فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Werin em zimanê xwe biparêzin

Werin em zimanê xwe biparêzin

 

cemil ibrahim/ nviskar/ elmanya

 

Di destpêkê de ez dixwazim bêjim ko, bi rastî, ez bi xwe, ez xwe nabînim ew kesê herî zana û pispor di warê rêzimana zimanê Kurdî de, yan jî xwediyê axaftin û nivîsandina herî rast, û bê kêmanî û bê şaşî me; lê li gorî zanebûna xwe ezê çend xal û têbîniyan bêjim, ko ew weke şaşî û neduristiya nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî têne jimartin, û dibin hokarên şêwandin û xerakirina zimanê me, bi taybetî di nivîsandinê de, di pirtûk û kovarên ko têne çapkirin û belavkirin de, yan jî di wan nivîsên Eliktronî de, di malperan de û di fêsbûkê de; bi nêrîna min, nivîskarên me yên birêz, li vir yan li dera han, dikevin gelek şaşiyên ko zimanê me birîndar dikin, diêşînin, yan jî, eger bikêr bê ko em bêjin, xeradikin; îcar ya herî giring ew e ko em zimanê xwe biparêzin, heya ji me bê em xwe ji şaşiyan dûrbixin, wan serrast bikin, û bê dudilî, bê ko em ji hev şerm bikin, em wan şaşiyan ji hev re bêjin, û deynin ber çavên hev, û em nerînên xwe di vî biwarî de ji hev re eşkere bikin, bi hev biguherin; ez dibêjim ev erkê her kesî ji me ye, û bi taybetî ew kesên xwe nivîskar dibînin; ev nayê wateya ko em hestê ti kesî birîn bikin, yan wî biêşînin …

 

îcar ya herî giring ew e ko em zimanê xwe biparêzin, heya ji me bê em xwe ji şaşiyan dûrbixin

 

-1-

XELEKA YEKEMÎN

    Di pêşî de, ezê li ser wergera sirûda me ya netewî (Ey reqîb) bo zaravê Kurmancî rawestim, nêrîna xwe li ser vê wergerê bêjim:

Ev sirûd li ser zimanê her Kurdekî ye, cihê rêz û şanaziya wî ye, li cih û di demên herî giring û hestyar de tê gotin, loma bandora wê li ser her kesî heye, bi tabetî li ser biçûkan; îcar gava ko şaşî tê de(di wergera Kurmancî de) hebin, ew şaşî dikevin zimanê me de, dikevin nivîsên me de; ji bo ko ez dirêj nekim, ez wan şaşiyan wilo dibînim:

1- Gorbuhiştî helbestvanê navdar (Dildar), ê ko ev sirûd bi zaravê Soranî nivîsiye, di malikên pêşî de, dibêje:

Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman

Nayşikênê danerî topî zeman

Kes nelê Kurd mirdiwe, Kurd zinduwe

Zinduwe qet nanewê alakeman .

Em bi kurmancî gerek wilo bêjin:

Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman

Naşikînin danerê topê zeman

Kes nebê Kurd miriye, Kurd zindî ye

Zindî ye qet nakeve ala Kurdan .

Bi min gelekî şaş e ko em bêjin( Kurd dimirin, Kurd jîn dibin), mane li cem me jî dibêjin(zindî), û min nebihîstiye ko kesekî gotiye( ew jîn dibe), em dibêjin(ew dijî, ew jiyaye, ew jiyabû), wek çawa kes nabêje( ew mirin dike, ew mirin dibe), em dibêjin( ew mir, ew miriye, ew miribû) h.d; bi zaravê Soranî(mirdiwe) tê wateya (miriye), ango di dema bûrî de miriye, lê ko em bêjin (dimirin), wate di dema niha de dimire, û ev jî ne wergereke rast û durist e, gerek e em serrastbikin û bêjin(miriye) .

