فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Sala Nû

Sala Nû
Smko Botani/ sahir/ hewler
Çi bînim ez yara min
Eveye sala nû hat
Gelo bînim can û vîn
Got dilê te çi lê hat
nezanî dil xemgîne
perîşane bi vîne
bê omîd û mizgîne
Yar bixwe ji wêve hat
Hate bero yarê xwe
warê kul û derdê xwe
cihê vîn û eşqa xwe
ji ber wê dil pêre hat
Dilo gelek hejare
Ne hevale ne kare
Bi derde hem bê ware
Li hewara min ve hat
Bi hêvîme ne mînin
Lê çi bikim bi kînin
Kengî xweşyê bi bînin
Sala nû rojê hilat
Bi hêvîme pîrozbê
Li yara min xweşî bê
Buhara me jî zû bê
Va newroza mejî hat
Simko botanî