YAR Û MIRAD
Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê
ROMAN
Welî Sebrî/ Romannvis/ Holanda
Çapa II
I
Daw û doza min hiqûqê miletê Kurd e.
Ez ê bi kîjan wîjdanî ‘mefkûra xwe ya milî’terk bikim.
Xalid Begê Cibrî
Şevekê ji şevan, şevezengî…
Li çîya û banî, deşt û zozan, newal û neqebên vê herêmê bêdengî bû. Hîv nebû ronahîyê bide. Tu yê bibêjî bila hema wiha di xuyangê da stêrkek-du stêrk hebin û biçirûsin, nebû. Demsal payîz û meha Kewçerê bû. Li vê navçeyê bêdengî û bi ser bêdengîyê ra jî mij û dûmanê girtibû. Ji şevan şevekê sawdar bû. Çîya û banî ji hîvê û hîv jî ji şevê xeyîdî bû. Ne zûrezûra guran û ne jî oreora hirçan bû. Erê, herçiqas zûrezûr û oreor nebe jî jiber viqîna rovî û an jî, weşaqek car hebû bêdengîya şevê xirab dibû. Di kûrahîya vê şevê da dengê herî xweş û balkêş xulîn û xuşîna avê bû, ava ku bi ser kevir û zinaran da girtibû û diherikî. Helbet, pirs in û pirs jî nînin neyên kirin. Heke ku ji zarokan zarokekî hûrîk li ser viqîna rovîyê ji dê û bavê xwe pirsek bikra, bersivek wisa ji wê pirsê ra werdigirt:
”Berxê mino, rovîyê dilgirtî ye. Zarîn û zivîna wî jî jiber wê yekê ye!..” Bila pirs û meraqa wî zarokî li alîyekî be, li vî warî tu çîya û banî nebûn bi nav û nîşana xwe nebin. Ji wan yek jî bi navê xwe, Warê Dîhar bû.
Warê Dîhar, wek nîkila dikekî bi ser mêrg û zevîyan ra girtibû û bilind dibû. Ji wê bilindahîyê ku tu dabiketayî û bihatayî xwarê, dihatî Rasta Kalê. Rasta Kalê, cîyekî rast û dûz bû. Gundîyan xet li nav daristanê xistibûn, ji xwe ra kiribûn zevî û diajotin. Di hatinê da Warê Pisikan li alîyê rastê û Gola Maran jî li alîyê çepê diket. Bi wan xilxil û baxirên xwe va Gola Sar jî di navbeyna herdu alîyan da dima. Ji şênîyên vê herêmê ra Gola Sar, zîyaretgeh bû û di salê da carekê du caran qîz û bûk, zarok û zêçên hûrik, kal û pîran berê xwe didan vê zîyaretê û dihatin. Di hatinê da jî keleyên xwe lê dibirîn, duayên xwe (perestî) dikirin, digirîyan, hêsirên çavan dibarandin, banga Xizir û Xwedê dikirin û loqme didan.
Ji çavkanîya golê avek sar û zelal diherikî û dikişîya. Cîyekî xweş û pir balkêş bû. Li vê herêmê çîya nebûn bi dar û ber, kelem û qorîyên xwe nebin. Li pişta berojan û di cîyê rût da kevirên reştabanan, zinarên mezin û cî bi cî jî gûnî hebûn. Di daristanê da cûre cûre dar û her darekî jî bi navê xwe bû. Ji Qorîya Elî Axa (ji Warê Pisikan wê da û li alîyê Gestimerdê diket) bigire heta Gola Maran dar û daristan û di daristanê da jî ka îcar kîjan dar nebû ku te yê qalê nekira û negota; mazî, kenêr, gangol, gijik, sepik, antûve, berzî, mamox û hwd. Di nav qorîyê da ne tenê dar û ber, lê di nav dar û beran da jî lawir û ajal dijîyan; gur, hirç, keftar, rovî, pezkovî, xezal, kevroşk, weşeq, vavik û hema wekî din jî êdî her çi ku hatîbe aqilê te ji xwe ra lê zêde bike bibêje û bibêje.
Qey çîya hebûn ku bi teyr û tilûrên xwe nebin? Na. Hebûn û bi têra xwe jî hebûn; darkutik, başok, kund, sûsik, qertal (helî, derûş), baz, kew, bet, şalûr, bilbil, pepûk, qijik, qumrî, tûtî, teyrên beratan, ordeg, dîksilêman û di havînan da jî leyleg û qulingan berê xwe didan vî warî û dihatin. Rêya zozanên Bingolê ji nav qorîyê ra derbas dibû, ji nav qorîya Warê Dîhar ra. Erê, derbas dibû, lê bi berwarî û di nav dar û ber, kevir û zinaran da… Heke ku te berê xwe bida zozanan û biçûyayî ne hindik, lê tu ji gelek û gelekî kaş û kendalan ra derbas dibûyî û li pêşîya te jî hema tenê qîyame û qîyame… Werhasil, hatin û çûyîna vê rê ne hêsan û bi zehmetî bû. Di devê rê da cî bi cî komên sincan û li vir û wir jî tek û tûk qûrç hebûn. Bila komên sincan li derekê hebin û li ser wan jî çîrok û meselok nebin, dibe? Na, nedibû û miheqeq çîrokek du çîrok hebûn.
Ê de ka êdî kê gotîye û çima gotîye nayê zanîn, lê dihat gotin ku di nav sincên şîlanan da cin û perî bi cî bûne û gava yek jiber ra derbas bibe, bi cinan dikeve, pêra jî ji xwe diçe û dixeriqe.
