فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

YAR Û MIRAD   Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê

 

YAR Û MIRAD

 

Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê

 

ROMAN

Welî Sebrî/ Romannvis/  Holanda

 

 (2)

II

 

 

Ne dem ew dem ne bihar ew bihar bû

 

 

Berî û berîstan, çol û çolîstan bihar, havîn û payîz çû, ma zivistan. Li vê Serhedê, Serheda şewitî ne dem ew dem û ne jî bihar ew bihar bû. Bi gotinên wî kalî, kalê 80 salî li vî warî tu caran bihar nebûye û ew ê nebe jî. Rojek ji rojên havînê nebû te yê bigota, ê de hela tu were li min û kelekela vê havînê; germ e, lê çi germ çi germ!.. Errrik, bavo! Di vê xwêdanê da bûme av!.. Tu yê bibêjî bila li gûçîlên daran pelek bimîne û zer bigire, nebû. Li ser gûlîyên xwe ku pelên daran li ba bibûyan û biweşîyan belkî, ew jî belkî te dikarî bigota demsal, payîz e. Kambax be! Rê û dirb girtî, kevir û dar û berên Xwedê di bin berfê da wenda û jiber pûk û tozikê, tozika vê berfê te nedikarî gavek du gav biavita. Li vê herêmê çîya û banî, kaş û kendal, newal û neqebek nemabû ji berfê ra dîl nekeve. Di rewşa xwe da îro?.. Îro, ne wek pêr û betirpêr bi ba û bagêr, hewa vekirî û ezman çîksayî bû.

Bi kaş û kendalên xwe va Çîyayê Qertewînê, ji dûr va çîlspî dibiriqand û diçirûsî. Ji îhtîşam û zerafeta wî ra gotin nebûn te yê bikira. Çîya bû, lê çi çîya!.. Di zivistanê da her bi ba û bahoz, berf û baran, di biharê da jî ji gul û çîçegên wî te nedikarî gav biavita. Helbet, çîya ne û çîya jî nînin bi kaş û kendal, newal û neqeb, dar û berên xwe va nebin. Meriv ku berê xwe bide Çîyayê Qertewînê û here îcar qala newalek wek Newala Gulan nake!?. Ger ku te nekir nabe. Ê de pirs e û pirs jî ne xerîb e; çima ne bi navekî din, lê Newala Gulan?.. Bila bersiva vê pirsê li alîyekî bimîne, lê tiştê ku dihat zanîn û te dikarî bigota; bi hebûna xwe Newala Gulan, di havînan da mexelê pezê nêr, cîyê kar û berxan, di çêra wê da kavir û hogeçan qelew digirt û dûv digerand. Heke ku ji nezanîyê yek rabibe û bibêje di wê newalê da, di Newala Gulan da şivan û berxivanan tu caran ho nekirîye, bobelatan bi ser xwe da tîne, vir û derewan dike. Rastî ne ew e, lê rastî ev e ku di wê newalê da ji alîyekî va şivan û berxivanan ho kirîye û ji alîyê din va jî ji karan ya karek xwe ya beş û ya jî ji berxan berxek hilî daye guran. Di vir da edalet ew e ku dema te qala şivan û berxivanan kir, nabe tu yê qala gavan û golikvanan nekî. Ger ku te qalê nekir ew edalet, ne edalet e. Ga û gamêş, boxe û boxeçor, çêlek û mange, ker û mozik di garanê da bila werin ba hev, gavanê gund jî bila serê sibê bi zûkî va rabibe, lê xemsarîyê bike û berê wê naxirê nede çol û çîyan û nebe, dibe!?. Na, nebû û serda jî ber bi gundîyan mêze dikir, qure qure diaxifî û digot:

“Çêlekek bi şîr, ji deh mîhên bê şîr çêtir e.” Piştî vê hevokê jî navbeynek dida axaftina xwe, gewrîya xwe paqij dikir, tûka xwe dadiqurtand û carek din dihat ser axaftinê.

Belê, dihat ser axaftinê û wiha digot:

”Ê erê, wey!.. Gavan ku gavan be, tu caran berê naxirê nade asêyên beyhûde, lê dide Newala Gulan û dibe. Newala Gulan, cîyê ga û gamêşan e. Tu aragîyê bike, berê çêlekê nede newalê, lê tu rabe û bibêje, ka şîr!?. Yaxme nîne, yaxme!.. Ez gavan im, gavan! Sibê radibim berê naxirê didim Newala Gulan, êvarê jî didim ber xwe, bêpirs û pirsgirêk tînim û teslîmê we camêr û canikan dikim…” Bila gavanê gund bi xefr û quretîya xwe be, ji bilî şivan û berxivan, gavan û golikvanan roj ku dihat îcar jî nazik û nazenînan berê xwe didan wê newalê, Newala Gulan. Ji alîyekî va berê xwe didan û ji alîyekî va jî dengê xwe bilind dikirin û bi ahengek sivik û xweşik distiran û digotin:

 

Newalo bi dar e

Domê domê domrîgê

Çavê gur li karê

Kar karika mixtar e…

***

Newalo bi av e

Domê domê domrîgê

Çavê gur li berxê

Berx berxika mixtar e…

 

Qîzê, bila tu qîz bî û tu yê ji bo pel û pincarên çolê berê xwe bidî Newala Gulan, herî û nestrî!?. Na, nebû. Li vî welatî, li welatê qedîm êş û azar, belengazî û neçarîya dinyalikê hê ji pêsîra camêr û canikan neketibû. Heke ku meriv zikek têr û yek jî birçî be, berê xwe dide her derê; çîya bi çîya, belan bi belan, newal bi newal digere û di qismetê da jî wekî pel û pincar êdî her çi ku hebûye berhev dike û diavêje tûrik. Ê de tûrikê rengîn e, di çûyînê da ku vala be, di hatinê da jî miheqeq dagirtîye. Xîzanî bû û jî kal û pîran gilî û gazin nedihat kirin. Heke ku zikê merîyan birçî be, çavên merîyan jî timî li rê û diraban e. Kalê 80ê salî ku rastê qîzek ji wan qîzan bihata ma qey nedipirsî!?. Belê, wele dipirsî.

Dipirsî û digot:

”Qîza min, herçiqas hatibe gotin çavên li derîyan xwelî li serîyan be! Eha, way min ji te dîlberê pirsî û çû!.. Sosina min, ka hela bibêje min di wê tûrikê te da qet çi heye?..” Tûrik e û di tûrikê rengîn da ka îcar çi nebû ku te yê bi nav nekira û negota: Kereng, so, ribês, qarî, kifkarik, mendik, heliz, gulik, sêbisk, sîrim, goştberxik, pirpar, gorêz, silmask, tirşo, pûng, tolik, zengilzava, soryaz, karîbelg, cehtirî û wekî din jî hema êdî çi ku hatîbe aqilê te… Bila bihara rengîn bi wan pel û pincarên xwe yên çêşîtdar li alîyekî be, di havînê da li vî warî hewa hênik, ezman çîksayî bû. Dema ku hîv ji çîyan difilitî û di riman da bilind dibû deşt û zozan,

mêrg û zevî, çem û kanî nebûn di wê zerayîyê da, di zerayîya hîvê da xerq nebin.

Şivano şivanê mîyan, dorçîyo dorçîyê şêvê ka hela bibêjin li belanê vî çîyayî û di şevîna pez da hûn jî xerq bûn yan na?.. Bila birê pez li şevînê be û gurrêxek-du gurrêx jî li ber nebin qet dibe?.. Na, ne bê Qero û ne jî bê Bazo dibû. Li vî belanî, li belanên Qertewînê ku meriv şivan be, li gel merîyan kûlav jî heye, bilûr û keban jî.

Şivano, şivanê şevê!..

Qey tu nabînî hîv di rimek du riman da bilind bûye û zerayîyê xwe daye deşt û zozan, newal û neqeb, kaş û kendalan… De ho ke! Ho bike, bîne û pezê xwe bike vê guherê û di pey ra?.. Di pey ra jî dest biavêje dara bilûrê û ji me ra lê xe qeydê mîyan. Lê xe şivano, lê xe û bila ji şevê ra hem bibe deng û hem jî aheng. Ew çi xweşî bû wiha, çi xweşî!.. Ax, dilê min yo yo dilê min yo… Bila ji bilûra wî şivanî terane pêl bi pêl bilind bibe, li deşt û zozanan bigire û belav bibe, ji xwe ra em ê werin û li wê pirsê vegerin, pirsa ku li bersiva xwe digerîya. Çima ew newal bi navê xwe ne Newala Keviran, lê Newala Gulan e!?. Meriv ji bo xatirê xatiran ranabe û hema wiha bîlasebeb nav nade tiştan û lê nake. Bila bi hebûna xwe ew newal bexçê gulan be, tu jî rabe û jê ra bibêje, Newala Keviran!.. Xwedê vê yekê qebûl nake, Xwedê!

