فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

RAMAN

RAMAN

Dilawerê Zengî/ Nviskar/ Qamslo

 

Raman di binyata xwe de du celeb in: Xweser û riçder. Ramana xweser ew e ku havila mêjû, zanîn û piraweya mirov e û ji hevyariya wan çar dibe. Herçi ramana riçder, riça wê ji derve, anku ji alî hinekên jîrtir ve tê û di serê mirov de tête çandin. Ev celeb raman, goreyî xurtiya xwe di can û giyan de cih digire, paşê pêkanîn an bicihanîna wê ji mirov re dibe kameke bingehîn.

Raman xweser be yan jî riçder, bi qasî kûrahiya ku di can û giyan de rehên xwe berdane, şopine xurt li ser jîna mirov dihêle. Çi dema ku ramanê di can û giyan de cih girt, biderkirina wê gelekî dijwar dibe. Heke hilkirê wê ji çandiyê wê ne xurtir be yan jî canê ku ramanê tê de riç berdayî ne qelstir be, yan ramangîr ne zana û azadîperest be, ne pêkan e ku mirov bikare ramanekê ji canê ramangîr bi der bike.

 

bi qasî kûrahiya ku di can û giyan de rehên xwe berdane, şopine xurt li ser jîna mirov dihêle

 

Bêgoman raman tiştine demdemî ne û ne mayînde ne. Raman ji bo rewşekê, dozekê yan demekê ji mêjûyekî çar dibe û ji bo wê rewş, doz û demê bi kêr tê.

Ramana ku ji bo rewşekê çak be, ji rewşeke din re ne çak e. An ku ji bo dozekê baş be, ji dozeke dîtir re ne baş dibe; ya ku ji bo demekê rind be, ji bo demeke din kirêt dibe. Ji lew re em nikarin ji ramanê re rûçikekî yekker darêjin. Çi gava rewş, doz an dem hate guhartin, raman jî hêdî hêdî bihayê xwe winda dike û berî dide mirinê; cihê ku lê baş bû, ne baş dikeve û li şûna karê li ziyanê dihesile.[1]

Raman wekî sepandina hiş di mijarekê de, ji bo gihandina zanîna nenas tê pênasekirin. Wekî nimûne, dema ku tê gotin: Min di mînakê de hizir kiriye. Kam ji peyva ramanê nêrîn û dîtin e û raman jî ev e. Hizir wêneya hiş û bîr a tiştekî, dema ku hizirîn wekî sepandina hişê di pirsgirêkekê de; ji bo gihiştina çareseriya wê tê pênasekirin. Ango raman berhema pêvajoya ramankirinê ye û pêvajoya ramankirinê jî wekî pêvajoyeke hundirîn tê pênasekirin. Çalakiya hiş û bîr a ku di nav xwe de derbasbûna hizirkirin, aşop û têgihiştina tingijîn û hestiyar e ku bi her rewişt û tevgereke derveyî re hevriyî yan pêşiya wan e, û mirov vê çalakiyê bi hişmendî yan nehişmendî pêk tîne. Tê vê wateyê ku raman hewldanek mirovî ye, dibe ku rast an şaş hildigire, û ew e ne bi pakî û pîroziyê ve girêdayî ye. lê eger li ser sedemek xuya û veguheztina rast be û li gorî rastî û xwezayê be, xwe nêzî rastiyê dike û ji şaşiyê dûr dikeve.

Pênaseya ramanê

Ew komeke mezin a pêvajoyên têgihiştinî û hizirî ye ku ji hêla hişê mirovan ve têne birêvebirin. Ya ku dihêle dirûvek cihêreng a cîhana ku mirov tê de dijî ava bike. Li gorî vê yekê, ew jê re dibe cîhanek û dikare bi riçtir pê re karîwer bibe; Ji bo ku bigihîjin armanc, plan û daxwazên ku bêne bidestxistin. Di heman demê de, ew awayê ku giyanê mirov di nav deverên cuda yên rastiyê de dilivîne û her tiştê ku ji bo hişê mirov çemekî û nirxbilind e, tê pênase kirin; Ji bo ku li ser tiştên hêja birame û xuya bike. Ew dikare wekî komek kiryarên ku hiş di zanînê de dike da ku nenas xuya bike û were pênase kirin. Ev jî weke pêvajoya ku rastî bi riya bikaranîna hestên cihêreng di mêjî de tê gihandin û karê girêdana wê bi agahiyên berê re ji bo şirovekirina wê yan jî dadbarkirina wê tê pênasekirin.