Ka îcar di vê rê da, di rêya berwar û jiber van sincên şîlanê ra kê derbas nebûye ku tu yê nebêjî. Di derbasbûnê da ka îcar kê saw negirtîye û jiber dengekî sivik hilneceniqîye, kê?.. Rastî û nerastîya vê çîrokê çi ye, nayê zanîn. Hinekan ji xwe ra kirîye babet, li ser axifîye û di vî warî da jî her yekî gotina xwe kirîye. Dibêjin, demsal havîn e û dem jî dema zozanan… Ji jinan jineka çê û bedew, di vê rê da berê xwe dide qîyame û jî xwe ra dixwaze derbas bibe û here, Warê Şehîd. Ji çûyînê ra yek rê heye û ew rê jî ev rê ye. Piştî nivroyê ye û bi texmînî pez ya hatîye danan û ya jî hê nehatîye.
Heke ku pişta merîyan li rojê be, sîya merîyan jî li ber merîyan dikeve. Jinika çê, jinika bedew, jinika bi zend û bend ji alîyekî va li sîya ber xwe mêze dike û ji alîyekî va jî bi lez û bez e.
Xwe bi xwe jî diaxife û dibêje:
‘Qîzê, de nesekine!.. Nesekine û bilezîne. Zû bike, zû!..’ Bila çîya ji çîya bilindtir be, lê bila ji wî çîyayî ne sira zozanên Bingolê bifilite û ne jî bililîne, dibe?.. Na. Tê, lê hem jî xweş û xweş tê. Ma bîlasebeb hatîye gotin, ba tê ji baranê xirabtir e. Ba ku hat nabêje ev xêlîya bûkê ye û ev jî laçika dorbimorî… Dixwaze bila li serî û dixwaze bila li dorgerdenê be, dema ku lê xist dibe û tîne, dihejîne. Nebêje çima hejîya, lê bibêje çavo tu kor bibî ka çima te sîya li ber xwe ketîye, dît. Bi bayê şerq û xerbê ra laçika dorbimorî diheje û dilê wê jî bi tirs û xof e. Di encamê da êdî her çi ku bûye û qewimî ye, di wê gavê û di wê demjimêrê da ye. Hema wiha ji paş sincên devê rê dengekî sivik tê guhên wê. Ji tirsan qidûm lê dişikê û di wê hengamê da hema bi carekê çok dide erdê û bi dengekî zîz û bilind diaxife û dibêje:
“Wîîî Xwedê, Xwedê!..” Jê ra edî gotin nîne û nemaye. Tu bibêje bila Xwedê ruhê merîyan bigire, lê bila gotinê ji devê merîyan negire. Di devê merîyan da gotin ku bûn wesle wesle meriv êdî nikare biaxife, bêzar û bêziman e. Ji wê dilberê ra êdî peyv wenda û hevok jî peritî ne. Mixabin, êdî ew ne ew e. Çavtirsî ye. Ji xwe dûr e. Wek çawa teyrek ji refê xwe biqete, di rewşek wisa da û bêhêvî ye. Ji rewşa wê ra tu nabêjî rewş e. Erê, herçiqas hatibe gotin heke ku Xwedê derd da derman jî pêra ye. Lê de tu were ji wê bipirse, ji wê dilbera bi zend û bend. Derdê wê giran û dermanê wê jî nîne. Dibin li ser zêwîyan digerînin, pîr û rayber nahêlin berê wê nedin û nebin. Jê ra benik jî girêdidin û tasan jî datînin, lê!?. Dema ku nebûye, nabe. Tu yê jê ra tasan jî daynî nabe, hemaîl û niviştan jî çêbikî dîsa nabe. Hema tu bibêje dema ku xirab lê hat, tê. Tu berê xwe bidî ewlîyan û dua bikî, loqme bidî, keleyê xwe li zîyaret û dergehan bibirî jî nafîle ye û nabe. Ji wê demê bigire heta roja mirinê êdî ew, ne ew e. Meriv ku jin be, çê be û bi navê xwe yê eslî be, lê rabibin û navlêkek bêyom li merîyan bikin ji merîyan ra hem êş û hem jî mirin e. Êş e, lê çi êş!.. Heke ew navlêka ku jê ra rewa dîtine bêyom nebûya kesî jê ra nedigot;’jinika kerr û lal!..” Yê ku bêzar û bêziman e jî ew û yê ku ronedî û malxirab jî dîsa ew bi xwe ye. Dor bi dor e û roj ku hat jîyan êdî namîne û bi dawî dibe. Jinika kerr û lal, ne bi wî navê xwe, lê bi êş û azar, derd û kulên xwe jîya ye û piştra?..
Piştra jî wek her kesî xatirê xwe ji vê dinyayê xwastîye û bûye koçber. Li gor çîrokbêjan ev çîrok çîroka wê bi xwe ye. Gotin e û her kes gotinên xwe dike, dixwaze bila di xêrê da û dixwaze bila di xirabîyê da be. Ê de ev gotin jî gotinek ji gotinên Hecî Hûsrevê me ye;‘em ê dev ji mirîyan berdin û berê xwe bidin zindîyan.’ Ji bo xatirê xatiran em ê bibêjin, bila îcar jî wekî te be, Hecî.
