فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

YAR Û MIRAD

 

YAR Û MIRAD

 

Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê


ROMAN

Welî Sebrî/ Romannvis/  Holanda

 

-4-

 

 

Bi mêr û mêrxasîya xwe Kurd,

ji mirinê mezintirin…

 

Kerem Begê Qolaxasî û Navdarê Kurd, ne hema wiha bîlasebeb li vî çîyayî û bi tena serê xwe bûn. Li hember Artêşa Ûris şerekî giran kiribûn û di encamê da jî ji Alaya xwe pekîyabûn. Erê, herçiqas ji Alayê bipekin jî di encamê da li qada şer bûn û ji helwesta azadîyê dûr neketibûn. Li vî çîyayî û di vê şevê da, di şeva ba û bagêr, berf û baranê da ji wan ra pirsgirêka herî mezin xwarin û vexwarin bû û mixabin, ew jî nebû. Di tûrikê herdu mêrxasan da kerîyekî nanê tisî hebû, di zû da xwaribûn û jê tiştek nehîştibûn. Fermandarê dîl, rehet nebû û li cîyê xwe dihat û diçû û diqilqilî.

Piştra li Kerem Begê vegerîya, bi lez axifî û got:

“Mi mi mîrê min! Bi bi bi destûra te!.. Heke ku de des tûr hebûye dixwazim ji bo destavê derbikevim derva.” Ji alîyekî va got û ji alîyekî va jî cat kir ji cîyê xwe rabe. Rabû, lêbelê di rabûnê da jî hişê wî çû û tewişî. Birçî bû û çawa netewişe?

Kerem Beg, li Navdarê Kurd vegerîya û jê ra wiha got:

“Leheng!

Ê de rabe û bide pêşîya camêr. Pêdivî ye û bila ji xwe ra derbikeve derva. Ji xwe ra hem hewayê digire û hem jî bala wî sivik dibe, zû bibe û zû jî bîne…” Peyvên maqûlan zêr in, zêr. Destûr da û di pey ra jî Fermandarê dîl teslîmê Navdarê Kurd kir. Ax Kerem Beg, ax!.. Xwezîka te wî teslîmê Navdarê leheng nekira. Te hem teslîmê wî kir û hem jî te jê ra çav qirpand. Eha, madem te jê ra çav qirpandîye, biqirpîne! Lê îcar çima tu bi tilîya nîşanekê serê xençera xwe nîşan didî?.. Xençer û bêwate be!? Na, dihat wê wateyê ku eger ew teşebisê revê bike, ne hewceyê gotinê ye ku ez ê bikim û ji te ra bibêjim. Na! Ez nabêjim, jiber ku tu bi xwe jî dizanî ka tu yê çi bikî. Navdarê leheng, Fermandarê dîl da pêşîya xwe û ji şikeftê derketin. Ew ku derketin şûnda Kerem Begê Qolaxasî, ji alîyekî va dest bi pêçana cixareyê kir û ji alîyekî va jî ket xem û xîyalên kûr û ji xwe dûr bû. Di wê gavê da qey nas û dost, mêr û mêrxas nebûn neyên bîra wî; wek Xalid Begê Cibrî, Silêmanê Ehmed, Xalid Begê Hesenî, Ferzende Beg, Evdilbaqî, Ihsan Nurî û hwd. Ew peyayên roja oxirmê giran bûn. Bi wê mêr û mêrxasîya xwe ji wan her yek niha li senger û di qada şer da bû. Di sar û sermayê da, di berf û baranê da ew jî tî û birçî bûn. Ka îcar kî dizane belkî jî ji wan egîdan bîrîndar, nexweş, dîlgirtî û cangorî jî hebûn. Şer bû û şer jî bi navê xwe malwêranî û kavilî bû. Bi hatina herduyan Kerem Beg, ji xem û xîyalên xwe yên kûr dûr bû. Bêhnteng bû û jiber wê yekê jî di hatina Navdar û Fermandar da ne serê xwe rakir û ne jî livîya û deng kir. Bêhntengîya wî ne bîlasebeb bû; li vî çîyayî tî û birçî, westîyayî û serda jî ev bibû çend roje ku xew neketibû çavên wî. Vê gavê bêdengî bû û kesê ku biaxife nebû. Di rewşek wiha xirab da Kerem Beg jî ku qise neke ka îcar kî?.. Di hatinê da Fermandarê dîl, çer hatibe wer jî rûnişt û di pey ra jî serê xwe kir nav şeqê xwe û ji xwe dûr û dûr bû û Navdar?.. Navdar, li kêleka wî çok dabû erdê û wek berê dîsa bi awirên çavên xwe bû. Fermandar, bêhal û birçî bû, nedikarî li ser xwe bisekine. Bextê wî reş û rewşa wî jî li ber çavan bû. Ji rewşa wî ra gotin nebûn te yê bikra.