Eha, Deşta Mûşê çiqas bi laleyên xwe navdar be, Çîyayê Qertewînê jî ewqas bi newala xwe û di newalê da jî bi gul û çîçegên xwe yên rengîn navdar bû. Dem û dewran e, tê û derbas dibe. Heta roja îro wê newalê, Newala Gulan ji hebûna xwe tu tiştek wenda nekirîye û wek xwe maye. Wek xwe maye û di sîya Qertewînê da ew ê wek xwe jî bimîne. Çîyayê Qertewîn?.. Ev çîya di rewşa xwe da guharbar bû. Roj dihat bi kufîn û roj dihat jî te didît bi mij û morana serê xwe ye. Car jî hebû xemgîn û te digot qey bimbarek di şînê da ye. Di zivistana Serhedê da Çîyayê Qertewînê û hêrs nebe!? Zû hêrs dibû. Agresîf bû. Bêhedûr bû, wek çawa ji hespan hespekî kumêt ji zînê xwe vala bibe û neyê zeftkirin… Vî çîyayî, çîyayê qedirzan bîlasebeb ba û bahoz ranekir û pêra jî newal û neqebên vî warî neda ber xwe û bi berfê tijî nekir. Çawa hêrs nebe, neke kufekuf û neqahire, çawa!?. Di biharê da tu were bi wan gul û çîçegên xwe yên rengîn xwezayê bixemilîne, di havînê da ji berx û beranan ra bibe mexel, bibe war û wargeh, nebêje ev şênî û ev ne şênî, ji tevan ra bibe yar, bibe zozan, bibe seyrangeh û niha jî tu were bimîne wiha vip û vala, xip û xalî… Çîya bila çîya be, lê bila ne hêrs bibe û ne jî tozikê rabike!? Helbet, hêrs dibe. Hêrs dibe, jiber ku ne konek wek Konê

Bavê Lalo lê ye û ne jî ji evdan evdekî Xwedê bi silavek germ berê xwe daye wî û hatîye. Ê erê, wey!.. Madem ku qedr û qîmet, xwezanî, hezkirin e ka îcar ew dilovanî ji çi rojê ra ye, ji çi rojê ra?.. Wefa û wefadarî tiştek ne erzan e ku tu yê bibêjî dev jê berde, tew qet ne bîne bîra xwe û ne jî qalê bike. Her kî ku bi wefa ye ew bav û bira ye. Hêrsa wî ya pêr û betirpêr!?. Ji tirs û xofa wî te nedikarî tu yê bi gavek du gavan ber bi wî va biçî. Dema ku çîya hêrs bûn ne li hêsirên çavan û ne jî li bejn û bala merîyan mêze dikin. Lê bi ferqek; bi kevir û zinar, dar û ber û şikeftên xwe va ji mêr û mêrxasan ra timî sî û sitarî, yar û mirad û ji hemû bizdonek, sîxur, xayîn, pûşt, zeftekçî, bênamûs, qebrax, zilimkar û xwefiroşan ra jî ne derîyê xêrê bûn. Çîyayê Qertewînê, îro ne bi mij û morana serê xwe bû. Ji vê deştê, Deşta Entabê dema ku te çavên xwe lê digirt û mêze dikir te nedigot çîya, lê digot qey kifkarikek ji kifkarikên newala xwe ye, ji dûr va dibiriqe û diçirûse. Ê de însan e û şîrê xav mêtîye. Çi zanim, divê ku ji gotinên gotbêjan bikevin şikê û bibêjin ne rast e. Ê de bila be. Madem ku ne rast e û qebûl nakin, eha!.. Eha, Kelha Zincîrê û bila ji xwe ra berê xwe bidin û jê bipirsin. Kelha Zincîrê, roj dîtîye ji rojan xweştir e. Roj dîtîye bi berf û baran, sir û seqem, ba û bagêr e. Roj dîtîye xwîn dirije ji xwînê sor û sorgeweztir… Kelha Zincîrê, tu caran vir û derewan nizane û nake. Biqasî ku bibîne, dîtîye û jîyaye. Riwayet e û dibêjin Kelha Qertewînê (Kelha Zincirê), navê xwe ji wan zincîrên xwe wergirtîye. Wergirtîye, jiber ku di navbeyna Kelê (Melezgir) û Çîyayê Qertewînê da hatin û çûyîn ne hêsan û bi zehmetî bûye. Êdî paşa ye, xan e, yan jî mîr û mîrek e nayê zanîn, lê biryarê dide û ji hosta û zanayên xwe ra wiha dibêje:

“Hûn jî dizanin ku meriv ne dikare ji Kelê (Melazgir) berê xwe bide Qertewînê û here, ne jî ji wir dikare derbasî vî alîyê bibe. Na, wisa nabe û divê ji vê pirs û pirsgirêkê ra çareserîyek bête dîtin. Pêwistîya me bi rê heye, lêbelê rêya ku ez dixwazim jî bi dar û ber û keviran nabe.

Ji hatin û çûyînê ra rêyek wisa çêbikin ku bila Çîyayê Qertewînê bi Kelê û Kelê jî bi Çîyayê

Qertewînê va girê bide. Eha, wayê min ya xwe got! Gotin ji min û çêkirin jî ji we. Êdî ji xwe ra hûn çawa çêdikin hûn dizanin…” Hosteyên dar û dîwaran, di nav xwe da dibin û tînin, li ser vê babetê dişewirîn û di encamê da biryara çêkirinê didin, çêkirina pirê. Wey, pire!.. Pire, bila mala te pireyê bişewite! Ji zîncîran û pire!?. Ê erê, wey! Çima, na?. Eha, dema ku îcab kirîye meriv dikare ji dar û beran jî, ji kevir û zinaran, ji kindir û zincîran jî pireyan çêbike. Ê de tu bibêje bila mala wan hostayan hezar carî ava, rabûne û çêkirîne jî. Di navbeyna Kelha Qertewînê (Kelha Zincêrê) û bajarê Kelê da bi zincîran, zincîrên qalin (stûr) û dirêj pire çêkirine û ji hatin û çûyînê ra jî êdî tu pirs û pirsgirêk nehîştine. A jiber wê yekê jî bila kes nebêje, lê bila Kelha Zîncêrê bîne ziman û bibêje. Jiber ku şahîdê gelek û gelekî bûyeran e. Kelhek dîrokî ye, Kelha Zîncêrê. Şer dîtîye ji şeran dijwartir, pevçûn dîtîye û qal û qir… Rast e, kevir di cîyê xwe da giran in. Lê kevirên vî çîyayî, Çîyayê Qertewînê ji hemû keviran girantir in. Jiber ku bibingeh in, nivî li hewa be, nivî jî di bin erdê da veşartî ye. Kevir ku kevir in, ew jî dizanin ka îcar çi afat bi ser vî çîyayî da hatîye. Heke ji wan keviran kevirekî kerr û lal were ziman, tu ji Xwedê bawer bike qet tu eş û azarek nahêle neyne ziman û nebêje.

Ew ê çi bibêje?.. Çi nabêje, yekem ji kûr va axin dikişîne, di pey ra jî xal bi xal dest bi axaftinê dike û ji min û te ra ne kêm û ne jî zêde wiha dibêje:

“Çi bibêjim, ezîzno? Ka ez ê ji kû va dest pê bikim, ji we rêzdaran ra çi bibêjim û çi nebêjim!? Ez kevirek ji kevirên vî belanî me. Êşa me keviran êşa vî çîyayî û êşa wî jî êşa me hemûyan e. Derd û kul, êş û azar, xemgînî, şîn û şayî ku hebûye em bi hev ra parva dikin. Li vî belanî erd biheje em jî pêra dihejin. Her çi xirabî li vî çîyayî hatibe kirin, em jî tê da ne û li me jî hatîye kirin. Heke ku di navbeyna merîyan da hezkirin hebûye ka îcar çi ferq dike, ha tu gir û mezin bûyî û ha jî hûr û piçûk… Na, qet ferq nake. Çîyayê bi ezamet timî ji me û me jî qet tu şik nîne ku di vê hebûna xwe da ji wî hez kir. Ez qala vî çîyayî dikim, Çîyayê Qertewînê. Ez qalê dikim, lê!?. Heke min gotibe,‘lê!..’tu wer bizanibe ku tê da hem lêlê, hem lolo û hem jî qirêjî û pûştî heye. Çima?.. Ma ‘çima’ jî pirs e? Çîyayê ku em lê ne bi navê xwe, Qertewîn e. Lê de tu were li min û wan teresan, teresbavê Romîyan!.. Bila Romî ji xwe û axa xwe tu caran xêrê nebînin, jiber ku rabûn û navê Qertewînê guhartin; heyla lê dayê, heyla lê wayê!.. Heyla lê lê dayê hela tu were li min û vê belayê. Qertewîn, navê vî çîyayî û Romîyan nav lê kir û Qertewîn jî bû; ‘Katerîn Dağı.’ Ne zêde, lê hema wiha hindik mabû ku jê ra bibêjin: Katerîna, Katerîna Dağı. Ê yanî!.. Romî ne û lome jê nabe. Mala Romîyan bişewite!.. Cinsîyet ku mê bûye mêyan dikin nêr û nêran jî dikin mê. Çi sosret çi sosret; ‘Katerîn Dağı!..’

Ê de normal e, heyran. Normal e, jiber ku lingê Romîyan li kû derê ketibe li wê derê gîya şîn nebûye û ew ê nebe jî. Ez nabêjim, lê tu bibêje. Çîya bi navên xwe çîya ne. Ji vî navî xirabtir, ji vê êşê jî dijwartir êş heye ku ez ê ji we ra qalê bikim û bibêjim. Çîya bi esalet û giranîya xwe çîya ye. Kevirek ji kevirên vî çîyayî me û ez ê çawa li ber xwe nekevim û çawa xemgîn nebim!?. Ê de madem ku çîya çîya ye, ê de bila jiber vê zilm û zordarîyê ne bikufin û ne jî hêrs bibin… Hey lo lo, hey lo!.. Nebêjin qantir nazê, roj ku hat ew jî dizê. Bi kevir û zinar, dar û ber û şikeftên xwe va me ne carekê, lê me pir û pir caran ji mêr û mêrxasan ra hembêz vekirîye û em ji wan ra bûne sî û starî. Di zagona me da pûştî, qelaşî û bêbextî nîne. Me tu caran xîyanet nekirîye û em nakin jî. Em nizanin xîyanet çi ye û ka tiştek çawa ye!? Em ne qehpe ne ku qehpetîyê bikin! Durûtî ji me dûr e. Jiber ku em ne Romî ne…” Bila bi giranî û esaleta xwe çîyayê birûmet li dewsa xwe be, di pêr û betirpêr da berfa ku barîbû ne li xanîyan pace û ne jî derî û kulekek hiştibû. Jiber xişm û xezeba berfê, ba û bagêrê kesên ku xulekî du xulekan bikaribin ji malên xwe derbikevin, nebûn. Zivistan ku zivistana Serhedê be, ê de teze tu were li min û vê berf û vê tîpî yê. Bi wê xumexuma xwe ne dibêje şev û ne jî roj; dibare, dibare û dibare. Baran e û nayê zanîn. Car heye di pişkan da lê dike û dibare, car jî heye lepelep… Berfa pêr û betirpêr!?. Na, te jê ra nedigot berf e, lê te digot qey xişm û xezeba xwedê ye, lê kirîye û dibare. Heke ku berf û baran bi wê xişm û xezeba xwe be, kalê 80ê salî û nakuf e!?