Di quntara çîyan da kelem û di nav keleman da jî cî bi cî zinarên bilind û rû bi hene (hinetîtk) hebûn. Û bi wê hebûna xwe jî ji wan zinaran her yek helînek ji hêlîna bazên çîya û qertelên zozanên Bîngolê bû. Li vê herêmê nêçîra lawir û ajelan nedibû, kesî berê xwe nedida gur û hirç, rovî û vavikan, li xezal û pezkûvîyan nedixistin û nedikuştin.
Ji biharan biharek nebû kewên nîkilsor dernekevin ser kevir û zinaran, per nedin hev û nekin qibeqib. Ji van belanên bilind roj nebû kalekala pezkûvîyan neyê. Li vî warî jîyan xweş û bi ya dilê min û te bû. Bi wê delalîya xwe xezalên vê navçeyê, çindik lêdixistin û dibezîyan. Ji destpêka biharê bigire heta beranberdanê roj nebû birên pez, kerîyên kar û berxan li van piştan, newal û neqeban belav nebin û neçêrin. Bi wê xêr û bereketa xwe ev ax, axa Kurdistanê bû.
***
Şam şekir û welat şîrintir e.
Nîvê şevê bû.
Deng e, ku hat bêdengî namîne, dixwaze bila şev û dixwaze bila biroj be. Di rê da, di rêya berwar da xîç û kevirên hûrik dipekîyan û dişemitîn. Pir derbas nebû dengê fîtikê hat. Di ser dengê fîtikê ra jî êdî çend hûrdemjimêr derbas bibûn nedihat zanîn, lê îcar jî dengê peyayekî hat. Tarî bû, te nedikarî di bejn û balê da rêwîyê şevê bidîta û di derbarê wî da tiştek bigota.
Peyayê ku ji jor da daketibû û dihat, axifî û got:
“Tu ji min bawer bike!..” Dest bi axaftinê kir, lê hevoka xwe temam nekir û di nivî da hîşt. Xwedîyê deng, pir derbas nebû carek din hat ser axaftina xwe ya berê û wiha got:
“Demsal payîz e û em jî li vî çîyayî û li çolê ne. Pirs ne sar û serma ye, lê rê!.. Di vê tarîyê da, di tarîya şevê da rê li ber me wenda û çûyîn jî bi zehmetî ye. Dema ku çavan pêşîya xwe nedîtin lome ji lingan nayê kirin tu yê werî bikî. Dil ku dilan nas bike çav jî çavan nas dike, lê ka!?. Li vî çîyayî, çîyayê qedirzan çav ji çavan ra xerîb ketîye. Heke ku tu ji min bipirsî ez dibêjim mayîna me ya vir ji çûyînê çêtir e. Hela hela, ma qey tu dibêjî ez nezanim! Ez jî dizanim ku dema meriv bide rê û here, rê li ber merîyan dihele; dixwaze bila berf û baran û dixwaze bila ba û bahoz be. Na! Ne hindik, lê em gelek û gelekî rê hatine. Ê yanî!.. Şûşar, Tekman û Xinûs li kû û Gimgima xopan li kû?..
Ezîzê min, ê de rêwîtî ye û rêwîtî jî nîne merîyan newestîne. Ji rêya vî çîyayî ra jî meriv nikare bibêje rê ye. Pir û pir ase ye û merîya ditevizîne, ufff!.. Ê de hela tu guh bide min û ez ê ji te ra çi bibêjim. Dibêjim tu were em ê li vir, di hênikayîya vî çîyayî da, li ber dengê vê avê, ava ku di cihokê da diherike; rawestin, bêhna xwe bigirin heta ku sibeh li me zelal bûye. Ev fikrê min e. Na, na!.. Ne tenê ez, lê tu jî niha wek min tî û birçî yî. Tew, hal û ehwalê min?.. Na, ne bîne bibe û ne jî bi tevra bike. Rewşa min ne rewş e. Gotin ku hebûya jixwe min ji vê rewşa xwe ra dikir, lê nîne. Dîsa dibêjim, ji me ra ya herî baştir ew e ku em ê şeva xwe li vir derbas bikin. Min wiha got, Şamran. Nizanim ka tu çi dibêjî?..” Ê de dema ku wî bigota Şamran, Şamran û nehîr e?.. Ji alîyekî va dibû hîrehîra wî û ji alîyekî va jî bi simê xwe va erd pîkol dikir û îşev? Îşev erd pîkol nekir, lê hema wiha bi dengekî sivik hîrîya û sekinî. Di tarîya şevê da camêrê ku di qilafetê xwe da xuya nedikir, ji berîka xwe çeqmeq derxist, vêxist û di ronahîya wî da li dorhêla xwe nihêrî. Dît, li devê rê û li ber sincên şilanan in.
Li hespê xwe vegerîya, kenîya û got:
“Weeey!.. Ma îcar tu dibînî em li kû ne, Şamran? Hela hela! Ka îcar çi îşê me li ber van sincan heye, heyran!?.” Li ser hev pişkîya û piştra hat ser axaftina xwe ya berê.
Belê, hat ser axaftinê û got:
“Na, vê gavê ez nizanim ka li vir, di quntara vî çîyayî da dema min û te yê çawa derbas bibe!?. Ez vîya nizanim, lê tiştê ku ez dizanim û dikarim ji te ra bibêjim jî di laşê xwe da ez hevda ketime û ji vir heta wir nikarim gavek du gavan biavêjim, herim û werim!..” Carek din çeqmeqê xwe vêxist û di ronahîya wê da li koma sincan mêze kir.