Bi min gelekî şaş e ko em bêjin( Kurd dimirin, Kurd jîn dibin), mane li cem me jî dibêjin(zindî)

 

 

2- Di malikên di pey re,(Dildar) dibêje:

Ême roley rengî sûr û şoreş în

Seyrîke xwênawî ye rabirdûman .

Role, bi zaravê Soranî, tê wateya kur yan xort, gava ko gazî xortekî nûhatî dikin, û dibêjin (role), weke ko li cem me dibêjin:(kuro); û rabirdû jî bi wateya dema bûrî tê, em jî karin vê gotinê(rabirdû), bi heman wateyê bi kar bînin, mane her Kurdî ye; di encamê de, û ji bo ko ev malikên helbestê terazûyên wan neşkên, gerek em bêjin:

Ême kurên rengê sor û şoreş in

Lê binêr, xwînawiye rabirdûman .

3- Piştre dibêje :

Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr

Ta bi xwên nexşî bike tacî jiyan .

Gereke em bêjin:

Xortê Kurd( yan jî lawê Kurd) rabûye ser pê wek şêran

Da bi xwînê neqş bike taca jiyan .

4- Piştre dibêje:

Ême roley Mîdiya û Keyxusrew în

Dîniman ayîniman her niştîman .

Gerke em bêjin:

Ême kurên Mîdiya û Keyxusro ne

Dînê me, ayina me her niştîman .

5- Piştre dibêje:

Lawî Kurd her hazir û amade ye

Giyan fîda ye, giyan fîda, her giyan fîdan .

Gereke em bêjin:

Xortên kurd her hazir û amade ne

Can fîda ne can fîda her canfîdan .

Berî salekê, û hinekî bêtir jî, min hunermendê navdar Şivan Perwer li cihekî serexoşiyê dît, min jêre got ko ev wergera sirûda(Ey reqîb) hinek şaşiyên ziman têde hene, eger bêne serrastkirin wê baş be, gote min ko cara pêşî min ev werger durist kiriye, û stiraye, de ka nêrîna xwe binivîse, û ji min re bişîne; roja din min jêre li ser Watsupê nivîsî, û jêre şand, lê ciwanmêro heya niha jî ti bersiv nedaye min, û tiştek ji min re negotiye; îcar bangewaza min ji hunermendên me ên birêz re, ko li van têbîniyên ko ez dibêjim binêrin, li ser wan rawestin, û eger pê bawer bûn, û weke ko dibêjin, ev têbînî ketin serên wan, bera, li gorî wan, van şaşiyan serrast bikin, ji nû ve sirûda me ya netewî bistirên, û bi şêweyekî rast û durist bêjin ….

 

van şaşiyan serrast bikin, ji nû ve sirûda me ya netewî bistirên, û bi şêweyekî rast û durist bêjin

 

-2-

Werin em zimanê xwe biparêzin

Di destpêkê de ez dixwazim bêjim ko, bi rastî, ez bi xwe, ez xwe nabînim ew kesê herî zana û pispor di warê rêzimana zimanê Kurdî de, yan jî xwediyê axaftin û nivîsandina herî rast, û bê kêmanî û bê şaşî me; lê li gorî zanebûna xwe ezê çend xal û têbîniyan bêjim, ko ew weke şaşî û neduristiya nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî têne jimartin, û dibin hokarên şêwandin û xerakirina zimanê me, bi taybetî di nivîsandinê de, di pirtûk û kovarên ko têne çapkirin û belavkirin, yan jî di nivîsên Eliktronî de, di malperan de û di fêsbûkê de; bi nêrîna min, nivîskarên me yên birêz dikevin gelek şaşiyên ko zimanê me birîndar dikin, diêşînin, yan jî, eger bikêr bê ko em bêjin, xeradikin; îcar ya herî giring ew e ko em zimanê xwe biparêzin, heya ji me bê em xwe ji şaşiyan dûrbixin, wan serrast bikin, û bê dudilî, bê ko em ji hev şerm bikin, em wan şaşiyan ji hev re bêjin, û deynin ber çavên hev, û em nerînên xwe di vî biwarî de ji hev re eşkere bikiin, bi hev biguherin; ez dibêjim ev erkê her kesî ji me ye, û bi taybetî ew kesên xwe nivîskar dibînin; ev nayê wateya ko em hestê ti kesî birîn bikin, yan wî biêşînin …

