbuhêrika ragihînin

Li ber tîşk û xetîrên berbangê

Helbestên li ser lêvên matimayî

binexişînin.