Hem mêze kir û hem jî bû tîqetîqa wî, kenîya û got:
“Şamran, dibêjin di nav sincan da cin û pêrî hene. Ê de madem ku hene bila qet jî hebin. Ê de were, heyran… Were, em ê ji xwe ra li vir rawestin û bêhna xwe bigirin…” Li alîyê rastê û di devê rê da zinarekî mezin hebû. Di bêdengîya şevê da hespê xwe li pey xwe kişand û derbasî wê derê bûn. Rêwîyê şevê, dixwast zînê hespê xwe dayne. Lê berîya ku dayne jî destê xwe di bin zîn ra dirêj kir, ber bi piştê bir û dît, bi xwêdan e.
Dev ji zîn berda, lê di guhê hespê xwe da kir pistepist û wiha got:
“Ê de bibêje, Şamran. Bibêje, gelo tu jî ji cin û perîyan ditirsî yan na?” Ken e, dema ku peşkarê merîyan bû meriv dikene.
Siwarê hespê Şamran, hat ser axaftina xwe ya berê û got:
“Lo! De yê min evdalî jî qilf û henek in. Heta ku ez tinazê xwe bi te nekim û nekenim ka îcar ez dikarim rehet bikim?
Şamran û ji cin û perîyan bitirse? Na, ne ji cin û perîyan ditirse û ne jî ji neyarên vî welatî. Heke ku meriv ji guleyên wan bêbavan netirse ji cin û perîyan, hay hay natirse. Weeey, ma qey nayê bîra te!?. Em li Deşta Mûşê û nêzikê Ava Muradê bûn. Hêr û hovan, wekî gurên sibatê dor li min û te girtibûn. Neyarên har û hêr ku dor li merîyan bigirin îcar bi ser merîyan da gule û barûd wek tavîya baranê lê nake û nabare? Dibare, lê xweş û xweş jî dibare. Di wê rojê da, di roja oxirmê giran da yê ku qewet dabû simên xwe ne ez, lê tu bi xwe bûyî. Hem te qewet dabû simên xwe û hem jî te min ji nav lepên wan teresbavan girtibû û xilas kiribû. Heke ku mesele xilasî be, car heye rev jî îcab dike. Çawa îcab kirîye meriv wisa tevdigere, Şamran. Ji gotinan gotinek e. Dibêjin, hesp dibeze û siwarê hesp jî pesnê xwe dide. Bila ev gotin li alîyekî be, li ser resenîya hespan gelek û gelekî gotin hene û dixwazim bi te ra jî parva bikim. Ji wan gotinan yek ev e: Hespê çê siwarê xwe di rê da nahêle. Na, nabe ez ê mafê te bixwim. Di rê û rêwîtîyê da min evdalê Xwedê nedîtîye tu yê aragî bikî û di nîvê rê da min evdalê Xwedê bihêlî. Na, nebûye û nîne û jiber vê yekê jî ez spasdarê te me. Gotin in û ji wan yek jî ev e; siwarê hespê xelkê timî peya ye. Ez ne bawerim ku ji vê gotinê ra şirove îcab bike. Îcab nake, jiber ku mebest zelal û vekirîye. Gotin û biqedin? Na. Eha, ji te ra; bûk li ser hespê ye, lê kes nizane ka qismetê kê ye. Ê na, ev qet nebû!.. Çima? Nebû, jiber ku xort im.
Heke ku gotin wisa bûya bervêdana (îtiraz) min nedibû; zava li ser hespê ye û kes nizane ka qismeta wî kê ye û ji kîjan warî ye?.. Eha, meriv wisa dibêje!.. Ma ne wisa ye, Şamran? Tu yê bibêjî di vê hevokê da ka kî zava ye? Tew, îcar ev jî pirs e!? Zava ez im, ez. Hesp?.. Hesp jî tu yî, heyran. Kê?.. Kê jî, dilber e û dilber jî vê gavê li min wenda û ne xuya ye. Ê de karê me kurdan ew e, Şamran. Xebat û kêf û şer e.” Şamran, ji hespan hespek bezok bû. Ne tenê di şer da, lê bi herdu goyên xwe yên vît, dêla bilind jî resenek binavûdeng bû. Hespek wiha bêqisûr nedibû qismeta her kesî. Bezok bû, çaxa ku radibû pêdarê te digot qey birûsk e. Di dawetan da bixelat û di cirîtan da jî ji ser wî ra hesp nebû. Ka îcar kî û kê nebû ku pesnê wî nede?.. Helbet, dema ku hesp navdar be, her kes qalê dike û tîne ziman. Tenê qalê jî nake. Hem qalê dike, hem stiranan diavêje ser û hem jî li ber deng û meqamê wê stiranê govendê digire û digerîne. Dor bi dor e.