Hem dikufe, hem jî jê lome û gazinên xwe dike û wiha dibêje:

“Ax, gundo!.. Gundo tu bişewitî. Ê de hela tu were li min û vê xişm û vê xezebê. Na, bavo!.. Ne baran e, lê tu dibêjî qey afatek ji afata Xwedê ye, lê kirîye û dibare. Tu dibêjî qey roj roja mahşerê ye û qîyamet rabûye. Tu yê bibêjî bila hema wiha xulek du xulekan navbeynê bide, nîne. Ê de hela tu were li min û vî gundî!?. Na, bavo! Çi gund û çi hal! Di xuyangê da gund nîne. Tu dibejî qey erd qelişîye û tê da wenda bûye: Wax, wax, wax ne xanî ye, ne gom, ne kadîn û ne jî ji qelaxan qelaxek maye!.. Di vî gundî da lod nebûn!? Lod hebûn ji lodan bilindtir bûn. Ka îcar li kû ne û di kû da çûne!?. Wel, wel, wel barîye, lê çer jî barîye!.. Tu dibejî qey kefenek ji kefenê mirîyan e bi ser vî gundî ra girtîye û pêça ye. Kalo, nemire bihar tê pîrê nemire kivar tê!.. Na, bavo çi bihar û çi hal…” Di wê ba û bahoz, berf û baranê da kal û hêrs nebe û nebêje, dibe?.. Di berdewamîya axaftinên xwe da jî bi awirên çavan li jina xwe mêze dikir, eyar dida dengê xwe û wiha digot:

“Ê de hela tu were li min û vê jinikê? Jinik, jinik! Ji bo Xwedê û Peyxamber ka hela bibêje min gelo ka tu agir û şewat î yan, tu pêt û bîzot î? Wey, bavo! Rabûye ji min feqîrê Xwedê ra dibêje here ji lodê gurzek gîya bîne, bide ga û gamêş, çêlek avis e û bike ber çêlekê. Ê de tu tu be, tu yê were dîn nebe. Na, bavo!.. Na, ne dikarim ji cîyê xwe bilivim û ne jî di vî ba û bagêrê da dikarim berê xwe bidim lodê û herim. Ê de jinik jî jinik e, heyran. Nabêje; wîîî, mêrik mêrik!.. Ma te aqilê xwe bi nan û penîr xwarîye tu di vî ba û bahozê da berê xwe didî lodê û terî!?. Na, nere. Nere, bila ba û bagêr parikî sivik bibe, dûra here… Ger ku bigota, di vê berf û baranê da îcar tu yê çawa herî lodê, çawa gîya bînî û çawa bidî terş û mal?.. Min fam dikir, lê jinik û bibêje. Bigota, mêrik! Lo, de li ber sobê ji xwe ra pal bide, heta ku vê berf û baranê navbeynek daye. Na, bavo! Jinik û bibêje…” Li derva ku ba û bahoz bûya, nedihat wê wateyê ku di hundir da her tişt berkemal e. Camêrê bi hêrs, li ber sobê pal dida erdê û pê ra jî vedigerîya ser axaftina xwe ya berê û digot:

“Wax, wax, wax pezê feqîr di gomê da tî û birçî ma!.. Tîpî ye, rê nade ku ez ê ji xwe ra berê xwe bidim lodê û herim. Ger ku bihîşta diçûm ji lodê min qefşek du qefş gîya danî û di dangî da radixist, lê…” Ê yanî!.. Zivistan zivistana Serhedê bû û te nedikarî ji berfê, ba û bahozê lome û gazinên xwe bikira. Pîrika Xecê ku Pîrika Xecê ye, ê de bila di wê ba û bagêrê da ji bo xortê malê li çokê xwe nexîne û nebêje:

“Ax, berxo!.. Berxo, bila koranî di çavên min da were, koranî! Eha, di vî ba û bahozê da rabûm û min berê te evdalî da wî gundî, gundê 2 rojan ji vir dûr. Eha, bi ser çûyîna te ra 7 roj derbas bûne. 7 rojên xedar ji min ra bûn, 7 sal. Bêhedûr im, berxo. Bila koranî di çavên min da were, koranî! Bûm sebeb û rabûm min te bi rê kir û şand!..” Xwe bi xwe diaxifî, xemgîn dibû û dûra jî di tûrikê wê da êdî çiqas çêr û xeberên nexweş hebûne ji ba û bahoz û ji vê berf û baranê ra dikir û dikir. Çawa neke, zikê birçî û bi berfê têr bibe?..

 

 

 

***

 

 

 

Zêr zane, zor zane, devê tifingê mor zane…

 

Ev bibû çend roj e ku ne dawî li xumexuma baranê û ne jî li vîzevîza ba û bahozê hatibû. Di vê rewşa xwe da îro, ji pêr û betirpêr xweştir bû. Di berbangê da ne zêde, lê hema wiha di pişkan da carekê du caran rêşandibû û di pey ra jî vê baranê, barana zivistanê dewsa xwe dabû zelalîya rojê. Li vê deştê, Deşta Entabê mij û dûman nebû. Heta ku çav bigire û bibînî her der çîlspî dibiriqî û diçirûsî. Eger gotin li ser Çîyayê Qertewînê û di derbarê wî da be, tu dikarî bibêjî ku bi wê zerafet û îhtîşama xwe çîyayê qedirşînas, ne bi hêrs û xezeba pêr û betirpêr bû. Ê de hêrs e… Hêrs jî tiştek siruştî û guharbar e. Helbet, tu dikarî bibêjî car dizane. Car heye însan bi xwe jî bi hêrs û hêrsdarîya xwe ye. Ê de ev jî nayê wê wateyê ku ger tiştek ji însanan ra normal be, ji çîya û banî, deşt û zozanan ra ne normal û tomet e. Ka îcar di vê dinyayê da çi heye ku wek xwe bimîne û neguhere? Na, diguhere. Diguhere, jiber ku îro wek duh nîne û sibê jî ne wek îro ye. Werhasil, hêrs e û hêrs jî wek xwe namîne, pêda pêda dadikeve û ji holê radibe. Di rewşa xwe da çîyayê xoşewîst, ji diltengî û tengavîyê dûr bû. Di encamê da te dikarî bigota ku ne wek rojên bihurî bêhnteng, lêbelê ji rewşa xwe razî û xweşhal bû. Çima xweşhal?.. Xweşhal bû, jiber ku ne bi tena serê xwe bû. Mêrxasên vî welatî berê xwe dabûn wî û hatibûn. Îcar çîya hene ku bi hatina egîd, lewend, mêr û mêrxasan xweşhal nebin!?

Di vê sar û serma, berf û baran, ba û bagêrê da bila Kerem Begê Qolaxasî, ji bo azadîya welatê xwe berê xwe bide Çîyayê Qertewînê û Çîyayê Qertewîn jî, ji hatina wî û hevalê wî xweşhal nebe!?. Ev jî gotin e!? Na, ne tenê Çîyayê Qertewîn û li vî warî kîjan çîya dibe bila bibe ji hatina egîd û mêrxasan tim û timî xweşhal in. Bi dar û ber, kevir û zinarên xwe va Çîyayê Qertewînê bi xwe jî dizanî cîyê ku Kerem Begê Zirkî lê bûye, li wê derê hem bext û bextewarî û hem jî şad û kamranî heye. Na, na! Ne tenê ez û te, lê dinya alem jî dizane ku heke çîyayê qedîm ji hatina Kerem Begê Zirkî razî nebûya, ne ji wî ra hembêz vedikir û ne jî di şikeftên xwe da cî dida wî û hevalê wî. Ê erê, ger ku meriv bi mêr û mêrxasîya xwe be, ji merîyan ra cî jî heye, sî û starî jî. Çîya û ji merîyan ra bêbextîyê bikin?.. Na, tu caran nebûye û ew ê nebe jî.

Heke ku Kerem Beg, ji van çîyayên qedirzan biketa şikê, jixwe ne berê xwe dida wî û ne jî dihat. Wek çawa meriv berê xwe bide mala xwe û were bi wî awayî berê xwe dabû Newala

Gulan, Kelha Zincîrê û hatibû. Niha jî li ber devê şikeftek wî hatibû ser çokan, wekî çawa şêrek li nêçîra xwe bigere bi wî awayî cî girtibû, destên wî li ser dara mawizerê û berê wî jî li hevalê wî bû.

Di şer da bûn. Axa welatê wî hatibû zeftkirin. Xwîn rijîyabû. Namûs hatibû bin pê kirin. Ji vê yekê ra û bêdengî?.. Bêdengî mirin û mirinek wiha jî ne qebûlê Kerem Begê bû. Li vî welatî qedîm êş û azar, hêsirî, neçarî, zeftek, qal û qir hebû. Li vê herêmê, herêma xopan gund nemabûn vala nebin, bajar nemabûn hilneweşin. Jiber zilm û zordarîya hêzên Ûris û Daşnaksütün rev hebû, berxwedan û xweparstin, şer hebû. Hatibûn, lê bi çek û sîlehên giran berê xwe dabûn vî welatî û hatibûn. Qor bi qor hatibûn. Tabûr bi tabûr berê xwe dabûn axa pîroz, bi ser gund û bajaran ra girtibûn, dabûn ber top û tifingan. Jiber kiryarên wan yên gemar û qevçil mirin hebû, mirina zarok û zêçên hûrik… Şev û rojên dayîkên vî welatî bi şîn, zarîn û zivînên wan ne hema wiha bîlasebeb bû.

Li vê herêmê, herêma Serhedê şênî nemabûn li rê û dirban nekevin, berê xwe nedin xerîbîyê û nebin mihacir. Ji alîyekî va xela rabibû û ji alîyekî va jî koçberî û roj rojên oxirmê giran bûn. Roj rojên xîretê bûn, xîreta lawê bavan. Li vî warî, warê mêrxasan te nedikarî qala tirsê, tirsa dilê şervanan bikira. Sengeran egît dîtibû, yek ji yekî çêtir û yek ji yekî çalektir. Li ser vê axê şer û mirin hebû. Ne tenê Kerem Begê Qolaxasî, lê bi wî ra gelek û gelekî lawê bavan berê xwe dabûn qada şer. Li vî çîyayî, li Çîyayê Qertewînê Kerem Beg û hevalê xwe, di kozikên xwe da bi cî bibûn. Pirs e û tê kirin. Di kozikên van mêrxasan da ka qet çi hebû? Çi hebe!?. Sar û sermaya zivistanê, berfa çîya, wêrekî, berxwedan, şer û şervanî hebû.