 

Ew dikare wekî komek kiryarên ku hiş di zanînê de dike da ku nenas xuya bike û were pênase kiri

 

Çavkaniyên ramanê:

-Dê û bav: Di jiyanê de, bernameya yekem a ramanê ji dê û bav bidestvihînayî ye. Mirov ji wan peyv û wateyên wan, durvên laş û rû, baweriyên olî, nirxên bilind, rewişt, tevger û hestan fêr dibe. Ev hemû jî di danûstandinê de, bi cîhana derve û xwe re jêdereke sereke ne.

-Malbat: Hiş, agahdariyên ku ji jîngeha malbatê bidestvihînayî, bi hemî ramanên wê yên berê ve hatî avakirin girêdide, ev yek dibe alîkarê bicihkirina bernameya wê ya ramanî pir bike.

-Heval: Heval piştî dê û bav duyemîn çavkaniya herî metirsîdar a bernameya ramanî ne. Ji bilî ku yekem destkefta mirov in; reng e ku wî bi xwe ew hilbijartine. Ev yek dibe sedema hesta wî ya pesind-kirin û serxwebûnê û di bin riça hevalên xwe de, fêrî reftar û tevgerên neyînî dibe, û riçê li bernameya wî ya sereke ya ramanî dike.

Ji bilî ku yekem destkefta mirov in; reng e ku wî bi xwe ew hilbijartine

 

-Jîngeha perwerdehiyê: Dibistan an jîngeha perwerdehiyê bi xurtî riçê li ramanên kesan dike. Ev yek bi riçbûna şêwaz, tevger û sinçiyê mamosteyan tê xuya kirin. Ji ber vê yekê hêsan e ku mirov hin tevgerên erênî yan neyînî werbigire û wan li ramanên wî yên berê pir bike  û ya ku rê dide wê yekê ku ew bihêz di hişê wî yê neynî de cih bigire.

-Civaka derdorê: Ramanwerên civakî bala xwe didin ser sazgêriya bandora civakê ya li ser awayê ramanê dike. Nemaze, di serdema nûjeniyê de. Ev qad di navenda xebatên hin rêzkariyên wek: Derûn-asiya civakî û civaknasiyê de ye.

-Alavên ragihandinê: Ragihandin yek ji girîngtirîn amûr e ji bo bandorkirina li ser raman, bîr û baweriyên mirovan e, bi taybetî medyaya nû, di nav de torên civakî, nemaze ku zêdebûna bikar-anîna van amûran û diyarkirina naveroka wan, bêgoman bandora wan zêde dike. Tenê bi hin bîr û nêrînan re sînordar dibe, lê belê li ser hemû beşên civakê gav bi gav û dûbare, bawerî, reftar û ramanan diguherîne.

Amûrên bandorkirinê tenê bi şiyana wan a riçkirina li ser medyayê ne sînordar in, raman û hişyariya mirovî heye, ji bilî bijartinên wî yên ku ew di medyayê de temaşe dike û dişopîne, û ev hêman tev beşdar dibin; ji bo bidestxistina riçê di astên cuda de, ku dê şêwazên jiyanê û nêrîna me ya diyarkirina rola civakê û medyayê di wê de biguherîne.

-Xweyetî: Mirov di gelek  dijwarî û astengan de dijî ji wan: Asten-giyên ku bi qelsiya kesane ve girêdayî ne, li hember pêşkeftina di warê xebatê de bêşîkar hest dikin. Nikarîna biryarekê bide. Meyla bêrewşî û bêhinvedanê. Li şûna ku balê bikişîne li ser tiştên binge-hîn, li ser mijarên vala dirame. Mirov bi tiştê ku dike ne bawer e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwe dispêre yên din. Di bîrwerî û rama-nê de, karanîna lawaz û nebaş a hiş e.

Taybetmendiyên pêvajoya ramanê

Hin lêkolînên ku bi mijara ramanê wekî pêvajoyek zanistî û hişî ve karîwer bûne destnîşan kirin, ku ew çend taybetmendiyên wê hene, yên herî girîng ev in:

 

Meyla bêrewşî û bêhinvedanê. Li şûna ku balê bikişîne li ser tiştên binge-hîn

 

Ramankirin tevgerek bi mebest e; ji ber ku di hin rewşan de, bi armancek nîşankirî û ne ji valahiyekê pêk tê.