XELEKA DUWEMÎN

Pêkanîn, yan jî sazkirina hevokan

Di her zimanekî de hevok ji sê bêjeyên sereke pêktê, ew jî ev in: Kirde, Bireser û Lêkar, lê rêzkirina wan, ango sazkirina hevokê bi wan hersê bêjeyan, di hemû zimanan de ne wek hev e, di zimanê Kurdî de, bi tevayî, pêşî Kirde tê, bi dû de Bireser tê, di dawî de Lêkar tê; wek nimûne, yek dibêje: min sêvek xwar; di hinek zimanên din de ne wilo ye, weke zimanê Erebî, pêşî Kirde tê, piştre Lêkar tê, di dawî de Bireser tê, û li gorî wê, ew mînaka me wilo tê: min xwar sêvek

Îcar li gor şopandina min ji çend nivîskar û helbestvanan re,( ji ber ko îsal tenê, ji min hat xwestin ko ez lêveger û hûrbîniyê ji heft dîwane, çîrok, û romanan re çêkim, herweha ez hûrbînî û serrastkirinê, ji bo çend gotar û helbestên ko di Pênûsa Nû de têne belavkirin, çêkim), di gel xwendinek bi lez ji çend pirtûkên nivîskar û helbestvanên din re jî, ji min re hat xuyakirin ko hinek nivîskar û helbestvanên me ên birêz, gelek caran, ew weke zimanê Erebî hevokên xwe pêktînin, ango li hev siwardikin; bêyî ko ez navan bêjim, ezê çend mînakan ji wan pirtûkan bêjim:

– Çîroknivîsek di çîroka xwe de, li ser zimanê kesayetiyekî çîrokê, dibêje:(amade bike ji bo me vê masê)!, gerek bêje:( vê maseyê ji bo me amade bike), û li cihekî din jî dibêje(wî min siwarkir bi xwe re)!, ev hevok jî gerek wilo bihata gotin:( wî ez bi xwe re siwarkir im) … û gelek hevokên din bi vî şêweyî di çîroka wî de hatine sazkirin …

Ez ji naxê dilê xwe hêvî dikim ko kesek ji nivîskarên me ên birêz, ji ber van rexneyan, dilê xwe ji min negire

 

– Yekî din dibêje:(û bi tiliya xwe ewê nîşandikir ji pêşketina wî re)!, weke ko ez têgihiştim xwestiye bêje:(wê bi tiliya xwe pêşdehatina wî nîşan dikir) ….

– Romannivîsek di romana xwe de dibêje:(ew pelik hiştiye di destê wî de)!, gerek bê gotin:(ew pelik di destê wî de hiştiye), dîsa dibêje:(ew gelek xemgîn bibû li ser wan)!, ev jî gerek wilo bê gotin:(ew li ser wan“yan jî ji ber wan´´ gelekî xemgîn bûbû) ….

– Yekî din di romana xwe de dibêje:(namîne ji wan re bilî xewnan)!, gerek bê gotin:(ji bilî xewnan ji wan re namînin) …. û li cihekî din dibêje: (keko, çima tu maye bê par ji belavkirinê?)!, gerek bigota:(keko, çima tu ji belavkirinê bê par mayî?) ….

– Nivîskarek di gotareke xwe de dibêje:(agir diweste li ber deriyên dijminên me)!, gerek bêje:(agir li ber deriyên dijminên me diweste) ….

-Yekî din di gotareke xwe de dibêje:(wî ew jibîrkir li ber derî), mane gerke bêje:(wî ew li ber derî jibîrkir), piştre dibêje:(min mest nekir ji xeynî çîrokek), ev hinekî giran e, lê gerek mero bêje:(tenê çîrokekê ez mest kirim) ….