Ger ku yek bistrê û biqedîne yek jî dikeve dorê û wiha dibêje:
Şamran, Şamran, Şamran e
ca kuro lawo, Şamran e
Şamran, hespê mêran e
ha kuro lawo, Şamran e
***
Şamran hespek resen e
ha kuro lawo, Şamran e
carekê bila ranebe pêderê
Ca kuro lawo, Şamran e
…
Qey deng heye ku li şevan negire û belav nebe. Ax, dilo! Dilo bila tu dil bî û tu yê ji şeng û şayîyê xweş nebî. Di payîz û zivistana wî welatî da şev û dirêj nebin, nekudînin? Qey qîz û xort hebûn ku bi hebûna hespek wek hespê Şamran xem û xîyalên xwe nexemilînin?.. Mirad e, hêvî dikirin ku rojekê ji rojan bibe qismet û ew jî li hespek wek hespê Şamran siwar bibin, berê xwe bidin nav êl û eşîran û zozan bi zozan bigerin. Çima, na? Di çax û bengî xwe da li ber miradan bûn. Rind jî ew bûn û bedew jî dîsa ew bi xwe bûn. Qîz bûn, lê ji ezeban jî ezebên bêqisûr bûn. Ji bedewîya wan ra gotin nebû te yê bikira. Çavreş, bi birî û bijangên qeytanî bûn. Di sing û berên xwe da qerqaş û di bejn û balê da jî wek tayek ji ta ya rihanê zirav û tenik bûn. Ka îcar kîjan kezîzer nebû bi kofîka serê xwe nebe?.. Bisk û gulî, kofî û kitan xemla wan delal û dîlberan bû. Li dor enîyên wan temezîyên rengîn û di xwekirinê da jî bi fistanên xwe yên golgolî bûn. Qey laçik hebû ku dor bi morî nebe. Bi taybetî li dor laçikên bûkan gûşîyên morîyan, di nav gûşîyên da jî cî bi cî pûlên zîvîn hebûn û dibiriqîn. Qey roj hebû ku delal û dilberên Serheda şewitî dernekevin ser xanîyan, guh nedin dengê nalan û di hezkirinek bêhempa da li benda hespek wek hespê Şamran nebin? Qet tu şik nîne ku yê wan dîlberan hem ji xem û xîyal û hem jî ji hezkirinê dihat. Ji alîyekî va xîyal dikirin û ji alîyekî va jî di dilê xwe da diaxifîn û digotin:
“Qismet e û qismet jî nayê zanîn. Min dixwast bila îro were, lê nehat. Kî dizane belkî jî îşev tê. Di hatinê da?.. Di hatinê da jî dengê nal û hîrîna wî li demê digire û dibe para şevê. Li benda te me, zû were. Kî dizane, belkî jî?..” Li ser navûdeng û rindîya vî hespî ka îcar kî û kê çîrok negot?.. Bi wê çîrokê ka kîjan dayîkê nelorand û hûrika ber wî dilî nebir û nekir xew? Di meha kanûnê da şev û dirêj nekudînin? Li ser tenduran germî, dilovanî, hezkirin, şayî û xweşî hebû. Çirokên wan rezdaran reng bi reng b. Çîrok nebû bi ya dilê min û te nebe. Ji destanan destanek biqedîya yek jî di dorê da bû. Di nav wan zarokan da ka îcar zarok hebû ku dilê wî wek yê çûçikan lê nede?.. Di çavên wan da meraq û di axaftinên wan da jî cûre cûre pirs hebûn. Bila di axaftinên wê dayîkê da navê Bozê Rewan (hespê Memê Alan) derbas bibe û li ser wî jî pirs nebin!?. Bila di nav wan destanên Kurdî da navê Hedwan (yê Dewrêşê Evdî) û Daybelqiran (yê Sîyabend) derbas bibe û pirs û meraq bi hev ra nebin!?. Di şevberîka wan zarokan da bila navên wan hespan derbas bibe û navê hespê vî xweşmêrî, xweşmêrê ku niha di tarîya vê şevê da bûye rêwî, derbas nebe!?. Derbas dibe, lê xweş û xweş jî derbas dibe.
Dayîk in û dayîk jî nînin jiber xwe va neafirînin, neximilînin û nebêjin. Heke ku li welatekî hesp hebin nalbend jî hene û zînçêker jî. Hêvî ye, ka îcar kê nedixwast ku rojekê hespekî wek hespê Şamran bi siwarê xwe va berê xwe nede wan û neyê?.. Li Dîyarbekira xopan û Mêrdîna şewitî, ka kê zîn çênekir û nexemiland ku tu yê, nebêjî? Ji wan zînçêkiran ka kê nedixwast tiştên ku wan bi destên xwe çêkirîye û xemilandîye nebe para hespek wek hespê Şamran. Jîyan e, jîyan jî nîne tê da xem û xîyal nebe.
Bila ew xem û xîyal li alîyekî be, niha jî xişîn bi pelên daran ketibû. Ji alîyekî va xulîn û xwişîna avê û ji alîyekî va jî xişîna dar û beran bû, ax dilê min yo yo dilê min yo!
Rêwîyê şevê, pişta xwe dabû zinar. Helbet, dema ku meriv biweste pişta xwe dide zinar û keviran, dide dar û beran jî… Di tarîya şevê da destê xwe ber bi hespê xwe bir, histûyê wî mist da.
Ji alîyekî va mist da û ji alîyekî va jî got:
“Lo, wele min rê dît, lê min evdalê Xwedê biqasî rêya vî çîyayî rêyek çetin nedît, berbijêr û bi zehmetî bû. Di hatinê da tewişîm û ji ketinê ra jî hema hema hindik mabû. Ger ku ji hefsarê serê te nebûya Xwedê dizane ka niha bi dirêjayî li ber kîjan dar û ber, kevir û zinarî bûm. Jîyanek belaş û bedilhewa…” Singê hespê xwe mist da. Hesp û ji mistdanê hez nekin? Di wê gavê da hespê Şamran, simê xwe li erdê xist. Ê de nal e. Nal li salan jî dikeve û li xîç û keviran jî. Jiber dengê nalê hespê wî di tarîya şevê da ji teyran teyrek per vekir û firîya. Quntara vî çîyayî jî wek serê wî bi mij û moran bû. Xumînî bi dar û beran ketibû û deng hey diçû lê zêde dibû.