Bêdengîya Kerem Begê jî ji wî ra manîdar û bibandor bû. Qey Kerem Begê ji wî ra negotibû:’Fermandar, wek xwarin tiştê ku ez ê bidim ber te nîne. Nîne, jiber ku tu jî dizanî tune tune ye…’ Fermandar, li ser van gotinên wî xwe bi xwe şêwirî, di hişê xwe da bir û anî, wezinand û di encamê da biryara xwe da û di dilê xwe da wiha got:

“Na, nabe ez ê neaxifim û nebêjim. Rewşa min û Kerem Beg li ber çavan e. Ew jî birçî ye û ez jî û Navdarê Kurd?.. Navdar jî, bila ziqûmê bixwe! Bila ji birçîyan ra bimire û pêsîra min jê xilas bibe. Êş nema nede min, êş!.. Xortekî bêbav e, lê hem jî çer bêbav!..” Dilê wî bi tirs bû, lê bila be.

Axifî û yekem got:

“Mîrê min!..” Di pey ra jî sekinî û deng nekir. Bi vî awayî dora axaftinê jî hatibû, Kerem Beg.

Li Fermandar vegerîya û got:

“Heyran, ez nizanim ka îcar çima tu carê carekê berê xwe didî min û ji min ra dibêjî, ‘Mîrê min‘?.. Ez bim wisa nabêjim, lê dîsa jî tu dizanî. Navê min Kerem e û ez bi xwe jî bi vî navî xwe hem kêfxweş û hem jî serbilind im.” Herçiqas ziman li Fermandar giran bibe jî axifî û gotina xwe kir.

Belê, gotina xwe kir û got:

“Mi mi mîrê min!.. Be be begê min, şev e û derengî ye. Êdî ez nikarim bêdeng bimînim. Berîya ku me berê xwe dida vî çîyayî û em dihatin, me bi xwe ra nan û av, derman û…” Axaftina xwe temam nekir. Xulekî du xulekan bêdeng ma. Jiber ku di navbeyna Xelîl û Celîl da mabû. Peyva ku nexwastibû bibêje jî, teqemenî bû.

Carek din hat ser axaftina xwe ya berê û got:

“Wek erzaq xwarin û vexwarin, (…!), derman û hwd. di wê şikeftê da hene. Li vî çîyayî şikeft nîne cîyê wê nezanim. Min xwast ez ê vîya bibêjim û êdî destûr destûra cenabê te ye…” Kesê ku zorê bide wî û van gotinan ji devê wî bigire, nebû. Na, ne kesî li wî tade kiribû û ne jî jê ra gotibû heke ku tu cîyê nan û avê nebêjî tu wer bizanibe kuştina te ji destê min e. Kesî li wî ferz nekiribû û wî bi xwe raza xwe eşkere kiribû. Di wê şikeftê da bilî xwarin û vexwarinê jî cebirxaneyek hatibû veşartin.

Kerem Begê Qolaxasî, zêde neaxifî û tenê got:

“Ê de baş e!..”

Piştra jî li Navdarê leheng vegerîya û got:

“Ê de rabe, qurban. Rabe, emanetê camêr bîne. Emanet, emanet e û nabe em ê nedin. Em ê wê bidin û di pey ra jî rabin.” Navdar, ji cîyê xwe rabû û çû. Di hatinê da jî tiştên ku anibû li ber Kerem Begê, di rêzekî da danî. Jiber xwe va wî yekoyek girt, lê nihêrî û di pey ra jî ber bi Fermandar girt û da. Li ber wî demançe, xençer, dûrbîn û qewlikek mabû. Ji erdê qewlika reş hilda û girt, yên din jî ji Navdar ra hîşt.

Jê ra jî çav qirpand û got:

“Tu wan bigire û bila li gel te bin…” Qewlika Fermandar di destên wî da bû. Qederekê di destên xwe da bir û anî û di pey ra?..