Qet tu şik nîne ku ya herî girîng jî kurd û kurdperwerî û helwesta azadîyê hebû. Ji alîyê neyarên xwe va hatibûn dorpêçê kirin. Cîyê ku lê bûn ewle û ji metirsîyê dûr bû. Jiber wê yekê jî vê gavê nedixwastin di vir da wê da bilivin, herin û werin. Her bi baldarîya xwe bûn û mêrxasê ku bi Kerem Begê ra jî bi navê xwe Navdar bû, Navdarê Kurd. Di kozikê da her bi coş û kelecan bû, ew. Guhên wî li axaftinên Kerem Begê û çavên wî jî li reşan bû, rêşên serbazan. Ji alîyekî va gule ajot ber xizneyê û nişan girt, ji alîyekî va jî kir miremir, axifî û jiber xwe va got:

 

Bê min neçe zozanan

Berê xwe nede Şuşar û Tekmanê

xemgîn e, Gimgim.

 

Bê min

bêhn neke gul û sosinan,

                       neçirpîne.

 

Axa te pîroz e

xezalên warê te

pezkûvî,

           kewên ribat,

bide alîyekî, bide alîyekî

mêrek te bi sed mêran e.

 

Biharên te wek biharên berê

bi gul,

       bi sosin,

                  bi nergîs,

                               bi beybûn,

sor û şîn

            li benda min be.

 

Li ber Birca Dîyarbekirê min ji te hez kir.

 

Warê min:

 

       K  U  R  D  I  S  T  A  N

                                            ji

                                              te…

 

Kî dizane ka çima wî wer got?.. Çima kir miremir û wisa axifî?.. Kî dizane belkî jî di wê gavê da bi bejn û bala xwe ya zirav zerîya wî, hesreta ber wî dilî jiber çavên wî ra wek xem û xîyalek hatibû û derbas bibû.

Ji vî şerî bêbav ku nebûya bi melêvê va digirt û bêder li ba dikir.

Ji vî şerî xwînî nebûya ji ser bêderê wî, bi selik û sengeran ka dikişand, dibir û di kadinê da bi cî dikir. Heke ku ji vî şerî bêbav nebûya ji mêrga berderî bi xizagan gurzê gîya dikişand, dibir û di paş malan da dida serhev û dikir lod. Heke ku ji vî şerê malxirab nebûya li gundê xwe, li gundê kavil û werane wek kar û bar êdî her çi ku li ber destên wî hebûya dida hev, dûra jî hazirîya dawetê dikir û ji xwe ra dizewicî. Qet tu şik nîne ku ji vî şerî qirêj nebûya Navdar, bi miradê xwe şa dibû û zarokek du zarokên wan dibûn, kî dizane belkî jî 7 zarok… Ger ku axa welatê wî nehatiba zeftkirin bi destê zerîya xwe va digirt, di miradxwazîyê da berê xwe didan zîyaretan, duayên xwe dikirin û di vegerê da jî ji karan ya karek beş û ya jî ji berxan berxikek qerqaş dikirin qurban. Evîn e û evîn bila serê xwe bixwe. Dil e û dil jî rezîl û ruswa ye.

Di nîşangehê da ji van xem û xîyalên xwe yên bêmirad dûr bû, nîşan girt û pêl tetikê kir. Jiber dengê çapilîyê teyrek firîya û jiber zinarê kêlekê jî kevroşkek reben rabû, kevroşkek zikbelek. Ji bilindayîya vê berfê nedikarî rê bigire. Bîstekî sekinî û li dorhêla xwe mêze kir. Li belanên vî çîyayî dengê sîlehan û di bin giranîya laşê wî da jî dengê berfê hebû. Dilê wê bi tirs bû, livîya û jiber çavan dûr bû. Çû, lêbêle bi tirs û giranîya wê laşê xwe va da rê û çû. Li vî çîyayî berf hebû û di nav berfê da tirs. Li vî çîyayî wêrekî hebû û di nav wêrekîyê da jî navê du egîdan, Kerem Beg û Navdarê Kurd.

Bêguman Kerem Beg, ji camêran camêrekî bi ezmûnî bû.

Deng li Navdarê Kurd kir û got:

“Lo, lo lehengooo, lehengê delal!..

Romî dibêjin, dost uyur düşman uyumaz. (Dost radize, lê neyar ranaze). Ne bi gotinên Romîyan, lê ez bi gotinên bav û kalên xwe mezin bûme. Jibîr neke ku neyarê bav û kalan tu caran nabin dostê lawan. Bi zanebûn tevbigere ku tu yê rê nedî xeta û xeletîyan. Ka hela wiha li pişt xwe vegere, baş dêna xwe bide alîyê rastê û di wê kortikê da, hema wiha di paş wê şepeyê da reşek dilive, tê û tere û li ecelê xwe digere.

Leheng!

Ka hela pîçek xwe wiha bide alîyekî. Bide alîyekî ku ez ê bikaribim di pozê bavê bavê wî teresî!..” Navdarê leheng, xwe da alîyê çepê û ji hedefê dûr ket. Di nîşangehê da Kerem Begê Qolaxasî, dest avêt çapilîya bazinzer û jiber Navdarê leheng ra nîşan girt û pêl tetikê kir. Jiber dengê wê modilîyê qijîn bi Kelha Zincîrê ket û bi reşê xwe va laşek ji laşên neyarên vî welatî gêr bû. Li vî çîyayî qedirşînas bilî Kerem Begê Qolaxasî kese ku biaxife û deng vebide, nebû.

Carek din li Navdarê Kurd vegerîya û jê ra wiha got:

“Dema ku ecelê bizinê tê tere nanê şivan dixwe. Ji boyê Xwedê ka hela ji zana û nezanan bila yek destê xwe bide ser wîjdana xwe û ji min evdalê Xwedê ra bibêje. Bibêje, ka hela çi îşê van teresan li vê axê ketîye û berê xwe dane me û hatine? Eha, hat û li belayê xwe gerîya! De here, here ku tu axayî!..” Ji alîyekî va dest avêt rext û gule derxist, ji alîyekî va jî axaftina xwe domand.

Belê, wî axaftina xwe domand û di axaftinê da jî wiha got:

“Tu bavê bavê min bîyo, Navdar! Ne teze, lê di berê da hatîye gotin, berxê mala bavê min bi çar gurçik in û heta mêran nekujin tu caran bi silametî ranabin ji qada meydanê. Min carekê li ser qesemê û sê teleqan sond xwarîye, heta ku ez kok li van bêbavan neynim rabûna min nîne ji qada vê meydanê. Na, rabûna min nîne û ew ê nebe jî. Mêr be û mêr bisekine, çê be û çê bixebite. Şîar, şîara min û te ye, lawiko: Ya serkeftin ya serkeftin!..” Ji cîyê xwe livîya û di pey ra jî xwe da ber zinar.

Xwe da ber zinar, pêra jî axaftina xwe domand û got:

“Ez Kerem im, Kerem!.. Heyfa min nayê bi kuştina mêran, di berê da ji me ra edet e. Lê heyfa min tê wê heyfê ku di wê komkujîyê da, di komkujîya Ermenîyan da tu were sing bide ber wê zilm û afatê û xwedî li wan derbikeve, lê bila ew jî vê yekê nebinin, bi refên Ûrisan ra berê xwe bidin te û li birîna serê te bigerin. Jiber zilm û zordarîya van teresan Serhed vala bû, tê da kesek nema. Zilm û zordarîya van bêbavan bû wek agir û şewata Xwedê, bi dil û cegerê dayîkan ket. Di helwesta azadîyê da me carekê serî danîye vê rê û ji rê û veger!?. Na, nîne û bila Xwedê neke. Bi navê Êzdanê Dilovan min carekê sond xwarîye û heta ez…” Di vir da hevoka xwe temam nekir û di nîvî da hîşt. Di nîvî da hîşt, jiber ku bi reşên xwe va zeftekçî ji berê zêdetir xuya bibûn. Li vî warî, warê mêrxasan şer encax bi hela hela Kerem Begê gurr dibû, hem gurr û hem jî germ… Herdu şervanên kurd zêde ji hev dûr nebûn. Teqrîben di navbeyna wan da 15 – 20 gav ya hebû û ya jî nebû. Bi îşaretên destan berê xwe dan neyarên xwe, nîşan girtin û di pey ra jî dengê çek û sîlehên wan çîya û banî helanî. Te digot qey roj roja mehşerê ye. Modolîya destê Kerem Begê malê romê bû, barûda xwe dirijand û guleyên xwe xweş diavêt.

Bi sê dengan kir gazî û got:

“Navdarooo!..

Ê de hela tu were li min û van bêbavan mêze bike. Tu dibêjî qey axa welatê min ji xwe ra kirine rêya avê, tê da terin û tên.

Lo lehengooo, lehengê delal!

Leşkerê moskof giran e, qor bi qor berê xwe dane me. Çê be, çê bixebite. Bi orta çapilîya xwe va bigire û revê pê xe!..” Ji alîyekî va axaftina xwe domand û ji alîyekî va jî gule ajot ber xizneyê.

Di berdewamîya axaftina xwe da jî wî, wiha got:

“Tu bavê bavê min bîyo, Navdar!..

Eger dijminê te mêşek be ji dîwar, nabe tu yê hesabê wî nekî. Neyar e, neyarê xwe li ber çavên xwe ne mezin bike û ne jî piçûk bibîne… Tenê dikarim bibêjim çavên ku dijminê xwe nas nekin, bila birijin.

Navdarooo, Navdarê Kurd!..

Rovîkî şîyar çêtire ji şêrekî xewar. Çavên xwe vebike û şîyar bimîne…” Li pêy vê axaftinê jî nîşan girt û pêl tetikê kir. Di kozikê da Kerem Begê Qolaxasî bila were ser çokan, nîşanê bigire û lê bila li qapaxa serî nexîne û hilneyîne?.. Na, nebûye û nabe jî.