Destê wî li ser singê Şamran û peyvên wî jî tene tene bûn, got:
“Ger ku zilm û zordarî, feqîrî û tengezarîya dinyalikê nebe, jîyan li vî warî pir û pir jî xweş e. Ev fikrê min e, Şamran. Ez wisa difikirim…” Ji alîyekî va axaftina xwe domand, ji alîyekî va jî hilkişîya ser zinar û cî girt.
Bêhnek da xwe şûnda axifî û got:
“Erê, ne min got li vî warî jîyan xweş e. Xweş e, lê ez nikarim vê gotinê ji bo rewşa me ya navxweyî bikim û bibêjim. Berjewendîya êl û eşîran, cûdetayîya ol û zavan bûye asteng û nahêle em ê bi hev ra kar û xebatê bikin û bi miradê xwe şa bibin. Neyarê bav û kalan nabe dostê lawan. Heta ku em nebin yek, hevdu qebûl nekin û bi hev ra kar û xebatê nekin em nikarin bi miradê xwe şa bibin û rûyê rehetîyê bibînin. Ev rastî rastîya me ye û em nikarin ji vê rastîyê birevin. Werhasil!?.” Rêwîyê şevê, egîdek ji egîdên vî welatî bû, welatê Kurdistanê. Ji berîka xwe kîsê titûnê derxist û ji xwe ra cixareyekê pêça, vêxist, bêhnek jê girt û ji kûr va kişand. Bistekî xwe da bêdengîyê û deng nekir. Cixareya xwe kişand şûnda ji zinar şeqitî û hat xwarê. Li kêlekê û hema wiha li alîyê rastê darek hebû, darek bi çiqil. Hişk bû. Dest avêt çiqilê darê ber bi xwe va kişand, şikand û anî li ber zinarê mezin danî. Her çi ku zirav bûye, bi destan û yên mayî jî (qalin, stûr) da jûnîyên xwe û şikand. Ji wan darên ziravok û qalin agirê xwe dada û gurr kir. Agir e, ji alîyekî va dike gurpegurp û ji alîyekî va jî ronahîyê dide. Rêwîyê şevê, pîçek xwe germ kir û dûra jî rabû. Di rabûnê da jî çû, ji cemê xurcik (heqîb) kerîyekî nan û çend cî jî şekir derxist û anî. Şekirê ku di destên xwe da girtibû, da hespê Şamran.
Pêra jî kenîya û got:
“Ê de çi ku hebûye, ew e. Li gel min çend cî şekir û kerîyekî nan heye. Heke ku ji xwarinê tiştêkî din hebûya min qet nedigot, na û dida te. Lê ez ê çi bikim ku nîne. Hespê Şamran û ji şekir hezneke? Eha, ji te ra şekirê şîrîn. Lê divê tu jî vê gotinê jibîr nekî, ha! Şam şekir û welat şîrintir e…” Hespê Şamran, bi lêvên xwe va şekir girt, kir nav dev û diranên xwe û hêra. Wî hêra û camêrê delal jî gezek du gez li nanê destê xwe xist. Na, zêde nexwar. Kerîyê ku ji nan mabû ber bi hespê xwe va girt û xwast bide. Hespê Şamran û bixwe? Na, nexwar. Nexwar, lê kir hîrehîr û pêra jî serê xwe hejand.
Li ser vê yekê camêr, axifî û wiha got:
“Erê, lo! Xuya ye tu dixwazî di tarîya vê şevê da serî li min evdalî bigerînî. Ma ne wiha ye? Dizanim ji birçîbûnê zêdetir tu tî yî û ji min jî avê dixwazî. Wexta ku meriv tî be, xwarin zêde nayê bîra merîyan…” Tûka xwe daqurtand û carek din hat ser axaftinê.
Di berdewamîya axaftinê da wiha got:
“Ê de şev e, ha! Îcar di tarîya vê şevê da ez ê çawa xwe bigihînim ser avê û çawa ji te ra avê bînim, Şamran!?. Eha, av li wê piştê û rê jî li ber min wenda ye. Tu ji min avê dixwazî û ez jî neçar im. Ê erê, ha!.. Bi dengê xwe va av heye, lê ez feqîrê Xwedê nizanim ka cihok li kû derê ye?.. Heke ku di vê qorîyê da rê hebûya min nedigot na, dida pêşîya te û te dibir ser avê. Ê erê, ez jî dizanim wiha nabe. Na, Şamran! Na, nikarim te wiha tî û bê av bihêlim. Lê, dîsa jî dibêjim xemgin nebe. Xemgîn nebe, heke ku ji sedî 99 derî girtî bin, yek jî miheqeq vekirîye. Ew derî jî derîyê xêrê û çareserîya pirsgirêka min û te ye. Ê de baş e. Ka hela tu jî hinekî bi hedûra xwe be, heyran. Bi hedûr be, heta ku min ji vê avê ra rêyek dîtî ye…” Di cemê xurcik da kedik û heban hebû. Çû jê derxist, anî û danî ser zinar.