Ramankirin têgiheke rêjeyî[2]/nisbî ye, ne pêkan e ku mirov hemû cure û şêweyên ramanê di heman demê de pêk bîne, hizirîn ji hevgirtina bînahî, şarezayî û serpêhatiyan bi hêmanên jîngehê yên ku tê de dijîn, pêk tê.

Ramankirin reftar û tevgereke pêşkeftî ye; reng e ku li gorî mezinbûna kes û kombûna şarezayên wî tê guhertin û di ast û pileyên xwe de, di navbera qonaxên temenî yên cihêreng de, diguhere.

Ramankirin pêvajoyek hevbizavî ye.

Bi cure û şêwazên cuda biramin.

Raman çawan vaca dibe?!

Ramana ku hergav vaca bûye, û vaca dibe, û pêkana vacabûna wê heye, ramana riçder e. Li jor, me ji bo çarbûna ramanê sê rewş dabûn xuya kirin; Rewş, doz û dem. Gava rewşê ku raman jê çar bûye hate guhartin, bihayê xwe winda dike û roj bi roj ber ve mirinê diçe û dimre. Ramana mirî heke neyê berdan, wek cendekê mirî ku binax ne bûye bîn dikevê, û dibe sedemê gelek nexweşiyan.

Yê ku naxwaze qîma xwe bi vê rastiya han bîne tenê ramangîrê nezan ê ku ji ramaneke xweser bêpar e. Ji ber ku nikare ramaneke mezin û hêja di serê xwe yê piçûk û bêkêr de bi cih bike, bi herdu destan bi wê ramana kevin û vaca digire. Wek mirovê ku nikare ji xwe re avahiyeke baş ava ke, newêre dev ji xinçikê ku bi ser de hilweşiye berde û here li ber baranê raweste.

Heya ramangîr bikare xwe razî bike, a rastir, xwe bixapîne, ji bo ku durvekî nuh bide ramanê, hin tişt bi ser ve zêde dike. Wek mirovê ku kumê xwe ê kevin û peritî bi pirtaline reş û sor û zer pîne ke, nizam ew kum çiqas kirêt dibe?! Gava raman kete durvekî din, û zêdeyî jê çê bûn, dibe ramaneke vaca, ji ber ku raman wek tacan tiştine giranbiha ne, pîne pê nakevin. Nemaze ku paresteyên ramanê nezan bin, û pînekerên wê ne jêhatî bin, raman di vaca bûnê de durvekî pir kirêt distîne. Ew ramana ku piştî derbasbûna nîrê ew afirandî bi durvê xwe yê pêşîn berî dabû kirêtbûnê, dema durvê wê tête guhertin bi carekê tirş û tehl dibe. Bi qasî ku riya qenciyê bû, dibe riya xerabî û kambaxiyê. Ji ber ku raman hêdî hêdî kirêt dibe, heke ramangîr ne jîr, bilîmet û zana be, bîra kirêtbûna ramana ku pê girtî nabe û ziyanên ku ji vacabûna ramanê tên ji sedemine din dizane. Her û her qenciyên ku ji roja pêşîn ji ramanê hatine, dide ber çavên xwe û naxwaze jê bi dûrkeve. Wek kesê ku xoşewîstekî wî bimre û nexwaze cendekê wî veşêre. Bêhna kirêt a ku ji cendek tê ji sedemine din bizane û her xweşî, qencî, çelengiya xoşewîstê mirî bîne ber çavên xwe û xwe bi wê bixapîne!..

Mafir, em bav û diyên xwe ên mirî binax dikin, divê em bi rama-nên mirî negirin û wan jî binax bikin. Ji bo kesên xweş ne raste bi ramanên mirî bigirin. Rahiştina ramanên mirî bê ku me bikuje bi kêrî tiştekî nayê. [3]

Encam

Em Kurd di hemî waran de nezan, reben, bindest û bi şûnde mane!. Çiqas nexweşiyên civakî hene –wek riça sûsê- di kûrayiya canê me de cih girtine û nema bi der tên wek cendekê dêwekî çil serî, ku bi hezanan birîn lê bûne û giyanê wî qels û bê taw hiştine. Vî cendekê han, heya îro çawan xwe parastiye û neriziye, mirov mat dihêle!. Heya ku di dîroka cîhanê de em nikaribin jê re nemûneyekê bibînin. Çi gelê nîvê van nexweşiyan jê xuya kiriye, demeke dirêj dom nekiriye, dest ji xwe berdaye, ketiye, bihiriye û winda bûye.

