Gotara Komîta Amadekar Ya Mihrecana Helbesta Kurdî
Emer ismayîl/ nviskar/
Xuşk û birayên hêja, wêjevan û kesayetiyên rêzdar…
Dema we xewş be, û mihrecana helbesta kurdî li me û we û toreya
kurdî pîroz be
Bi navê komîta Amadekar ya mihrecana helbesta kurdî sala 2024 bi piştgêrîya Yekîtîya giştî ya Rojnemevan û nivîskarên kurd û Yekîtîya nivîskarên Kurdistan Sûrya Em bi xêrhatina hewyî hêja dikin.
Em bi omêdin ku ev boneya bi rûmet, bibe gavek ji bu zîbakirina rist û toreya me ya kurdî, û bibe pêşveçûnek rewşenbîrî, di zanîna mereqdarên peyva me ya ristevanî de.
Em gelek şadin bi vê arezûya berçav, li rex ciwanên kurd, di aliyê helbesta kurdî de, ev bi encam dibe pêşveçûn ji tore û zimanê me re, bi giştî.
em vê mihrecanê weke karekî pîroz bi vînek xurt û bi xebatek domdar û doza yekrêzîya ristên xwe ava dikin
Rêzdarên hêja : Em îro vê mihrecanê li dardixin wkî karekî berdwam ji mihrecana Yekemîn di sal 1993 di bîranîna oxirkirna helbestvanê mezin seyfayê Cegerxwîn heta nuha û Ev mihrecana me ya vê salê dibin nav nîşana Mihrecana (keça kurd) wekî rêzgirtin ji kar û xebata mamosteya me ya hêja Emîna di warê ziman û çanda kurdî da û Em nîşan didin ku em bi hevre alîkarbin ji bo bilndkirina bejn û Asta helbesta kurdî li cihanê tevlî hemî astengîyên Jîyana penabrî û dûrbuna ji welatê xwe, em vê mihrecanê weke karekî pîroz bi vînek xurt û bi xebatek domdar û doza yekrêzîya ristên xwe ava dikin , bi hemî rengên helbestan bersiva gelek corên jîyanê didin ku buye dîroknivis,
Hêjayî gotinêye ev mihrecan tê li darxistin di rewşek cihê rêzgirtinê ye di derbarî gavên pîroz yên hatine û tên avetin di warê zanist û çanda kurdî de , nexasim geşbûna dîyardeya avakirina grûpê rewşenbîrî û komelên kurdî û derketina pir kovar û çapkirina pirtûkên kurdî yen ku pirtukxana kurdî pir bihêz û delemend dibe,
amadeyên xoşewîst û rêzdar
Ev bûyera salane, cihê dilxweşiya her kurdekî dilsoj û mereqdarê toreya kurdî ye..û ji bo vê yekê, ji helbestvan û rewşenbîrên me tête xwestin ku asta xwe ya torevanî ristevanî bilind bikin..
Em bawerin, bi behredariya ristevanên xwe..û em ji wan dixwazin ku ew ciwan karî û behredariya kurdî ya resen bidine xuyakirin, di mihrecanên ayinde de .
Em ji ristevanên xwe yên hevdem dixwazin, ku ew behredariya Cizîrî û Xanî û Nalî û Koyî ji nûve vejînin, da nifşên nû tê bigihêjin ku gelê kurd her jîndare
Em ji ristevanên xwe yên hevdem dixwazin, ku ew behredariya Cizîrî û Xanî û Nalî û Koyî ji nûve vejînin, da nifşên nû tê bigihêjin ku gelê kurd her jîndare ,tevlî hemî zordariya li wan hatiye kirin .
Amade û beşdarên birêz, taybetmendiya vê Mihrecanê ew e ku kariye mûmên lidarxistinê ji sala 1993an ve geş û vêxistî bihêle heta ku îro mihrecan gihişt îro , di dema ku her civînek kurdan ji bo ziman ba yan jî tore û siyaseta kurdî ba, qedexe bû û cihê lêpirsîn û sizakirinê bû , lê komîta amadekar ya vê mihrecanê bi dilsozî û viyaneke kurdewarî li wan astengan tevan nedipirsî, û mihecan pirî caran bi şêweyekî nehînî û veşartî li dar dixist, û hin hevalên komîta amadekar tûşî girtin û zindanan bûn di ber berdewamiya vê helkefta pîroz de.
Nuha bi dilekî şad û bi pîrozbahî, em di dest bi bernameyên mihrecanê bikin.
Bijî mihrecana helbesta kurdî.
Her bijî kurd û Kurdistan
Komîta Amadekar Ya Mihrecana helbesta kurdî