Dûra li hespê xwe vegerîya û got:
“Şamran, tu tî yî û ez naxwazim te bê av bihêlim. Te bê av nahêlim, lê nikarim te bi xwe ra bigrim û bibim jî. Ez dibêjim tu were li vir bimîne û neke hîrehîr. Ez bawer nakim gur û hirçên vî çîyayî berê xwe bidin te û werin. Lê dîsa jî nayê zanîn û nikarim di vî warî da tiştek bibêjim. Gur û hirç û li van çîya û banîyan nebin!?. A jiber vê yekê jî ez naxwazim te bi vê darê va, dara mazîyê va girê bidim. Çi dibe çi nabe, bila hefsar li histûyê te be. Ka hela bise ez ê hinekî din daran li vî agirê me bar bikim û bila gurr bimîne. Sebrîyê bavê min, timî digot: ”Gur û xwe li agir bigirin? Na, gur tu caran xwe li agirê gurr nagrin û nayên…” Ez bi xwe jî ne bawerim ew ê berê xwe bidin vî agirî û werin. Lê bila be, dîsa jî em ê agirê xwe gurr bikin. Cinawirên ku li çol û çîyan dijîn ne niha, lê di zivistanê da, di berf û baranê da har dibin. Jiber ku xwarin nîne û birçî dimînin. Erê, min gotibû bila hefsar di histûyê te da bimîne. Na! Bila, ew jî nemîne. Zîn û binzîn!?. Bila ew bimînin, di hatinê da ez ê wan vebikim û daynim. Eha, wayê min da rê û ez ê biçim. Ez diçim, êdî tu û bextê xwe. Şevekê ji şevên payîzê ye, Şamran. Demsal çi dibe bila bibe fîqîna bayê ye û xumînî bi kelem, dar û beran ketîye. Ji axaftinê zêdetir av girîng e. Ê de vê gavê bi xatirê te, Şamran. Heta ku bi ava kedikê vegerîyame û hatime…” Camêrê delal, ji nav agirê gurr darek qalin hilda û di ronahîya wî da çû ba hespê xwe.
Dest li histûyê wî gerand û got:
“Ji bo avê diçim û tu jî miqateyê xwe be…” Û di pey ra jî xwe li dengê avê va girt û berê xwe da qîyame. Di destê wî yê rastê da pêtal û di destê çepê da jî kedik û heban hebû. Xwe li dengê avê girtibû û diçû. Çû û di daristanê da jiber çavan wenda bû. Berê wî li cihokê bû &u cihok? Cihok jî di qorîya Warê Pisikan da û li alîyê rastê diket. Rêwîyê şevê, ber bi jor hilkişîya û ji gelek kaş û kendalan ra derbas bû. Derbas bû, lê carê carek jî li pişt xwe zivirî û di mebestê da xwast hespê xwe bibîne. Na, ne pêkan bû. Hespê xwe li pey xwe hîştibû, jiber wê yekê jî xemgîn û bi teşqele bû. Hespê Şamran û bi serê xwe bimîne!?. Na, nebû. Nêzikê cihokê bibû. Ava vê cihokê, bi ahengek bi ser kevir û zinaran ra girtibû û dixulxulî, wek çawa ji evîndaran evîndarekî ji axîn û kesera dilê min û te ra bilorîne…
Li pişt xwe vegerîya û carek din di tarîya şevê da ber bi hespê xwe va mêze kir.
Mêze kir, lê tiştê ku xuya bike nebû. Ji bona ku jê ra avê bibê gihiştîbû ser cihokê. Ava vê cihokê ji qelşa du zinaran diherikî û dikişîya. Wek pêtal dara ku di destên xwe da girtibû çikand, çok da erdê, dev kir avê û qirm bi qirm vexwar. Nekarî zêde vebixwe, jiber ku sar bû. Biqasî ku vebixwe vexwar û piştra jî dest û rûyê xwe şûşt. Hespê Şamran û ji bîra wî biçe!?. Na, nebû. Li ber xulîna avê bêhnek da xwe û pêra jî guh da dengê şevê. Ê de dema ku meriv bi qisawet be, li cîyê xwe diqilqile, tê û tere û ne bi kêfa dilê xwe ye. Herçiqas bi bedenê xwe va li wir be jî bi hiş û hişmendîya xwe ne li wir e. Rêwîyê şevê, yekem kedika xwe bi avê dagirt û pêra jî devê wê zexim girêda. Li pişta wî şûtik, li serê wî jî kum û kefî hebû. Dest neavêt şûtik, lê kefîya ku li dor kumê xwe pêça bû vekir û li ber cihokê raxist. Negot şil û ziwa û li ber avê bi navê gîya êdî her çi ku hebûye bi destan rûçikand, kir kefîyê û girêda. Berîya ku rabibe û bi rê bikeve jî carek din dev kir avê û qirm bi qirm vexwar.
Gîya û kedika avê ji erdê hilda, bi lez û bez berê xwe da dewsa xwe ya berê. Heke ku qisawet hebûye meriv ecele dike. Di hatinê da berê wî li qîyame bû û niha jî berjêr diçû. Di destên xwe da du pêtal girtibû. Ne zêde, lê hema wiha çend gav avêtibû neavêtibû ji nişka va jiber dengê hatû hilceniqî û dest avêt xençerê.
Dûra jî rewşa êrîşê girt û wiha got:
“Law! Ka hela bibêje min tu kî yî? Tu lawir î yan!?. Çi zanim, belkî jî tu ya hirç û ya jî keftar î?.. Hê ku min evdalê Xwedê berê xwe nedaye te û serê te bi vê xençera destê xwe nefirandî ye, deng vede û bibêje. Bibêje min, ka tu kî yî?..” Ji alîyekî va axaftina xwe domand û ji alîyekî va jî ber bi dengî va çû. Di ronahîya pêtalan da xençera ku di destên xwe da girtibû wek çawa stêrkek biçirûse, bi wî awayî diçirûsî. Li Warê Pisikan, di rêya avê da pirs hebû, lê ji pirsê ra bersiv, nebû.