Ew ber bi yekxwe-datiyê ve diçe û pirrengiyê mandele dike û yekxwedatiya xweza û rûmetê dipejirîne û çawa ku Xwedê desthilatdariya yekdeng û yekgirtî kiriye, baweriya wî bi pirrengiyê jî nîne

 

Çiqas em van derdan didin ber hev ku jê re seriyekî çarkin, bi me re dernakeve.. Her derdek ji yê din mezintir û dijwartir xuyaye. Tevî vê em bi serbestî û dilekî rihet dikarin bêjin ku: riça wan derdan hemi-yan ji bîra nezaniyê tête avdan; lê nezanî ne maka hemî derdên me ye. Çiqas ku kurdên bîrvir, nezanî ji hemî derdên me re mak nasîne jî, ez nikarim qîma xwe bi vê yekê bînim.[4]

Ramana kurdî nikare li hember şert û mercan li ber xwe bide, heta bi van şert û mercan têk diçe, lê gelên ku bi şert û mercên dijwar re rû bi rû mane û karîne wan bi ser bixin hene. Mafir, Kurd bextewerî û baştirîna vê dunyayê nabîne, belko li hêviya axretê digere, lewra bajarîbûn ne yek ji mijarên wî bû û her tiştê ku bi jiyanê ve girêdayî ye ne ji doz û mijarên wî ne. Ew ber bi yekxwe-datiyê ve diçe û pirrengiyê mandele dike û yekxwedatiya xweza û rûmetê dipejirîne û çawa ku Xwedê desthilatdariya yekdeng û yekgirtî kiriye, baweriya wî bi pirrengiyê jî nîne. Ew her dem li benda mirin û tunebûna dunyayê ye û yê ku ji bo jiyana xwe li mirinê binêre, ew ê qet nejî û pêş nekeve. Ramana perwerdîgara ku her tiştî bi şiroveyeke perwerdîgar, xêvî û olî rave dike, her tiştî li gerdûnê, mirov û civakê ji aliyê xêvî ve danûstendinê dike; Yan gerûşeya Xwedê ye yan jî pesindkirina Xwedê ye?!.

Tunebûna ramana Kurdî ji bo aşopê, ya ku bingeha afiran-dêriyê ye, lê ramana kurdî xwedî aşopek nexweş, qels û lawaz e ya efsane, firişt, perî û dêwan e. Ramanên wî yên dîrokî mayinde û bêtevger in, bi jiyanê re li hev nayên û pê re tevnagerin, ji ber ku her tiştê ku di dîrokê de radiweste, nikare pêşde biçe. Baweriya wî bi nirxa ramanê nîne, û dîroka ramanê di dîroka me ya kurdî de hema hema tune ye, û me ew nerînên ramanî yên ku di hemî civa-kên şaristanî yên cîhanê de peyda bûne, nabînin. Her wiha keşûba-ya tundûtûjiyê ya di navbera alîgir û ne alîgiran, dost û dijminan de hene, nas nakin.

Ramana kurdî ne sêwirandineke hizrî ye, anku darazên wê yên li ser tiştan ne encama lêkolîna rasterast e, belkî daraz tenê bêyî xwendinê ye. Ew belawela ye, ji serpêhatiyên olî, dîrokî û efsanî û ji çîrok, çirçîrok, çîvanok, pend û gotinên pêşiyan in. Dema ku mirov bixwaze lêkolînê bike, wek mînak, ew ê di mirov de lêkolînê neke, lewra ew rêbaz û şêwaza zanistî li gorî taybetmendiyên wî, kewiji-yên wî, pêwîstiyên wî û her tiştê ku di nav xwe de tevdigere û tiştê ku jê derdikeve, bi tevahî jêxwendin û hişmendiyê çêdike. Paşê ew çavdêrî û hiljimara ferwerî dike, heta ku ew bi lêkolînek rastîn, mişebûn û cihêreng a mirov çi ye derkeve holê.

 

[1] Derdên me, Osman Sebrî, rû 14-15, 1956

[2] Tiyoreka bîrnasî ye dibêje: Rastiya her tiştekî ji hebûna çêkirî rêjeyî ye, anku tiştek yê rebeq nîne, ji layê zana (Êlbert Iniştayn) ve hatiye danan.

[3] Derdên me, Osman Sebrî, rûpel: /15-16/, sala: 1956z

[4] Derdên me, Osman Sebrî, rûpel: /2/, sala: 1956z