Di pey ra jî ber bi wî va girt, da û got:

“Fermo, tu vîya jî bigire û em ê ji xwe ra rabin…” Heke ku meriv bi axîn û kesra dilê xwe bûye malê merîyan hebûye çi û nebûye çi. Fermandar, ji destê Kerem Begê qewlika xwe wergirt, lê nekir berîka xwe. Jê wêneyek derxist û di pey ra jî ber bi Kerem Begê va girt û da wî. Keremê Begê Qolaxasî, di ronahîya hesteyê xwe da li wî wêneyî mêze kir. Di wê wêneyê da sê zarok û xanimek hebû. Du zarok li kêleka wê û yek jî di hembêza wê xanimê da bû.

Herdu zarokên li kêlekê bi fistanê wê va girtibûn. Qederekê di destên xwe da girt, lê mêze kir û bi wê mêzekirina xwe ma. Na, nexwast di derbarê wêneyê da jê tiştek bipirse. Jiber ku dem ne dema pirsan bû. Di wê navbeynê da Navdarê Kurd, vala nesekinîbû. Di kulmên xwe da cend caran berf anîbû û pê agir vemirandibû. Kerem Beg, ji cîyê xwe livîya û rabû.

Di rabûnê da jî li Fermandar vegerîya û got:

“Ê de fermo! Ger ku tu jî amadeyî em ê rabin û bi rê bikevin.” Fermandar, rabû û di rabûnê da dîsa tewişî. Ne Navdar, lê Kerem Begê Qolaxasî ket pîyê wî û rê neda wî ew ê bikeve.

Berîya ku ji şikeftê derbikevin û herin Keremê Qolaxasî, devê xwe da ber guhê Navdar, kir pistepist û got:

“Ger ku livîya û nêta revê kir tu dizanî tu yê çi bikî!..” Ji alîyekî va got û ji alîyekî va jî carek din serê xençera xwe nîşan da û piştra?.. Piştra jî Kerem Begê Zirkî, da pêşî û ji şikeftê derketin.

 

 

***

 

 

Qedera gava duyem, di rewşa gava ewil da dîyar e.

 

Ji şikeftê derketibûn û di sir û seqema werzê da berê xwe dabûn navnîşana duyem. Berîya ku bi rê bikevin û herin Kerem Begê Qolaxasî, bi meraqek berê xwe da termê serbaz, serbazê ku bi laşê wî va girtibû û ber bi xwe va kişandibû. Çû, lêbelê rastê kelexê wî nehat û vegerîya. Di vegerê da jî xwe bi xwe axifî û wiha got:

“Dev jê berde, Kerem! Yê ku çûye çûye û bi mirîyan ra nayê mirin…’’

Piştra li herduyan vegerîya û got:

“Ê de nesekinin, heyran. Nesekinin, gavên xwe bi berz biavêjin û em ê ji xwe ra bi rê bikevin û herin…“

Dûra li Navdarê leheng vegerîya û jê ra wiha got:

„Heyran, ê de hela tu jî xwe wiha bide alîyekî! Xwe bide alîyekî, ne ez û te, lêbelê Fermandar rê dizane û bila ew xwe bide pêş. Şev e û ez hêvî dikim ku di vê sar û sermayê da qonaxa me ya duyem ji vir ne pir dûr be…” Navdarê Kurd, her bi baldarîya xwe bû. Tilîya wî li ser tetikê û çavên wî jî li ser Fermandar bû. Xwe da alîyekî û rê da wî. Navdar, di derbasbûna wî da li pişt xwe vegerîya û yekem li şikeftê û dûra jî di reşêşa baranê da li rewneqdarîya vî çîyayî mêze kir.

Di mêzekirinê da jî di dilê xwe da axifî û wiha got:

”Çîyayo, çîyayî qedirzan!..

Ez nizanim ka çima ewqas xemgîn î û dîdî pir esrînî tu?.. Xemgîn nebe. Soz e, û sozê didim te. Agirê azadîyê ku carekê gurr bû êdî kes nikare pêşî lê bigire û wê bitemirîne. Her dibêjim: Azadî, azadî û dîsa azadî!.. Heta ku ez azadîya te li ber çavên xwe nebînîm ji min ra tu caran rawestin nîne û ew ê nebe jî. Navdar û ji çek û sîleh dev berde!?.“ Di dilê xwe da wî, wisa got.