Xwe bi xwe axifî û got:
“Heke ku ji pirsê ra bersiv nebûye, ne hewce ye ku meriv wê pirsê bike.” Bi baldarî gavek du gavên din avêt û dît, xwedîyê deng hespê wî bi xwe ye.
Bi denegekî bilind kenîya û got:
“Wey, ê de hela tu were li min û hespê Şamran?!. Errrik, bavo!!. Îcar tu û vir!?. Gelo qey bê min hedûra te nayê ku tu carê carek berê xwe didî min û tê!?. Ne min gotibû, li benda min be, ez dereng namînim û zû têm. Ê de baş e. Bide pey min û em ê bi hev ra dîsa berê xwe bidin dewsa xwe ya berê. Min ji te ra hem ava cihokê û hem jî min gîyayê ber avê anîye. Ava te di kedikê da û gîyayê te jî di vê kefîyê da ye, ê de haydê…” Da pêşîya Şamran û piştî demekê gihîştin dewsa xwe ya berê. Li ber zinarê devê rê Şamran, tanek li siwarê xwe xist. Rêwîyê şevê, ji milê xwe kedik û kefîya gîya danî, kişîya ser zinar û benê kedikê vekir.
Vekir şûnda jî kedika xwe kir bin çengê xwe û got:
“Li benda te me û ê de fermo. Ava te amade ye. Yekem tu ava xwe vebixwe û dûra jî alif tê. Alifê te jî gîya ye, gîyayê ber cihokê…” Ji kedika bin çeng av rijand kulmên xwe, fîtika xwe lê xist û hespê wî jî biqasî ku vebixwe, vexwar û pêra jî bû hîrehîra wî. Rêwîyê çolê, ji cîyê xwe rabû, gîyayê ku anîbû li ber zinar vala kir û zînê hespê xwe danî. Zîn danî, lê bêleme hîşt. Hespê Şamran, li ser alifê xwe bû û siwarê wî jî ji alîyekî va dest bi mistdan û tîmarê kir.
Ji alîyekî va jî axifî û got:
“Ji şevan şevekê dirêj e, ezbenî. Bila ev agirê me gurr bimîne. Çer hebe dar jî heye û daristan jî. Kes nabêje ka çima te ji qorîya min dar dizîye û birîye. Sar û sermaya vî çîyayî jî ne hindik, lê bi têra xwe heye. Divê ez ê xwe germ bigirim. Erê, ha!.. Ne tenê ji bo xwe jî dibêjim, heyran. Heke ku em ê xwe germ negirin nexweşî ye û nexweşî jî nabêje, way ez hatim. Îşev em ê li vir bin. Çi demê ku tirîja rojê xwe daye navçeyan û sibeh li me zelal bûye, teze wê çaxê ji min û te ra rê vedibe û rêwî di rêya xwe da…” Egîdê Kurd, di navbeyna gîya û agir da ji xwe ra cî vekir, pişta xwe da zinar û rûnişt. Bi xulîn û xuşina xwe va ava cihokê ji şevê ra hem deng û hem aheng bû. Rêwîyê şevê, hêdî hêdî jiber xwe va lorand û dûra jî dengê xwe bilind kir.
Ji alîyekî va lorand û ji alîyekî va jî stira û got:
…
Weylê dînê çîya bilind in, te nabînim lê te nabînim,
Wa kurmalê gul sor bûne naçilpînim,
Gundî malîno ez ê ser dilê xwe û kawa kubar ra,
De tu dilan nahebînim.
Lê lê dînê pezê gundê we zozanê me çêrandin, me çêrandin,
Eman dîno xamberîra dûw gerandin, dûw gerandin,
Hey lê dînê keçikê gundê we bedew in,
Xortê gundê me helandin, me helandin.
…
Erd jî wek ezman bi tarîya xwe bû. Li vî çîyayî û li ber agirê gurr ji xweşmêran xweşmêrekî rûnişti bû. Ronahîya agir dabû bejn û balê û rûyê wî yê bi xwirî. Egîdê Kurd, yekî bi nav mil, dest û pê bû. Bi şal û şapikê xwe yê xakî bû. Bi kum û kefî û li ser enîya wî jî dewsek hebû. Di balê da yekî esmer û li ser xwe bû. Di mêzekirinê da tiştê ku yekem bala merîyan dikişand pozê wî yê kov bû. Yekî pozberan, bi dev û lêvên tenik bû. Ji kesan kesekî beşerxweş û di rawêjîyê da jî te nedikarî li ser temenê wî tiştek bigota.
Ber bi hespê xwe mêze kir û yekem got:
“Erê û erê, Şamran!..” Xulekî du xulekan bêdeng ma. Ew bêdeng ma, lê xulîn û xuşîna avê û xişîna dar û beran ra jî te digot qey ji vî çîyayî ra senfonî ye.
Piştî demekê egîdê kurd, dîsa vegerîya ser axaftina xwe ya berê û got:
“Bi vî navê xwe ez Navdar im, Navdarê Kurd. Min ji nas û dost, heval û hogirên xwe û wan jî ji min hez kir. Ka îcar ez ê ji te ra qala kî bikim û kê nekim. Bi navên xwe ew, di dilê min da her û her bi wê germîya xwe ne û ez jî ji wan dûr û bi hesret im!!.” Hênijî û di pey ra jî serê xwe li hêla çepê, di ser milê xwe da tewand, çavên xwe da hev û di xem û xîyalên xwe yên borî da bû rêwî û bêdeng ma.