فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

şandin

دیزاینەر

Diyaspora malpereke giştî ya edebî, hunerî û çandî ye. Li ser mijarên hevdem, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê girîng e. Ji bo avakirna platformeke azad e û girîngiyeke taybet dide berhemên nivîskarên kurd ên li dîasporayê.

 

Mercên weşanê li ser malpera Diaspora:

1. Divê gotar bi zimanê kurdî yê durist hatibê, bi kêmasî çewtiyên rastnivîsîn, çap û nivîsandinê bên nivîsandin.

2. Malpera Diaspora li pey tîpên Akademiya Kurdî ye, gotarên ku pêwîstiya wan bi guherandinan biçûk heye, rast dike, lê tu gotarên ku gelek xeletiyên rastnivîsînê û zimanî hene, naweşîne.

3. Dîaspora wê gotarên ku berê nehatine çapkirin û paşê jî gotarên ku berê jî hatine weşandin û dîaspora girîng dibîne dê biweşîne.

4. Divê gotar ji aliyê nivîskar bi xwe ve, bi navê rast û wêneyekî ji bo dîasporayê bên şandin.

5. Bersivên gotareke ku di malpereke din de hatî weşandin, li vir nayên weşandin, heya ku bersiv bi awayê gotarek serbixwe be.

6. Dirûstbûn şertek sereke ye, ger em bibînin ku yekî gotarek nivîskarek din ji me re şandiye û navê xwe lê kiriye, em ê wî kesê agahdar bikin û dûv re gotarê jêbirin.

7. Diyaspora sedemê çapnekirina ti gotarekê ji nivîskar re nabêje.

8. Diyaspora ji naveroka gotarên ku bi navên rastîn ên xwediyên wan têne weşandin ne berpirsiyar e.

9. Gotarên ku lêkolînê ne, divê çavkaniyên wan bêne gotin.

10. Dîaspora tu gotareke ku peyameke îdeolojîk, olî û siyasî hebe û ji alîyekî ve li dijî aliyekî din were nivîsandin, naweşîne.

11. Diyaspora tu gotarên ku bi perspektîfa nijadperestî û tundrewî hatine nivîsandin naweşîne.

12. Diyaspora ne malpereke ku êrîşî partî û kesayetên Kurd bike.

13. Gotarên ku ji vê malperê re têne şandin divê di pelek Wordê de bin û ji navnîşana e-mail nameyê ya jêrîn re bêne şandin:

contact@diasporawf.org