Lê hêjayî gotinê ye ko carina hevok bi hinek Lêkaran re(ew jî hindik in), bi awayekî din têne darijtin, ango pêşî Kirde tê, piştre Lêkar, û dawî Bireser tê; bi rastî min ew hemû nejimartine, lê ez dibêjim belkî gelekî hindik in; wek nimûne:

– Çûn: di hemû deman de wek hev e, mirov dibêje: (ez diçim dibistanê, ezê biçim ser avê, ez çûm bajêr, ez diçûm nav daristanê …HD) .

– Hatin: ew jî di hemû deman de wek hev e, mirov dibêje:(ez têm malê, ezê bêm sûkê, ez hatim cem we, ez dihatim gund …HD) .

Herweha çend Lêkarên din wek: derketin, daketin, hilkişîn ….

Lê gava ko daçekek dikeve hevokê de, dîsa rêzkirina wêjeyên hevokê tê guhertin, dîsa Bireser dikeve pêşiya Lêkar, wek nimûne:

– Çûn: mirov dibêje:(ez bi rê ve diçim, ezê ji wêderê biçim, ez ji malê çûm, ez ji cem wî diçûm, …HD) .

– Hatin: mirov dibêje:(ez ji malê têm, ezê bi siwarî bêm, ez ji dibistanê hatim, ez ji gund dihatim …HD) .

Herweha mirov dibêje:( ez di derî re derketim, ez ji ser dikê daketim, ez ber bi lûtkeya çiyê ve hilkişiyam …HD) .

Ev hinek mînak bûn, lê xwediyê van çîrok û roman û gotaran, hema bêj her rûpelekî wan gelek hevokên wilo têde têne dîtin ….

Ez ji naxê dilê xwe hêvî dikim ko kesek ji nivîskarên me ên birêz, ji ber van rexneyan, dilê xwe ji min negire; di heman demê de, ez bi dilgermî destxweşiyê li van biraderan dikim, ji ber ko karekî gelekî baş û hêja kirine, gava ko berê xwe dane nivîsandina bi zimanê Kurdî, lê bê guman e jî, herkes zane ko em hemû di nivîsandina bi zimanê Kurdî de hinekî qels in, divê em gelekî lê miqate bin ko em bê şaşî binivîsin, gelek caran li nivîsandinên xwe vegerin, û ji bo serrastkirina şaşiyan, em alîkariyê ji hevalên xwe bixwazin, ewên ko em wan ji xwe zimanzantir dibînin, ezmûna wan di vî warî de ji ya me bêtir e; û gerek herdem çavên me li pêzanînên nûtir û bêtir bin, û gereke em ji bo bilndtir kirina asta xwe di warê ziman û rêzimanê de newestin, da ko nivîsên me rast û durist derkevin, û em alîkariya xurt kirin û çêtir kirina zimanê xwe bikin, da nifşên me ên niha, û ên bi dû me de bên jî bi zimanekî rast û durist biaxivin, bi wê resenî û şêraniya rasteqîne a zimanê me biaxivin, yan jî binivîsin ….

 

Di destpêkê de ez dixwazim bêjim ko, bi rastî, ez bi xwe, ez xwe nabînim ew kesê herî zana û pispor di warê rêzimana zimanê Kurdî de

 

