فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Bo Şêrîn.K., Erxewan, Kejal Ehmed, û Kosar Kemal

Bo Şêrîn.K., Erxewan, Kejal Ehmed, û Kosar Kemal

Cemîl Ibrahîm/ nviskar/ elmanya

 

berî ko ez bême Kurdistanê, bême Silêmaniyê, min bi xwe gelekî bihîstibû, û li ser xwendibû jî, ko bajarê silêmaniyê, ji kevn de, navendeke navdare, ji bo wêje û rewşenbîriya Kurdî; lê ew wêneya ko di serê min de hatibû çêkirin, gelekî kêmî wê wêneya ko niha hatiye ber çavên min, bi taybetî piştî ko min wilo bi lez, hejmara yekemîn  ya kovara “Peyvîn´´( kopiya bi zimanê Erebî) xwend .

Tişta ko ez ji ber wê matmayî bûbûm, ew bû, ew hejmara gelek û berfireh ji wan helbestvanan, ewên ko têde beşdar bûbûn, û ew asteya bilind, ya ko berhemên wan yên têde belavbûne, têdebûn, û gihiştibûnê; ew naverokên gelek ronak û hêja yên wan berheman, digel ko wergerandina wan ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, hinekî ji bedewî û ronakiya berhemê, kêm dike, dîsa jî dilê mero xweş û hênik dike .

zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, hinekî ji bedewî û ronakiya berhemê, kêm dike, dîsa jî dilê mero xweş û hênik dik

 

Ya ko bêtir bala min kişand, helbestên wan xuşkên ko di vê kovarê de beşdarî kiribûn, ew pênûsa wan ya zêrîn û gelekî wêrek û aza, ya ko ji ti eksî û ji tiştekî natirse, ya ko ew hemû bend û girêbendên civakî, yên kevn û rizyayî, şikandibûn û di ser wan re derbas bûbûn, da ko bi azadî hestên xwe, yên jinan, yên rasteqîne, derbibirin, û eşkere bikin; ew hestên wan yên ko her û her , û heya niha, veşartibûn, yan zor li wan hatibû kirin ko wan veşêrin, û di dilên xwe de bihêlin; û jin jî, weke ko hatiye zanîn, kaniyeke xurt diherike, û zengîne, tije hestên mirovatî yên bi coşe, tije dilovaniya germe, çi weke dê, yan xweh, û çi weke dîlber, û xoşewîst .

wê rê bide xwendevanên bi zimanê Erebî jî, ko wêje û wêjevanên Kurd bişopînin, nivîsandinên wan bixwînin

 

Ji bo vê gava giring ya ko we avêtiye, bi deranîna kovara“Peyvîn´´ û kopiya wê bi zimanê Erebî, ez ji germaya dilê xwe pîrozbaya we dikim, ev gava ko wê bihêle, û wê rê bide xwendevanên bi zimanê Erebî jî, ko wêje û wêjevanên Kurd bişopînin, nivîsandinên wan bixwînin .

Di heman demê de, ez ji dil, lêbûrînê ji wan hemû biraderdên helbestvan dixwazim, di pêşiya wan de helbestvanê me yê mezin Şêrgo Bêkes, ji ber ko min ev name bi navê Şêrîn.K û hevalên wê şandiye, ne ko min guh nedaye yên mayî, yan min ew kêm dîtine, na; lê ji ber ko ez bi xwe, weke Şêrîn.K, ez jî, kinkirin û kurtiyê, ji dirêjkirin û firehkirinê çêtir dibînim; û ezê ne dûrî rastiyê bim eger ko ez bêjim min, hindik carî, û gelekî hindik ew hevok xwendine, ewên weke hevok û helbestên Şêrîn.K, û weke “bejn û bala wê ya kin´´; ew bejn û bala ko, mixabin, derfeta min çênebû ko ez wê bibînim, û wê nasbikim; weke wan “kêlîkên gelekî kin´´ ko wê bi “xoşewîstê xwe re dibûrandin´´; lê di heman demê de, gelek wateyên kûr û zengîn di wan hevok û gotinan de hene, û dîsa jî “bandoreke dirêj´´  li ser mero dihêlin; û digel ko ew tenê çar hevokên kin bûn ko Şêrîn helbesta xwe ya gelekî xweş “ Gulên evînê´´ bi wan destpêkiribû, lê wan her çar hevokan cihekî gelekî fireh di hiş û mejiyê mero de vedigirin, û bandoreke mezin û dirêj li ser dihêlin, û demeke dirêj jî têde dimînin .