Dîsa gule ajot ber xizneyê, pêra jî deng veda û got:

“Em ji miletan miletekî mazlum in. Xwedê jî dizane ku çavên me tu car li axa kesî nebûye û ew ê nebe jî. Heke ku ji min bihata?.. Ji min ku bihata min tu caran rê nedida şer û nedibûm sedemek ji sedemên kuştina lawê bavan. Lê de tu yê werî çi bikî ku yên berê xwe dane axa vî welatî û hatine ne dost in û bi hebûna xwe zeftekçî ne. Zeftek karê wan û zordarî jî hunera wan e. Bi çavê neyartîyê berê xwe dane me û hatine. Ji bilî şer û berxwedanê jî wekî din ne tu rê û ne jî çare ye. Xwedê jî dizane ku em ji miletan miletekî dadwer û xêrxwaz in. Em ne zeftekçî ne ku em ê berê xwe bidin axa welatan, gund û bajaran bidin ber top û tifingan, mal û milkê xelkê talan bikin, erz û eyalê wan li ber lingan bibin. Xwedê jî dizane ku em ne zorba ne. Tu jî dizanî ku em ne ew kesen ku zilmê bikin ji wan in. Bi zilm û zoradarîya xwe yên ku berê xwe dane vî welatî û hatine bi hêzên xwe va Ûris û Ermen in. Tiştek xwezayî ye û dema ku yekî berê xwe da te û neheqî li te kir, ji vê yekê ra bêdengî mirin e û jê ra bêdeng namînî. Xwe diparizî û êdî her çi ku îcab kirîye, dikî. Heke ku li derekê neheqî hebûye, li wê derê şer jî heye û berxwedan jî. Di encamê da zêr zane, zor zane, devê tifingê mor zane…” Li ser hev pişkîya û piştra hat ser axaftinê.

Kenîya û got:

Lawiko, lawikê delal!..

Ez jî nizanim ka ez ê li hember kîjan neyarê xwe şer bikim û kîjanî jî nekim. Heke ku neyarê me yek bûya ji min ra ne xem bû. Lê belê ji belayan tu belayek nemaye berê xwe nede me û di ser me da neyê: Xela û cela, sar û serma, dagirkerî, belengazî, koçberî, nexweşî, birindarî, mirin û êdî ji xwe ra lê zêde bike, bibêje û bibêje. Werhasil, derdê me giran û rewşa me jî yeman e. Ez bawerim min serma girtîye û jiber vê yekê jî bûye pişkepişka min. Rewşa min ev e, lê ez nizanim gelo ka tu qet çawa yî?..” Carek din pişkîya û dûra jî çaplîya ku di destên xwe da girtibû, ber bi neyarên vî welatî va girt û bi kar anî.

Piştî vê axaftinê ji Navdarê Kurd ra dest hejand, bang lê kir û got:

“Li vî çîyayî, çîyayê qedirşînas jibîr neke ku her mêrekî me bi sed mêran e. Ger ku te lê xist vê gotinê jibîr neke û bi wî awayî lê bixîne. Dema ku te lê xist bila jiber hela hela te egîdî, zinginî bi Kelha Zincîrê bikeve. Dema ku te lê xist bila jiber dengê te xweşmêrî, qîjîn bi Newala Gulan bikeve û deng vebide. Jiber hêrsa te lewendî bila newal û neqebên vî çîyayî ji cendekan, cendekên van qebraxan reş girêbide, reş… De lê xe bavê mino, lê xe!..” Xulekî du xulekan sekinî û li dorhêla xwe mêze kir. Navdarê Kurd, di sîperê da û bi mawîzera destê xwe bû. Herçiqas meriv di qada şer da be jî car heye ya bi xem û xîyalek xwe ye û ya jî li ser tiştek kûr û kûr difikire. Di wê gavê da şîretên Kerem Begê hatibûn bîra wî.

Kerem Begê Qolaxasî, ji wî ra wiha gotibû:
“Şervano, şervanê delal!..

Jibîr neke ku talûke talûke ye. Firsend e û firsend jî timî bi dest nakevin. Di qada şer da tu caran ecele neke. Ecele neke û li firsendê bigere. Dema ku te bi dest xist jî wek çawa şêrek bi ser nêçîra xwe ra bigire; hema tu jî bi wî awayî rahêle çek, berê xwe bide neyarê xwe û li histûyê wî siwar bibe. Tu caran rê nede, nehêle bila ji nav lepên te bifilite û here. Ji bawerîya xwe xweşmêrî tu caran nekeve şikê. Tu ji neyarên xwe netirse, lê bila ew ji te bitirsin, ew. Li cem me dibêjin, wek şêran bikuje û wek mêran jî veşêre. Ez ji kuştinê ra dibêjim ‘erê’, lê ji veşartinê ra, na. Na, jiber ku veşartin ne karê min e. Di şer da ne tenê kuştin, lê divê edalet û merhamet jî hebe. Ger ku di şer da yekî xwe avêt ber bextê te û teslîmê te bû, nekuje. Êdî tu û bextê xwe…” Li vî çîyayî ji dengê Kerem Begê xweştir deng, nebû. Gotinên wî xas, beşera wî xweş û moralê wî jî di cî da bû. Fena siwarê dawetê berê xwe dabû qada şer.

Di kozikê da pêl tetikê kir, pêra jî axifî û got:

“Lehengo, lehengê delal!..

Mirovên bêwelat mîna çûkên bêper û bask in. Şer e û ev şer jî li taxa me ye. Mixabin, ax jî bi zarîn e û axîn jî… Yên ku berê xwe dane me û hatine bila vê yekê baş û baş bizanin, em kurd in û kurd jî ne xulamê bavê tu kesî ne. Bila carekê bêhna barûdê nekeve pozê egîdan, dema ku ket poz teze tu were li min û vê dîlanê. Dê weledê xwe diavêje, dê!..” Li ser hev kuxîya û wer hat ser axaftinê.

Di axaftina xwe da got:

“Ez Kerem im, Kerem! Min mêr naskir mêr bûn û min egîd jî naskir, egîd. Lê min ji ser Navdarê Kurd ra ne mêr û ne jî egîd naskir. Ew, şêrek ji şêrên oxirmê giran e û tu caran ji mirinê natirse. Ew ji mirinê natirse, lê bila mirin ji wî bitirse.

Tu bavê bavê min bîyo, Navdar!..

Di zagona min û te da bi gotina Mîrê Zirav, mirineke birûmet çêtire ji jîyanek bêrûmet!.. Ji me ra xulamtî mirin e û ew jî ne qebûlê min û te…” Hinek kes hene hema tenê bi virevir, xefr û quretîyên xwe ne û wekî din jî tu havilek wan nîne. Kerem Beg, ne ji wan kesan bû. Erê, bi hela hel û axaftinên xwe bû û ew jî ne hema wiha bîlasebeb… Şer bû. Di şer da giringî bi moral hebû. Li gel wî qewl û qirar çi bûye, gotin û kiryar jî ew bû.

Pêlî tetikê kir û pêra jî ji Navdarê Kurd ra wiha got:

“Heta ku di vî can û cesedê min da xwîna germ û di destên min da jî çapilîya bêdîn û bêîman hebûye, bi rehetî kesek nikare bi ser min da were, derbas bibe û here. Helbet, şer e û di şer da mirin jî heye. Di vê rêyê da, di rêya azadîyê da ji mirinê ra dibêjim ‘erê’, lê ji radestîyê ra jî na, na û na!..

Tu bavê bavê min bîyo, leheng!..

Lê xe, lê xweş û xweş jî lê xe. Lê xe ku bila di diwanên giregiran da rabin û rûnin, lê bila nebêjin Kerem Beg, ne layîqê wî navî ye. Ez Kerem im, berxo. Di zagona min da û radestî? Na, nebûye û nîne…” Jiber xwe va dest avêt dûrbînê û li dorhêla xwe mêze kir. Di wê mêzekirinê da ka îcar çi bibîne baş e!?. Wek çawa di payîza paşîn da qijikên reş bi ser mêrg û zevîyan ra bigirin û werin, eynî bi wî awayî refê neyaran bi ser berfê ra girtibûn, berê xwe dabûn wan û dihatin.

Di kozikê da ber bi Navdarê leheng serê xwe rakir, deng veda û got:

“Lo, lo egîdooo!..

Em du tayê bi tenê ne. Çê be, çê bixebite û bila ji me ra nekin serhevde û nebêjin, sîlehên xwe danîn û teslîmê neyarên xwe bûn. Berxwedan e, berxwedan jî ji me ra hem nav û hem nîşan e. Axir, şer e û şer jî li ber derê me ye. Gotineke ji gotinên bav û kalan e, ga dimire çerm û mêr dimire nav dimîne. Bes, bila ew navê ku li ser me ye, nelewite. Bila li ser dara wê mawizerê destên te û li ser tetikê jî tilîya te egîdî necemide. Tu dua bike û bibêje bila Xwedê me rûreş û şerpeze neke. Ê de bila werin. Hatin ku hebûye dîtin jî heye. Çer hebe me carekê gotîye, mirineke birûmet çêtire ji koletîyê… Bila neyarên me vê yekê jibîr nekin ku heta jana dilê dayîkên me li ser vê axê hebûye ji me ra sekin û ji wan ra jî tu caran rûyê rehetîyê nîne û ew ê nebe jî. Ne carekê, lê me di rêya ax û azadîyê da pir û pir caran bedel daye û em ê bidin jî. Gelo ma ji serxwebûn û azadîyê birûmettir wekî din ka çi heye?.. Çi heye ku em ê xwe pê bixapînin…” Li pey vê axaftinê hem deng li Navdar kir hem jî îşaret da.

Jê ra got:

”Were, lê zû bike û bi baldarî were!..” Pir derbas nebû Navdarê leheng, ji cîyê xwe livîya û hat.

Keremê Qolaxasî, dûrbîna destê xwe da wî û got:

“Eha, tu li vê dûşê va bigire û mêze bike! Mêze bike çawa jî berê xwe dane me û tên. Ê de bila werin…” Navdarê Kurd, bîstekî di dûrbînê da li refê neyaran mêze kir. Ji alîyekî va mêze kir û ji alîyekî va jî xwe bi xwe kenîya û kir miremir. Destê wî li ser dara mawizerê û guhên wî jî li axaftinên Kerem Begê bûn.

Kerem Beg, axifî û got:

“Li ser vê axê, axa welatê min ka kê hespê xwe nebezandîye ku ez ê ji te evadalî ra nebêjim; leşkerên Roma Reş, Ereb, Ecem û hwd. Û niha?.. Niha jî li Serheda şewitî Ûris û Ermen, li Başur Îngilîz û li Rojavayê welat jî Frensî ne. Neyar neyar e, berxo. Bi rengê xwe çi dibe ew dizane, dixwaze bila reş û dixwaze bila spî be… Şer e û di şer da jî dîn û îman, îzan û însaf nîne. Ne min got, ji şer rev nîne û bes, bila mawizera ku di destên min da ye li min serî negerîne.