-3-

Werin em zimanê xwe biparêzin

Di destpêkê de ez dixwazim bêjim ko, bi rastî, ez bi xwe, ez xwe nabînim ew kesê herî zana û pispor di warê rêzimana zimanê Kurdî de, yan jî xwediyê axaftin û nivîsandina herî rast, û bê kêmanî û bê şaşî me; lê li gorî zanebûna xwe ezê çend xal û têbîniyan bêjim, ko ew weke şaşî û neduristiya nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdî têne jimartin, û dibin hokarên şêwandin û xerakirina zimanê me, bi taybetî di nivîsandinê de, di pirtûk û kovarên ko têne çapkirin û belavkirin, yan jî di nivîsên Eliktronî de, di malperan de û di fêsbûkê de; bi nêrîna min, nivîskarên me yên birêz dikevin gelek şaşiyên ko zimanê me birîndar dikin, diêşînin, yan jî, eger bikêr bê ko em bêjin, xeradikin; îcar ya herî giring ew e ko em zimanê xwe biparêzin, heya ji me bê em xwe ji şaşiyan dûrbixin, wan serrast bikin, û bê dudilî, bê ko em ji hev şerm bikin, em wan şaşiyan ji hev re bêjin, û deynin ber çavên hev, û em nerînên xwe di vî biwarî de ji hev re eşkere bikiin, bi hev biguherin; ez dibêjim ev erkê her kesî ji me ye, û bi taybetî ew kesên xwe nivîskar dibînin; ev nayê wateya ko em hestê ti kesî birîn bikin, yan wî biêşînin ….

 

XELEKA SÊYEMÎN

 Bikaranîna Cînavan

Bi dîtina min bikaranîna Cînavan di zimanê Kurdî de, hinekî astem e ango zehmet e, û hinekî aloz û têkilhev e jî, ji ber ko, weke ko ez zanim, hîna rêzikek, ango bingehnameyek çarçovekirî ji wan re nehatiye peyda kirin; ev zehmetî, bi taybetî, tê pêşiya wan kesan, ewên ko nuh hînî zimanê Kurdî dibin, û herweha nifşên me ên nuh jî rûbirûyî vê zehmetiyê dibin, yan jî ew kesên ko nivîsên bi Kurdî hindik xwendine; evana gelekî di bikaranîna van Cînavan de şaş dibin, ango ne bi duristî bikartînin; hinek nivîskarên me jî gelek caran, di nivîsên xwe de, yan jî di axavtina xwe de, di kevin wan şaşiyan, û ne bi awayekî rast û durist Cînavan bikartînin, wek nimûne:

-Romannivîsek, di romana xwe de, li ser zimanê kesekî romanê, dibêje:

´´wî min siwarkir bi xwe re´´, lê rastiya vê hevokê gerek wilo be:´´wî ez bi xwe re siwarkirim´´ …

-Yekî din dibêje:“bavê min, min bir sûkê´´, ev rastiya wê gerek wilo be:“bavê min, ez birim sûkê´´ .

-Çîroknivîsek di çîroka xwe de dibêje:“werîs jêre dirêj kirin, û ji çala kûr kişandin´´, ev jî rastiya wê gerek wilo be:“û ew ji çala kûr kişandin´´ .

– Yekî din dibêje:“ piştî demekê vegeriya û got: bi xwedê me wî nedît, ne li mal bû´´, ya rast gerek bigota:“ me ew nedît´´ .

Bê guman gelek hevokên wilo, min di pirtûkên wan nivîskaran de dîtine, ko dibin cihê xemgînî û dilêşiya mirov, loma min gelekî giring dît ko ez hinekî, û li gor zanebûna xwe, li ser vê yekê bisekinim, û şirove bikim ….

Ew Cînavên ko min di destpêka vê xelekê de amaje bi wan kiriye, em karin wan têxin du komikan, ew jî ev in:

– komika yekê:(ez, tu, ew, em, hûn, ew) ….

– komika duduwan: (min, te, wî, wê, me, we, wan) ….

Ji ber ko bikaranîna van Cînavan di hevokê de, bi heman lêkarî re, li gor dema lêkarî tê guhertin, divê mirov hinekî bi hûrgilî wan şirove bike, wek nimûne:

Xwarin( herweha piraniya lêkaran): di dema niha de, û di dema de, Cînavên komika yekê pêre tên bikaranîn, mirov dibêje:

Ez dixum, ezê bixum, yan jî ez dê bixum .

Tu dixwî, /tu dê bixwî .

Ew dixwe, ew dê/wê bixwe .

Em dixun, emê/em dê bixun .

Hûn dixun, hûnê/hûn dê buixun .

Ew dixun, ewê/ew dê bixun .