lê ji ber ko ez bi xwe, weke Şêrîn.K, ez jî, kinkirin û kurtiyê, ji dirêjkirin û firehkirinê çêtir dibînim

 

Lê, ey xuşka “ Erxewan´´, ez dibêjim belkî gotin û axaftin ne herdemî, hema wilo tenê bes gotin û axaftinin; û gerek ev gotin û axaftinên ko tu wan bê wate dibînî, nebin sedema wê “koçkirina bêkêf û bi lez´´; loma ez xweş bawerim ko ew kesên gelekî ji hindam û paqijiyê hezdikin, piştî ko vê helbesta xuşka Şêrîn bixwînin, wê zû bi zû, û di cîde, wî mafî bidinê, ko “her roj beyanî rûyê xwe, û herdû dêmên xwe yên gulgulî neşo, bi hêviya ko li ser wan, li şûna wan maçên xoşewîstê wê, gul û kulîlkên cor bi cor şîn bên, û ji nava herdû lêvên sor ji rengê gulhinarê, wê jî, xunçeyên wan gul û kulîlkên gelekî bedew û bêhn xweş, bibişkivin, vepijiqin, û vebin´

   Îcar, gelî xuşkan, gereke êdî hûn bes guhbidin wan xewnên tirsinak, ji ber ko, ew bi xwe, tenê xewnin xavin, xwe li ber jiyana rojane nagiri

 

Îcar, gelî xuşkan, gereke êdî hûn bes guhbidin wan xewnên tirsinak, ji ber ko, ew bi xwe, tenê xewnin xavin, xwe li ber jiyana rojane nagirin; û êdî guh nedin wan gotin û çîrokên “ evîna zilamê heyvê´´, û êdî hûn guhnedin wî “xoşewîstê rêwî´´, ewê ko ji evînê direve û dibêje ko“ ez ji neçarî, û bi zorê hatime koçbarkirin´´; ji ber ko bêgumane ew jinên weke we, wilo zana, aza, û xurt, karin “êdî negirîn, û nekevin xefk û davên bêhêvîtiyê, paşde vegerê, û sernizmiyê´´; ew xefk û davên ko ji berêde jin wilo bi hesanî diketinê, û bi girêbendên wan dihatin girêdan; hûn karin niha bi wan destên xwe yên hinne kirî, hezkirin, xoşewîstî, û evîna rast û rewa, ko heya niha jî weke tawaneke sezayê wê kuştine têne naskirin; hûn karin wan bikin şoreşek, û volqanek!! ……

Ev şoreşa we, kare wê nezanî û paşdemayiya wan hemû “çiyayiyên´´ kevneperest rêşbike, kare hemû wan gotinên“ev dibe´´ û “ev nabe´´ yên ko herdem li ser zimanê wan bajarvaniyên sadene, kare wan jî bi carekê re rêşbike, biavêje û nehêle; û di dawî de gelek guhertin û çaksaziyan, di vê demê de, di vê civakê de, çêke û pêkbîne; ev dema ko li cem“Şêrîn´´ gelekî kirête, da ko bibe demeke gelekî bedew, xweş, û ronak ……

Hûn karin, gelî xuşkan, vî war û welatê ko, xuşka me,“Erxewan´´ îro wan “xerabe´´ dibîne, hûn karin xweş avabikin, wê “xemgîniyê´´ ji ser rûyê wan“baxên gulan´´ biavêjin, û buhara wan li wan vegerînin, da ko bêhna gul û kulîlkan ji wan bifûre, û wan bi rengên xwe yê xweşik û bedew bixemilînin ……