Lawiko, lawikê delal!..

Sitemkarî ne karê mêran e. Ne karê mêran e, lê de tu yê werî çi bikî ku carekê ji xwe ra kirine kar û bûne sedemek ji sedemê her xirabîyê. Ji niha û şûnda em nizanin, lê şert û şûrtê mêranîyê dizane. Tiştê ku ez ê lê zêde bikim û bibêjim nîne.

Em ê bi hev ra bimînin û bi hev ra jî bibînin…”

 

 

 

 

***

 

Em ê bimînin li ser vî erdî û hûn ê bimirin bi vî derdî

 

Kerem Beg, ji mêrxasan mêrxasekî binavûdeng bû. Ji destê Navdarê leheng dûrbîn girt û tê da li refê neyaran mêze kir.

Ji alîyekî va mêz kir, ji alîyekî va jî xwe bi xwe kir miremir û got:

“Ê de hela tu were li min û van qebraxan mêze bike! Çawa ketine rêzê, çawa jî xwe li ba dikin û tên!?. Tu dibêjî qey berê xwe dane dîlanê, dixwazin ji vir ra derbas bibin û herin. Lê qet haya wan jê nîne ku dîlan jî li vir û meydan jî dîsa li vir e. Ê de werin, lawo! Qor bi qor û tabûr bi tabûr werin. Nêt e û ez jî bi nêta we bênamûsan dizanim. Dema ku ecelê kûçik tê tere belê dîwarê mizgeftê dike. Ê yanî!.. Yê we jî ecelê we hatîye. Heke ku ecelê we nehata ne we berê xwe dida axa vî welatî û ne jî hûn dihatin û li belayê xwe digerîyan. Madem ku wisa ye, ê de fermo. Şer e û ji vî şerî jî êdî ne rev û ne jî veger…” Mirin bêdengî ye. Dengê mirinê hê bi giranî xwe nedabû rûyê kaş û kendal, newal û neqebên vî çîyayî. Ji şerê duh û pêr ra te nedikarî bigota, şer e. Hema wiha carekê du caran nîşan girtibûn û di encamê da jî leşkerek du leşker hatibûn kuştin. Û herwiha kuştina teresek du teresan jî ne elameta şerê gurr bû ku te yê bigota bav weledê xwe nas nake. Ji gotinên vî mêrxasî wisa xuya dikir ku şerê wî û qebraxan teze dest pê dike. Helbet, şer e. Gava ku şer giran bû teze tu dikarî bibêjî roj roja oxirmê giran e û dê weledê milê xwe diavêje. Navdarê leheng, di kozikê da bêdeng û li benda îşaretê bû, îşareta Kerem Beg.

Dît, leheng li cîyê xwe diqilqil e, tere û tê kenîya û got:

“Heyran, ê de tu jî hinekî bi hedûr be, wey! Romî dibêjin, sebrin sonî silamettir. (Dawîya sebrê silametî ye). Jibîr neke ku roj teze roja te ye û dibêjim hêdî bi hêdî. Bi hedûr be, jiber ku her tişt di dema xwe da xweş û bi wate ye…” Dem e, tê û derbas dibe. Hatibûn û di hedefê da, di hedefa herdu xweşmêran da sekinibûn. Navdarê Kurd, îşareta ku dixwast ji Kerem Begê bigire, girt û di pey ra pêlî tetikê kir, zinginî bi çîya û banîyan ket û hey çû deng lê zêde bû. Herduyan bi hev ra neyarên xwe dabûn ber mîratê. Agir û şewata Xwedê bû ji modolîya destê Kerem Begê dibarî. Bi ser neyarên xwe ra girtibûn, lê xweş û xweş jî girtibûn. Tu yê bibêjî bila hema wiha misqalek emanê bidin, nedan.

Dengê Kerem Begê bilind bû û got:

“Tu bavê bavê min bîyo, leheng! De lê xe, lê xe û revê pê xe!..” Xwîn e ku rijîya ax jî dilewite û berf jî. Jiber êrişa van herdu mêrxasan xwîn rijîyabû. Li vî çîyayî bêdengî, bêdengîya berîya mirinê bû û jiber teqîna du tifingan xirab bibû. Jiber êrişek wiha bêwext ka îcar kî tirs û xof nedigirt ku ew jî negirin. Wek cewrikên kûçikan kiribûn kastekast û ji her yek di alîyekî da pekîya bû. Vî çîyayî şêr dîtibû, lê şerek wek vî şerî nedîtibû. Jiber ku neyarên vî welatî bi çek û sîlehên giran berê xwe dabûn wan û ew jî du tayê bi tenê bûn. Lê bila be. Qet tu şik nîne ku Kerem Beg, bi serê xwe kelha mêran bû. Ew, peyayê roja oxirmê giran û li gel wî jî şervanekî cegerpola hebû. Di warê çek û çekdarîyê da yek ji yekî çêtir bû. Kerem Beg, ne tenê di şer da, lê di nav êl û eşîran da jî her bi maqûlî, giranî û xanedanîya xwe dihat nasîn. Hem mêr û mêrxas bû û hem jî ji camêran camêrekî bi esalet. Îro jî wek çawa şêrek bi ser nêçîra xwe ra bigire bi wî awayî berê xwe dabû neyarên vî welatî û Çîyayê Qertewînê ji wan ra kiribû gor û gorîstan.

Li Navdarê leheng vegerîya û got:

“Lo, delalooo!..

Kî çi dibêje bila bibêje, pîvana serkeftinê bilindayîya avê ye. Av ku rabû masî morîyan û kişîya jî morî berê xwe didin masîyan û dixwin…” Navbeynek da axaftina xwe û di nîşangehê da nîşan girt û pêlî tetikê kir.

Piştra rextê xwe vekir, danî kêleka xwe û got:

”Belê, bi têra xwe neyarên me hene û yek ji yekî xirabirt e. Ji dîroka sê miletan zilm û zordarî û ji dîroka me mazluman jî tenê hêsirên çavan, êş û elem, jan û keder barîye û dibare. Ji vê yekê ra çav kor û ziman lal e. Gelek û gelekî nimûne yên balkêş hene meriv dikare di vî warî da bide. Ereban mal û milk, erz û eyalê me ji xwe ra helal dîtine û jiber wê yekê jî êş û azar nemaye nedin me. Yên ku li ber şûr ketine mirî û yen ku nehatine kuştin û tabîye wan bûne jî nekarîne xwe jiber zilm û zorê xilas bikin. Wek çawa îro dilê dayîkên vî welatî bi zarezar be, di wê demê da jî ew hawar û gazî, zarîn û zivîn hebûye. Ne hindik, lê pir û pir jî bedel dane.

Ziman hebûna miletan e, Navdar. Ziman, rûmet e. Kesên ku di wê demê da tabîyê wan bûne ne tenê ji bawerîya xwe, lê di eynî wextê da jî ji zimanê xwe bûne. Wek ceza jî her kê ku nexwastîye bi zimanê wan biaxife, serê zimanê wan avêtine ber meqesê… Ê de tu were hesab bike, çi zilm çi zilm!.. Meriv ku xwedîyê dewlet nebe, her kê ku were tanek li merîyan dixîne û bi wî awayî derbas dibe û diçe. Li ser vê axê, axa pîroz her kê ku hespê xwe bezandîye êş û azar, derd û kul nemaye, nede. Û niha jî ez nabêjim, jixwe her tişt eyan û beyan li ber çavan e…” Roj, hê ji girê Qertewînê neqûlibîbû û neçûbû ava. Lê kiribû, hûrik hûrik berf dibarî. Navdarê leheng, li pişt xwe zivirî û bîstekî ber bi jor mêze kir. Di wê mêzekirinê da ka îcar ew ê çi bibîne rind e!?. Ji jor da jî bi reşên xwe va koma neyaran berê xwe dabûn wan û dihatin.

Li Kerem Begê vegerîya û got:

“Begê min!..

Ne tenê ji jêr va, lê ez dibînim wayê ji jor da jî berê xwe dane me û tên. Helbet, tên û bila werin. Mesele ne hatina wan e, lê ev bûye demekê ye li bindest û di nav wan leşkeran da yekî qirase bala min dikişîne, hem qirase û hem jî yekî bi pirpirk… Bi texmîna min ew, serleşker e. Min carekê du caran ber bî wî va nîşan girt, lê!?. Hema wiha li paş wê şepeyê ku li pêşber me ye. Na, êdî naxwazim wî bikujim. Nakujim, lê dixwazim dîl bigirim. Yên ku ji alîyê jor da bêrê xwe dane vî alîyî û tên jî hê ji vir dûr in, heta wê çaxê jî ji min û wî qebraxî ra Xwedê kerîm e. Ê de bi destûra cenabê te…“ Li benda bersivê nema, hema ji cîyê xwe livîya û çû. Çû, lê wek çawa pilingek bi dizîka va berê xwe bide nêçîra xwe û here bi wî awayî da rê û çû… Dema ku nêzikê neyarê xwe bû jî hema jiber xwe va dest avêt xençerê, kişand û bi dengekî bilind axifî.

Belê, bi dengekî bilind axifî û got:

“Radeeest!!!” Xençera wî ji polayê bû. Te digot qey di destê wî da Zilfiqarê Elî ye, diavêje û dibire. Dema ku çavên fermandar li xençerê ket, hiş ji serî çû, reng avet û ji kûr va zarîya. Navdar, bila Navdar be û di şer da jî bi ser xwe da bobelatan bîne û xwe şerpeze bike? Na.

Ji alîyekî va axifî, ji alîyekî va jî bi pêsîrê va girt, hejand û got:

“Nelive, lawo!!! Nelive û li cîyê xwe bimîne!“ Tifinga wî ji destan girt û axaftina xwe jî domand.

Çi îcab kirîye meriv wê dibêje, got:

„Nelive law, nelive!.. Heke ku tu bilivî tu bi destên xwe mezela xwe dikolî. Qebrax!..“ Bi van gotinên xwe qet tu şik nîne ku wî tirs û xof kiribû dilê dîl. Serleşker û bilive? Na, ne livîya û ne jî axifî. Ew neaxifî, lê lehengê kurd axaftina xwe domand.