Lê di dema bûrî de, Cînavên komika duduwan pêre tên bikaranîn, loma mirov dibêje:

Min xwar, min dixwar, min xwaribû .

Te xwar, te dixwar, te xwaribû .

xwar, dixwar, xwaribû .

xwar, dixwar, xwaribû .

Me xwar, me dixwar, me xwaribû .

We xwar, we dixwar, we xwaribû .

Wan xwar, wan dixwar, wan xwaribûn .

 

Îcar gava ko Cînav bibe bireser, dîsa bikaranîna Cînavan tê guhertin, lewra di dema niha û a de, Cînavên komika duduwan tên bikaranîn, loma mirov dibêje:

Ev şêr min dixwe, ev şêr dê/wê min bixwe .

Ev şêr te dixwe, ev şêr dê/wê te bixwe .

Ev şêr dixwe, ev şêr dê/wê bixwe .

Ev şêr dixwe, ev şêr dê/ wê bixwe .

Ew me dixwe, ew wê/dê me bixwe .

Ew we dixwe, ew wê/dê we bixwe .

Ew wan dixwe, ew wê/dê wan bixwe .

Û di dema bûrî de, Cînavên komika yekê tên bikaranîn, mirov dibêje:

Wî şêrî ez xwarim, wî şêrî ez dixwarim .

Wî şêrî tu xwar, wî şêrî tu dixwar .

Wî şêrî ew xwar, wî şêrî ew dixwar .

em xwarin, wî em dixwarin .

hûn xwarin, wî hûn dixwarin .

ew xwarin, wî ew dixwarin …

Birin:di dema niha de, û di dema de, gava ko Cînav dibe Bireser, Cînavên komika duduwan pêre tên bikaranîn, loma mirov dibêje:

Ez te dibim, ezê/ez dê bibim .

Tu min dibî seyranê, tê/tu dê me bibî ber avê .

Ew te dibe komeleyê, ew wê/ dê bibe sînemayê .

Em wan dibin bajarê wan, emê/dê bibin mala wê .

Hûn wan dibin nava bajêr, hûnê/hûn dê me bibin mal .

Ew te dibin gund, ew wê/ew dê wan bibin sûkê .

Lê di dema bûrî de, û dîsa gava ko Cînav dibe Bireser, Cînavê komika yekê tên bikaranîn, mirov dibêje:

Min tu bir malê, min ew dibir dibistanê, min hûn biribûn bajêr .

Te ez birim sûkê, te ew dibir gund, te ez biribûm kargehê .

tu bir bajêr, wî ez dibirim daristanê, wê ew biribû/biribûn cem xwe.

Me tu bir ser doktor, me hûn biribûn seyranê,

We em birin ber avê, wê ew biribûn cem xwe .

Wan tu birin mal, wan ew biribûn bajêr ….

 

Hinek lêkar hene (belkî me di xeleka bûrî de ew dabûn xuyakirin), ev rêzika jorîn wan li xwe nagire, û bikaranîna Cînava bi wan re cuda ye, wek:

Çûn: di kêşana“ çûn´´de, Cînav bi demê re nayê guhertin, herweha di kêşana hinek Lêkarên din de jî, weke:

Hatin, derketin, daketin, hilkişîn .

Loma tenê Cînavên komika yekê bi wan re tên bikaranîn, mirov dibêje:

Ezê/ ez dê biçim( yan jî ezê/ ez dê herim), tu diçî, ew çû, em diçûn, hûn çûbûn, ew çûbûn .

Ezê/ez dê bêm, tu tê/ têyî, ew dihat, em hatin, hûn dihatin, ew hatibûn .

Ezê/ez dê derkevim, tu derdikevî, ew derket, em derketin, hûn derdiketibûn, ew derketibûn .

Ezê/ez dê dakevim, tu dadikevî, ew daket, em dadiketin, hûn daketibûn, ew daketibûn .

Ezê/ez dê hilkişim, tu hildikişî, ew hilkişiya, em hildikişiyan, hûn hilkişiyabûn, ew hilkişiyabûn ….HD .