îcar gelo, wê gavê, ew “zilamê heyvê´´ wê karibe xwe wilo ragire, gelo wê karibe gelekî di ber xwe de bide??!!; ew xoşewîstê koçkirî, wê karibe gelekî li welatên biyanî bimîne??!!; wê karibin guhnedin wan bangewazên vegerê??!!; ewên ko ji wan dixwazin ko vegerin, û her yek ji wan, wan gulên mayî  ji temenê xoşewîsta xwe biçine, destê xwe li wan tîrêjên rojên wê yên mayî bide hev??!!; belkî îcar wilo, wê “ciwanî û gencîniya wê, dilovanî û dilpakiya wê, lê vegerîne, ew dilpakiya weke şîrê dê xweş û zelal´´; belkî “zelaliya şebnema dev û lêvên wê, germaya maçên wê yên agirî, nûjen bike!!´´

Ez xweş bawerim, ko ew xoşewîstê reviyayî, wê bi tarîtiya şevê ya ko di çavên xoşewîsta wî de ne, sûnd bixwe ko ewê di cîde, û bê derengî, vegere, û wê bê dudilî vegere!! .

 

ji we tê xwestin jî, ko hûn vî welatî bikin baxe gulek bedewtir û xweştir

 

Mane, xuşka “Nazdar´´ jî, gelekî bi haydarî bi wê têla efsaneyî re, ya ko di giyanê mêrê xwe“Qubad Celîzade´´ deye, dide û distîne; ji ber ko, li gorî wê, “Qubad´´ bi xwe, ne ji xwîna Adem û Hewa ye; loma ew bi evîndarî bi kar û barê xwe radibe, û bi hezkirinê bi wan re dide û distîne; ji ber ko, weke ko hûn jî zanin, bi hezkirinê, bi xoşewîstiyê mero kare, li her derê, û di her demê de, tiştên gelekî mezin û hêja çêbike, û pêkbîne; û herwekî ko “Irfan Ehmed´´ di helbesta xwe de dibêje:((Evîndarî yek zimanê wê heye)) bi wî zimanî di welatê cîhanê hemûkî re derbas dibe, milletê cîhanê hemûkî bi wî zimanî zanin ……

Mane eger ko“Qubad Celîzade´´ bi xwe jî ewqasî ji welatê xwe heznekira, wî di helbesta xwe de nedigot: ((eger min karîba, minê welatê xwe bikira gokeke biçûk û minê ew bixista di xwîna xwe de))!!……

Di dawiyê de, gelî xuşkan, ez dixwazim bêjim ko çawa we ev kovar kiriye baxe gulek zengîn û rengîn, bi gul û kulîlkên cor bi cor, bi bêhnên xweş ko ji wan difûrin; wilo hûn karin, û ji we tê xwestin jî, ko hûn vî welatî bikin baxe gulek bedewtir û xweştir; di vê erkê de barê mezin û bêtir li ser milê we ye, li ser şanê we ye, ey xuşka “Şêrîn´´ û hevalên wê; ji ber ko hûn sembol û durişma jinane, û ew erk li ser şanê we ye, erka ko hûn jinê bi tevayî, ji asteng û girêbendên civakî, rizgar û azad bikin; ne wilo be ev welat, ev civak, pêşde naçe, ser berz û serfiraz nabe ……

Bi kurtî, ez dixwazim bêjim ko ne bese em bi tenê rewş û pergala welatê xwe  û civaka xwe, bînin ber çavan, hema tenê kul û êş û derdan bibêjin; na, divê ko, bi qasî daxwaz û hêviyên xwe, û yê gelê xwe, em guhertin û çaksaziyan têde çêbikin, vî welatî ji nifşên bên re xweş bikin ……

Di gel rêz û silavan .

Birayê we, parêzer Cemîl Ibrahîm .

Silêmanî- Qamişlo 18-5-1999 .))