Jê ra wiha got:

“Em herdu jî li qada şer in û ji me yek azadîxwaz û yek jî zeftekçî û leşkerê dagirkeran e. Ez ê ji te pirsan nekim. Naxwazim ji te bipirsim û bibêjim ka tu kî û ji kû yî?.. Heke ku ji te bipirsim jî tenê dixwazim bersiva vê pirsê ji te werbigirim, çi îşê te li ser vê axê heye û bi te xêr e, qebrax!?.” Gotin û şîretên Kerem Begê hatibûn bîra wî û jiber wê yekê jî nedixwast zêde di ser dîlgirtî da biçe. Hema tenê pirsek ji wî kiribû. Bersiva ku wî bida, nebû. Ka îcar feqîrê min dikarî çi bigota? ‘Lehengo! Min kir, lê tu neke!..’ Bersivek wisa jî ne qebûlê Navdar bû. Heke ku bersiv nebûye meriv bêdeng dimîne. Ê jixwe ew jî bêdeng bû. Di carekê da xwe di nav lepên şêrê kurd da dîtibû, rahêle şûr çi û dest biavêje çek çi. Na, ne karîbû rahêle çek, ne bilive û ne jî jê birevê. Dema ku dîl hatibû girtin jî ne zêde, lê hema wiha tenê gotineke bi êş ji dev û lêvên wî pekîyabû:‘Axxx!..‘Îcar di rewşek wiha da meriv fermandar be çî, şah û paşa be çi!?. Ne tenê gotin, lêbelê hêvî jî li merîyan diçilmise û wenda dibe. Lehengê kurd, fermandarê pêsîr bi pirpirk dîl girt şûnda herdu destên wî da serhev û bi şalê xwe va zexim girêda.

Berîya ku bide pêşîya xwe û bibe, deng li Kerem Begê kir û got:

“Begooo, begê min!..

Wek gurên devlixwîn çawa dor li merîyan bigirin bi wî awayî nêzikê te bûne û xwe ji wan bêbavan biparize. Di rê da me û ji bona min jî bila qet meraqa te nebe. Min ji cenabê te ra çawa gotibû, wer jî bû…” Kerem Beg, bi dengê Navdar ra ji kêleka zinarê lê bû serê xwe rakir û ber bi jor mêze kir. Belê, refên neyaran nêzikê wî bibûn. Ji rext çend fîşengên din derxist, danî kêleka xwe û li benda lehengê kurd ma. Bi hazirîya xwe bû, lê nişan negirt. Jiber ku Navdar li bin dest û di hedefê da bû, di hedefa neyar da. Ev şer ne şerê êl û eşîran bû. Li hember tabûrek leşkerên bêbav berxwedana du egîdên cegerpola bû.

Di rê da Navdar, serleşkerê dîlgirtî hejand û jê ra wiha got:

“Ji van pirpirên te xuya dike ku tu fermandar î. Deng li hevalên xwe bike û ji wan ra bibêje, bila çekên xwe bi kar neynin, bicehenimin û ji vir dûr bibin. Heke tu neqîrî û bi dengekî bilind ji wan ra nebêjî tu wer bizanibe ku serê te ji ser cendekê te çû, êdî tu û biryara xwe!..” Li benda bersivê nema û îcar jî bi zimanê Osmanîyan axifî.

Bi devokek xilûxwar axavî û wiha got:

“Fermandar!..

Heke sen soninın xirab û kotî olmesıni istemîyorisen hemen eskerlerine sölersin, ateşî durudursinler û bureden de defolip gitsinler… (Ger ku tu naxwazî bila tiştek xirab bi serê te were hema ji leşkerên xwe ra bibêje bila dev jî gulebarandinê berdin û ji vir jî bicehenimin û dûr bibin.)” Serê fermandar li ber wî ketibû û dilê wî?.. Dilê wî bi tirs û xof, qidûm lê şikestî û ji rewşa wî ra te nedikarî bigota, rewş e. Di laşê xwe da hevdaketî, derûnîya wî xirab û ji kesan jî kesekî bêçare û bêhêvî bû. Di rewşek wiha da ka îcar kî dikarî bi dilovanî biaxife. Jê ra xirab lê hatibû. Ji alîyê kurdekî va dîl hatibû girtin.

Piştî vê bûyerê xwe bi xwe axifî û di dilê xwe da wî, wiha got:

“Ê de hela tu were li min û vî pêxwasî, di destên xwe da xençer girtîye!.. Ger ku biavêje histûyê min, histû namîne. Nekuşt, lê!?. Xençera xwe ku biavêta histûyê min niha li ser vê berfê, berfa spî ne zindî, lê bi vî cendekî xwe va li vî çîyayî raxistî dimam û îşev!?. Îşev jî dibûm para guran û ji laşê min yê qirase tu yê bibêjî bila hema wiha pirtikek bimîne, nedima. Nekuşt, lê dîlgirt!?. Çima gelo, ka çima!?. Erê, mexseda wî!.. Mexseda wî yê çi be!!?.” Pirsên wiha bêbersiv ji xwe kiribû. Kiribû, lê jê ra bersiv û hebe? Na, nebû û bi wan pirsên xwe mabû. Çi bû û çi qewimî nayê zanîn, lê fermandarê pêsîr bi pirpirk li mêrxasê kurd vegerîya û bi Zimanê Kurdî axifî. Wek çawa ji sar û sermayê dev û diranên merîyan bike çeqeçeq û meriv nekaribe bi zelalî biaxife, bi wî awayî dest bi axaftinê kir.

Belê, bi tirs axifî û yekem got:

“Keko!?.” Di çûyîna xwe da Navdar, bi lez û bez bû û ji bilabilayê ra dema wî nebû. Fermandarê dîl, xwastibû bala wî bikişîne xwe û jiber wê yekê jî gotibû:”Keko!..” Lêbelê ‘Keko’ jî bêdeng bû. Bêdengî, malmîratî ye. Di rewşa wî da bêdengî, ji mirinê jî xirabtir bû. Kêr ku merîyan bibire tirs û xof jî çîrke bi çîrke merîyan dihêre û dihêre. Bersiv ji ‘Keko’nehatibû û ev jî ji wî ra bibû, dilêşî. Fermandar, tevlihev bû. Nedizanî ka çi bibêje û çawa tevbigere. Yê wî pirs bûn.

Carek din pirsî û got:

“Şervano!..

Firsend di destên te da ye û çima tu ranahêlî xençerê û min nakujî, lê!?.”

Navdarê leheng, bi kurtî bersiva wî da û got:

“Ez nikarim bersiva pirsên te bidim, tu van pirsên xwe ji Kerem Begê bike…” Ax, lê de ev bersiv jî ne bersiva pirsa wî bû.

Fermandar, xwe bi xwe axifî û got:

“Hela hela, Kerem Beg!?. Ew jî kî ye? Ez qala kuştinê dikim û ew jî qala Kerem Beg. Herhalde Kerem Beg, ya mîr e û ya jî serokeşîr?..” Helbet, axaftin in û axaftin jî nînin bala merîyan nekişînin. Fermandar ne kurd bû, lêbelê bi Zimanê Kurdî dizanî û dikarî biaxife. Ne tenê bi Kurdî û bi Zimanê Osmanîyan jî. Ew li benda bersiva pirsa xwe bû, lê…

Fermandarê dîl, dît ji Navdar bersiv nîne û nayê îcar jî bi Tirkî pirsî û got:

“Nîye beni öldürmedin, kardeş!?. (Çima te ez ne kuştim, bira!?.)”

Navdarê Kurd, bersiva wî bi şiklek din da û got:

“Yürü lan, qeşmer! Sori yox! (Ji min pirsan neke û bimeşe, qeşmer!)” Dîlgirtî, di xwêdanê da bibû av.

Lehengê Kurd, bersiva pirsên wî neda, lêbelê axifî û wiha got:

“Şerbazên ku xwe li vî alîyî va girtine û tên hevalbendên te ne û tu jî fermandarek ji fermandarên wan î. Deng li wan bike, bila dev ji gulebarandinê berdin û dawîyê lê bînin. Wek din jî tiştê ku ez ê ji te bixwazim nîne û dengê xwe bibire. Ez ne bersivdarê pirsên te me.

Kerem Beg dizane û encax ew dikare van pirsan bibersivîne. Tu deng li hevalên xwe bike û hew…” Ji alîyekî va got û ji alîyekî va jî tan lê da. Şer bû û di vî şerî da mirin, qîrîn, belengazî, hawar û gazî hebû. Şer bû û di vî şerî da li hember refên neyaran mêrxasîya du şervanan hebû. Kerem Beg, li ber devê şikeftê û li ber zinarekî bilind sekinîbû. Destên wî li ser dara mawizerê û çavên wî jî li rê bû, li rêya Navdarê leheng. Wî bi xwe jî dizanî ku heta ew li ber çavên xwe lehengê kurd nebîne, ne dikare rahêle çek û ne jî dikare bi ser neyarê xwe ra bigire û bide ber mîratê. Çer fikirî be, wer jî bû. Pir derbas nebû Navdarê leheng, bi yekî qirase û pêsîr bi pirpirk ra ji alîyê çepê va xuya kir. Herdu jî ji metirsîyê dûr û li cîyekî ewle bûn. Ji wî ra dem êdî ew dem bû û mêrxasê binavûdeng, rahîşt mawizera bêdîn û bêîman, ber bi leşkerekî nîşan girt û pêlî tetikê kir û dûra?.. Dûra jî Xwedê dizane ka êdî çend caran li ser hev nîşan girt û çend leşker li ber bayê guleyên xwe xist, gêr kir û anî xwarê. Divê meriv carînan navbeynê bide, lêbelê Kerem Beg û navbeynê bide, nebû. Wek çawa di biharê da tavîya baranê lê bike û bireşîne bi wî awayî di ser neyarên xwe da girt, gule li ser guleyan barand. Ji leşkeran yekî gule xwar û piştra jî bi wê derbê ra xij bû û hat, hema wiha nêzikê wî û li ber zinarekî mezin sekinî. Kerem Beg, ji cîyê xwe livîya, ber bi termê wî çû û di pey ra jî dest avêt laşê wî, ber bi xwe va kişand û anî. Li ber termê leşker, li alîyê rastê û di qebzê da şeşagirek hebû. Ji qilif kişand, da tenişta xwe û carek din li neyarê xwe zivirî û da ber guleyan. Di sar û sermayê da destên bê lepik û necemidin? Helbet, dicemidin. Yên wî jî pir û pir cemîdîbûn. Egala serê xwe vekir û pê destên xwe pêça û di wê navbeynê da Navdarê leheng, ji alîyê çepê va bi dîlgirtî ra xuya kir. Navdar, hê bi wê hêrsa xwe bû.

