Gelo 15 Gulanê roja zimanê Kurdî ye?
Sarhan Isa/ nviskar/ Elmanya
Beriya em derbasî mijarê bibin, dixwazim kurtkurmancî, ji we yên rêzdar re diyar bikim, ku ez ê di vê kurtenivîsê de hewil bidim tenê nerîna xwe di vê derbarê de bînim ziman û çend pirsên têkildar deynim ser masa gotûbêjê, çimkî bi rastî ev mijareke pirr hestiyar e û bi hewceyî lêkolîneke berfereh e.
Em wek Kurd bi taybet çîna rewşenbîran divê em pêdanê bi wê yekê bikin, ku ji sedê salan ve û di hemî waran de, em, di jiyaneke ne organîzekirî û bê ser û ber de dijîn.
Ev jiyana şêlûbêlane jî ne ji ber xwe ve hatiye, bêguman sedemên wê hene.
Ji wan sedeman:
1. Em bê welat in.
2. Ne xwedî damûdezgeh in.
3. Piraniya kar û xebatên rewşenbîrî, zanyarî, olî û siyasî ûwhd bê serûber û kontrol in.
4. Me ji serdema Globalizmê jî sûde wernegirt û man di wê şêlûbêliyê de, belê ji vê kambaxtir, di cîhana Globalîzmê de, bê serûberîtiya me pirtir, nebaştir û bêsînortir bû.
Îcar, ev tabloya jor, ji me re diyar dike ku mixabin em di rewşeke ne saxlem de ne.
Em vegerin mijara xwe û bi çend pirsên balkêş, ku her kurdek gereke ji xwe bike dest pê bikin:
Îcar, ev tabloya jor, ji me re diyar dike ku mixabin em di rewşeke ne saxlem de ne
1. Gelo ma zimanê Kurdî zimanekî yekgirtî ye?
2. Ma gelo ev ziman ne ji du alfabayan pêk tê, ku yek Erebî (Aramî) ye û yek latînî ye?
3. Gelo ma ji mafê me ye, em birayên xwe Kurdên, ku alfabaya Erebî (Aramî) bi kar tînin ji biryardayînê bê maf bikin û bê destûrnameya wan roja zimanê Kurdî destnîşan bikin?
4. Hun pêwîst nabînin ku gereke em geryanekê li pêxê alfaba, ziman û dîroka têkstên olî yên pîroz yên Kurdên Êzdî bikin?
5. Di hema demê xwendinekê ji dîroka ziman û alfabaya Mîdiyan de?
6. Bi kelemperî beriya hatina Islamê gelo zimanê Kurdî di kîjan rewiş û astê de bû?
7. Gelo alfabaya kurdî latînî a, ku li Ermenistanê bi kar dihat û romannivîs û rojhilatnasê Kurd yê navdar Ereb Şemo romana xwe (Şivan ê Kurd), pê nivîsandiye, (1930) ne kevintitre ji ya Celadet Bedirxan (15 ê Gulana 1932 ).
8. Rola Baba Tahir Al-Hemedanî (935-1010) di ziman û rojnamegeriyê de çi bû?(tevî ku ziman û nasnameya Baba Tahir bi xwe ciyên guman û pirsê ye).
9. Gelo dîroka alfabaya kurdî bi tîpên (aramî-erebî) a ku di salên (1898- 1910) hatiye nivîsîn, ji ya latînî ne kevintir e?
10. Her weha li rojhilatê Kurdistanê di sala (1913 ) an de Ebdulrezaq Bedirxan jî hewil daye, ku alfabayeka kurdî li gor tîpên Rûsî biafirîne.
Ji layekî din ve, hindek navên mezin di dîroka edebiyat û zimanê Kurdî re derbas dibin, ku em qet nikarin wan piştguh bikin
Di heman demê de, em jî bîr nekin ku dîroka rojnamegeriya Kurdî bi Tîpên erebî ji ya latînî kevintir e, mînak: (rojnameya Roja kurd (1912) ku li ser destê komela Hêwa (Ebdulkerîm Efendî) li Istanbolê hat weşandin. Paşê navê wê hat guhertin, û bûye Hetawyî Kurd. Û Rojname Jîn (1919) ku ew jî li Istanbolê li ser destê Hemza Selîm, Memdûh Selîm û Kemal Fewzî hatiye weşandin.
Ji layekî din ve, hindek navên mezin di dîroka edebiyat û zimanê Kurdî re derbas dibin, ku em qet nikarin wan piştguh bikin, hinek ji wan jî ev in: Ehmedê Batê (koçkirin 1495), Melayê Cizîrî (koçkirin 1640 ), Feqiyê Teyran (koçkirin 1660 ), Ehmedê Xanî (koçkirin 1708 ), Nalî (koçkirin 1856 ), Hacî Qadir koyî (koçkirin 1894 7, li Istanbolê).
roja 21 Sebatê wek roja cîhanî ya zimanê dayîkê erê kir û pejirand (International Mother Language Day)“. Çima em Kurd jî mîna hemî gelên cîhanê şahiyê bi vê rojê nakin û wek roja zimanê dayîkê napejirînin?
Dêmek em li vir rû bi rûyî du dîrok, du çand, û du serborekên cuda ne.
Du xalên din, yên ez di vî warî de pir giring dibînim ku ew jî ev in:
1. Biryara destnîşankirina roja zimanê Kurdî (15.gulanê), ji layê kongira netewî ya kurdistanê (KNK) ve bû. Anku biryareke siyasî ye û damûdezgehên rewşenbîrî û rojnamevanî kurdî ji vê biryarê bê ilm û bi guman in.
2. „Di kongira giştî (Êlûna 1999) an de, ya saziya perwerde, xwendin û çandê (Yonisko) de, ku girêdaye bi netewên yekbûyî ve, li ser pêşniyaza Bengiladiş projeya biryara (30 C/DR.35) hat pêşkêşkirin, û komela giştî ya netewên yekbûyî di biryara xwe ya sala 2002 an de destnîşankirina roja 21 Sebatê wek roja cîhanî ya zimanê dayîkê erê kir û pejirand (International Mother Language Day)“. Çima em Kurd jî mîna hemî gelên cîhanê şahiyê bi vê rojê nakin û wek roja zimanê dayîkê napejirînin?
Li gor vê kurtexwendina jor, ez bawer dikim destnîşankirina roja 15 Gulanê wek roja zimanê Kurdî wê ciyê pirs û gumanê be
Li gor vê kurtexwendina jor, ez bawer dikim destnîşankirina roja 15 Gulanê wek roja zimanê Kurdî wê ciyê pirs û gumanê be, û ez dibînim ku em bi hewceyî lêveger û gotbêjên têr û tije ne li ser vê mijarê.
Têbînî: Bêguman Bedirxanî xwedî destpêşxerî û xebateke hêja ne çi Celadet wek yek ji afrînerên alfabaya Kurdî latînî, û çi Miqdad Bedirxan wek afrînerê (Rojnama Kurdistan 1898) û gelekên din, û kesek nikare vê keda wan talan bike an jî bide mandela.
Serhan Isa 24.05.2024