Bi texmîna min, bi giştî, bikaranîna Cînavan bi van awayên ko me li jor gotine tê, belkî hinek hûrgilyên din hebin, yan hinek navlêkirinên din hebin, min negotine, yan min nizanîbû ez bêjim, lewra, eger hebin li min bibûrin, ewqas ji destê min hat, bê guman e ko mirov bêtir ji zanebûna xwe, yan bêtir ji karîbûna xwe tiştekî nabêje, tiştekî nake ….

 

Ê me jî, bêguman, rojekê ev zimanê me, bi taybetî di nivîsandin û xwendinê de, divê bibe yek, herkes, li herderê Kurdistanê, wek hev binivîsin û bixwînin, devokên xwecihî bimînin jî, nabe derdekî giran

-4-

XELEKA ÇARAN

Ber bi zimanekî yek pîvan ve

Ango (standard)

Herwekî em hemû zanin, ev sedên salan e ko zimanê Kurdî nebûye zimanekî fermî, ango nebûye zimanê dewletê, loma sê zaravên sereke têde peyda bûne, û çend zarav yan devokên din jî têde peyda bûne; hersê zaravên sereke ev in: Kurmancî, Soranî, zazakî yan jî Dumilî; zaravin din jî hene wek: Lorî, Goranî, Hewramî; îcar di nav van zaravan de devokên herêmî û ên xwecihî jî hene, erê nabin wek zarav, û ne gelekî ji hev cuda ne, û gelekî bi hesanî mirovên van herêman di axavtinên hevdû de digihên, lê dîsa jî, carina devoka bajarekî hinekî cuda dibe ji ya bajarekî din, û tu bikî nekî pirsgirêk peyda dibin ….

Ji herkesî ve xuya ye ko ev cudahiya devokên xwecihî, di hemû zimanan de heimanê Erebî, li her welatekî Ereban devokek başqe heye, belkî devoka her bajarekî ji yê din cuda ye; lê di nivîsandin û xwendina fermî de, hemû yek e, ti cudayî, li seranserî welatên Ereban nayê dîtin; herweha zimanê Elmanî jî, wek nimûneyek din, devokê xwecihî hene, lê zimanê fermî dîsa her yek e; bê guman zimanên din jî wilo ne ….

Ê me jî, bêguman, rojekê ev zimanê me, bi taybetî di nivîsandin û xwendinê de, divê bibe yek, herkes, li herderê Kurdistanê, wek hev binivîsin û bixwînin, devokên xwecihî bimînin jî, nabe derdekî giran; meger niha dewleta Kurdî tine, ango eger Kurdistan hemû hîna nebûye dewletek serbixwe, ev yek, bi dîtina min, nayê wateya ko em yekbûna zimanê xwe piştguh bikin, ango em xwedî lê dernekevin; ez bawer dikim ko her nivîskarek (Helbestvan, Çîroknivîs, Romannivîs, û Gotarnivîs) kare di vî warî de bizavekê bike, alîkariya yekbûna ziman bike, ew jî eger em hemû, û heya ji me bê, em bi şêweyekî binivîsin ko bêtirî xelkê Kurdistanê  pê diaxivin, pê dinivîsin, û pê dixwînin, yan jî em li reseniya zimanê xwe miqate bin, em gotin û bêjeyên resen û durist bikarbînin; gerek em nemînin her yek ji me, çawa li gundê wî, li bajarê wî, li herêma wî tê axavtin wilo binivîse, gerek heya ji me bê em, di nivîsên xwe de, devoka xwecihî deynin aliyekî, û em herdem pabendî reseniya zimanê xwe bin ….

Di wan xwendinên ko min berî niha amaje bi wan kiribû de, gelekan ji nivîskarên me ên birêz bêtir bi devoka herêma xwe nivîsandine, weke nimûne :

 

 

 

 

 

 

 

 

 

-li welatekî jibîrkirî hişkere dike .

– xwîner .