Carek din tanek li serleşker da û pêra jî got:

“Yürü ulan, teres! (Bimeşe, law teres!) Ez dibînim tu hem bi Zimanê Kurdî û hem jî bi Zimanê Osmanîyan dizanî. Wer xuya dike ku tekilîya te bi me kurdan ra hebûye. Miheqeq niha te nan û ava wan jî xwarîye û vexwarîye. Meriv ku nanê yekî bixwe jê ra neyartîyê nake. Nan û ava ku dane ber te bila xenîmê te be. Wisa xuya dike ku tu ne mirovêkî dilsoz û pak î. Tu jî baş û baş dizanî ku di zagona dostanîyê da cîyê xîyanetê nîne, lê!?.Tu hem bi Zimanê Kurdî dizanî û hem jî ji kurdan ra neyartîyê dikî. Durûtî û neyartî ne karê mêran e, law!..

Welatê ku tu niha tu lê yî ne welatê te ye. Ez nizanim ka tu bi esl û feslê xwe kî yî? Ne girîng e û zêde min eleqedar jî nake. Eleqedar nake, jiber ku neyar neyar e. Dixwaze bila Rum, dixwaze bila Ecem yan jî Ereb, Ûris û Eremenî be. Na! Ne girîng e, çi dibe bila bibe. Ev ax axa me ye û welat jî welatê me, li ser vê axê em tu neyarî naxwazin. Te anlamiş kir, xirpo!?. Bila neyarên vî welatî vê yekê baş û baş bizanibin ku ev ax dibe gor û gorîstan, lê tu caran ne dibe Tirkîstan, ne Erebîstan û ne jî Hayîstan. Ka hela bibêje min çima te rahîşt çek û berê xwe da axa vî welatî? Jiber zilm û zordarîya we, kal û pîr neman neyên kuştin. Jiber şopa we bêbavan her kê ku revîya, revîya ye û yên ku man jî qelîyan û tunebûn. Koçberî û mihacirî ne qeder e, lê bû para me. Helbet, sedemê vê yekê jî hûn bi xwe ne. Erê, şer e. Lê ka riayet, ka qeyde û hiqûq?..

Kumandar!..

Tol e û tol jî tê hildan. Hesab e û roj ku hat hesab tê dîtin. Sûç e û sûç jî nîne beyî ceza bimîne û neyê bi ceza kirin!..” Fermandarê pêsîr bi pirpirk bêdeng û ji tirsan lalome bû.

Navdarê leheng, dît deng jê dernayê qîrîya û got:

“Leşker!.. Fermandarê we li ba min û dîlgirtî ye. Dev ji çek berdin û nebin sedemê qetla wî. Ger ku hûn dev ji gulebarandinê bernedin hûn wer bizanin ez ê ava serê serleşkerê we germ bikim û êdî hûn sax û ez silamet!..” Belê, Navdar bi hêrsa xwe û fermandar jî bi tirsa dilê xwe bû. Dema ku peyva ‘kuştinê’ ji bo merîyan hatibe kirin îcar meriv di tirs û xofê da namîne? Helbet, dimîne û fermandar jî ji wan kesan yek bû.

Dît, Navdar henekan nake û çav li serî sor bûye, deng bilind kir û got:

“Leşkeeer!..

Ez fermandarê we, Xaço. Derhal çek û sîlehên xwe daynin û ji vir jî dûr bibin û herin!..” Ne carekê, lê sê caran li ser hev deng veda û gotinên xwe dubare kir.

Nêzikê Kerem Beg bûn û Navdar, bi dengekî zîz û zelal axifî û got:

“Ez im, ez Navdar û li gel min jî…” Hevoka wî di nîvî da ma. Jiber ku Kerem Beg, bi dengê wî va ji cîyê xwe livîyabû û ber bi herduyan mêze kiribû.

Di hevdîtinê da Kerem Beg, bi dengekî şahî axifî û got:

“Wey, tu her û her hebî, egîdê delal!.. Tu ronahîya herdu çavên min î.” Piştî vê hevokê jî da pêşî û ber bi cîyekî ewle çûn.

Kerem Beg, li serleşkerê dîl vegerîya, bi zimanê Tirkî axifî û got:

“Biz esir… (em dîl…)” Firsend nedît axaftina xwe bidomîne. Jiber ku Navdarê leheng xwe di nav axaftinê ra kiribû.

Belê, xwe di nav axaftinê ra kir û got:

“Bibore, Begê min!..

Bibore ku min axaftina cenabê te di nîvî da hîşt. Serleşker, bi Zimanê Kurdî jî dizane û ne hewceyê zimanek din…” Wî axaftina xwe birî û Kerem Beg, bêdeng ma û bistekî xwe bi xwe fikirî.

Piştra qundaxa tifingê danî erdê û yekem got:

“Belê…”

Piştî demekê serê xwe rakir û li fermandarê dîl mêze kir, jê pirsî û got:

“Navê te bi xêr?..”

Serleşkerê dîl, pirsa Kerem Begê bersivand û got:

“Navê min, Xaço ye…” Serleşker, mirovekî bi navmil, di qilafetê xwe da yekî bilind û bi qelew bû. Herdu destên wî li ber wî girêdayî û di mêzekirinê da tiştê ku yekem bala merîyan bikişîne saqê gîzmeyên wî yên dirêj bûn. Dûrbîn û sîleh ji destên wî hatibûn girtin û ew jî li gel Navdar bûn.

Kerem Beg, li çavên wî mêze kir, bi dengekî hêmin axifî û wiha got:

“Em li qada şer in û tu jî mirovekî dîl î. Lê dîsa jî ez dibêjim li gel min xwe ne wek mirovekî dîl, lê wek mêvanekî ji mêvanan be, bihesibîne. Dilê te bila rehet û beşera te jî xweş be. Heta ku tu li gel me bî ji me tu zirar û zîyanek nagihîje te… Têgihîştim ku tu bi Zimanê Kurdî dizanî û ev jî tê wê wateyê ku haya te ji me Kurdan heye û me ji nêzikî va nasdikî. Ez dibêjim êdî ne hewceyê gotinê ye. Ger ku pirsek te hebûye tu dikarî ji min bikî. Bi rehetîya xwe be, fermandar. Belê, bi rehetîya xwe…” Li pey vê axaftinê Kerem Beg, li Navdarê leheng vegerîya û bi wî ra axifî.

Jê ra wiha got:

“Ji serî bigire heta binî mêvanê me seh bike. Baş seh bike û bila li ser camêr tiştek xerîb nemîne. Hema êdî her çi ku hebûye bigire û dayne alîyekî…” Deng ji çek û sîlehan hatibû birîn. Navdarê leheng, dest li berîkên wî gerand û her çi ku li ser wî derketibe, hilda û di pey ra jî bir di şikefta ku niha li ber sekinîbûn, danî û derket.

Qehremanê kurd, piştî hatina Navdarê leheng li dîl vegerîya û jê ra wiha got:

“Me her çi ku ji te girtibe, emanet e. Meraq neke, em ê wê emanêtê te dîsa teslîmê te bikin û bidine te…”

Dûra jî rengê axaftinê guhart û got:

“Fermandar!..

Ê de hela mêze bike! Mêze bike, berfê çawa jî li van çîya û banîyan girtîye û bi carekê zeft kirîye. Ne zefteka berfê, lê zefteka neyarên vî welatî min diêşîne û acizîyê dide dilê min…” Piştî vê hevokê jî ji berîka xwe qutîya cixarê derxist û dest bi pêçanê kir. Ji alîyekî va pêça û ji alîyekî va jî axifî.

Li Navdarê leheng vegerîya, kenîya û got:

“Dibînim li vî çîyayî êdî ne deng û ne seda ye. Lêbêlê bîstekî berê jî te digot qey gurên har in berê xwe dane me û li me civîyane. Hêvî dikim carek din ew ê nebin sedemê xirabîyê…” Ji titûna qutîyê du cixare pêça bû. Ji fermandar nepirsî û negot, ka tu cixarê dikişîne yan na? Jiber ku dema Navdar, seh kiribû û ji ser wî kîsê titûnê derketibû. Kerem Beg, xulekî du xulekan bêdeng ma û xwe bi xwe şêwirî.

Piştî xulekî du xulekan jî li Navdar vegerîya û got:

“Ka de destê mêvanê me vebike û bila camêr ji xwe ra cixareyekê bikişîne…” Navdar, dudilî bû. Nedikarî tiştek wiha qebûl bike. Lê ew ne biryardar bû û wî nedikarî ji Kerem Begê ra bigota, na. Herçiqas dilê wî nexwaze jî biryar biryara Kerem Begê bû û di encamê da ber bi fermandar çû û destên wî vekir. Vekir şûnda jî destê xwe da ser xençerê û di navbeyna Kerem

Beg û fermandar Xaço da ma. Kerem Beg, cixareya ku di destên xwe da girtibû, vêxist.

Yeka vêxistî da Navdar û pêra jî got:

“Ka hela ji kerema xwe ra tu vê cixareyê ber bi fermandar bigire û bide wî…” Ji hersêyan yek bi axaftin û beşerxweş bû. Yek dîlgirtî, bi tirsa dilê xwe û di nav hêvî û tengavîyê da dihat û diçû û Navdar?.. Na, wî qet bawer nedikir Kerem Beg ewqas bi tolerans e. Di dilê xwe da bi hêrs bû, Navdar. Nedixwast Kerem Beg, zêde azadîyê bide wî û wî wek mêvan bihesibîne. Ew dîlgirtî be jî di encamê da neyar nayar bû. Jê ra ewqas xweşbînî nedibû, hebe. Tarîya êvarê xwe dabû rûyê erdê. Cixareya destên xwe kişandibûn. Şikeft li cîyekî ewle bû û li derva jî sir û seqem hebû. Zinginî ketibû dev û diranên serleşker, dest û lingên wî diricifîn. Ricifa wî jî çavên Kerem Begê nerevîyabû.

Li fermandar vegerîya û got:

“Hişkayî ye û pir jî sar e. Ê de kerem bike, fermandar. Kerem bike, em ê bi hev ra derbasî vê şikeftê bibin û bila ji me ra hem bibe sî û hem jî starî…” Bi hev ra berê xwe dan tarîya şikeftê û derbasî hundir bûn.