Got, lêbelê di eynê wextê da jî Fermandarê dîl, li cîyê xwe sekinî û ji nişka va li wî vegerîya. Ê de mebest e û di mebestê da jî xwastibû ji wî ra bibêje: Navdar! Eha, em hatin û şikeft jî li vir e!.. Ê de Navdar û derfetê bide!? Na, derfet nedabû ku camêr ji xwe ra merema xwe bibêje û biaxife. Navdar! Ê erê, madem ku te derfet nedaye, nede!.. Lê çima jiber xwe va tu dest divêjî xençerê, hi!? Ma tu nizanî di sîya xençerê da meriv lalome ye û nikare gotinê bike. Birqa vê xençerê ka ji kî ra nebûye tirsa dil ku ji wî ra jî nebe?.. Dema ku çavên wî li xençerê ket hişê wî çû û ji kûr va kir axîn û zarîya. Bi zarîna wî ra Keremê Qolaxasî, jiber xwe va dest avêt şeşagirê.

Ji alîyekî va dest avêt û ji alîyekî va jî axifî û got:

“Xêr e, çi bû û çi qewimî!?.“ Bersiva pirsê ne ji Navdar, lê ji Fermandarê dîl hat.

Tevlîhev bû, kir bilabila û got:

“Be be begê min! Şi şi keft li vî alîyê han dikeve. He he hema wiha li ser destê çepê û di paş wê darê da ye…“ Nekarîbû ji Navdar ra bibêje û wî, ji Kerem Beg ra got.

Fermandarê dîl, li ser hev kuxîya û piştra jî hat ser axaftina xwe ya berê û got:

„Şikefta ku min dixwast ez ê nîşanê we bidim ne dûr e û hema wiha li vir û di paş vê darê da ye, di paş dara mazîyê da…” Berf bilind û çûyîn jî bi zehmetî bû. Hema wiha çend gav avetibûn-neavitibûn ji nişka va ji paş şepeyê li pêşber wan gurek derket. Bêhn e, xwe li reşê ser berfê va girtibû û hatibû. Dema ku çavên wî li van her sê camêran ket devê xwe vekir, diranên xwe nîşan da û piştra jî zivirî û çû.

Kerem Begê Qolaxasî, li cîyê xwe sekinî, pêra jî axifî û got:

“Ê da ka ez ê ji xwe ra berê xwe bidim wî reşî û herim. Herim û seh bikim ka ew çi ye!?.“

Kerem Beg û nezanibe!? Na, dizanî. Dizanî, lê de bila be. Dîsa jî dixwast here û bi çavên serê xwe bibîne. Axir, xwe li wê dûşê va girt û çû. Çû û wek çawa texmîn kiribe, wer jî derket. Reş, reşê serbazekî bû. Di bêdengîyê da xulekî du xulekan çavên xwe li termê wî va girt û mêze kir.

Di dilê xwe da jî axifî û wiha got:

„Leşker!.. Ez nizanim ka te çi guneh heye!?. Ez nizanim, lê encax Xwedê dizane û bila ew te bibexşîne!” Herduyên din ne zêde, lê hema wiha biqasî gavek du gavan ji wî dûr bûn.

Kerem Begê Qolaxasî, li Navdarê leheng vegerîya û got:

„Min ji te ra çi gotibû, Navdar? Min gotibû:„Wek mêran bikuje û wek şêran jî veşêre. Ez ji kuştinê ra dibêjim erê, lê ji veşartinê ra jî, na. Na! Jiber ku veşartin ne karê min e.“ Niha ez nikarim vê gotinê dubare bikim, bi zanebûn nikarim. Kerem Beg û termê vî serbazî li erdê bihêle û teslîmê guran bike!? Xwedê heye, nabe û nikarim. Nikarim, jiber ku ne wijdan û ne jî merhamet rê dide min…“ Xwar bû û carek din li meyîtê serbaz mêze kir.

Piştra jî li fermandar vegerîya û got:

„Dixwazim meyîtê vî leşkerî rakim û veşêrim, lê çawa!?. Ne bêr e û ne jî tevir!? Ger ku hebûya min jê ra çalek vedida û defn dikir, lê mixabin ez ê çi bikim ku nîne.“ Fermandarê dîl, yekem histûyê xwe li ber xwe tewand û biqasî xulekî du xulekan bêdeng ma û piştra?..

Piştra li Kerem Begê vegerîya û jê ra wiha got:

“Begê min!..

Şikeft ji vir ne dûr e, li wir tevir jî heye û bêr jî…“ Piştî van gotinan Kerem Begê Qolaxasî, rahişt termê serbaz û xwast ji erdê rake. Navdarê leheng, rê neda û nehîşt. Di dilê xwe da jî hêrs bû, Navdar. Te digot qey niha xwe dixwe. Ger ku te ji wî ra bihîşta wî ne dest diavêt termê leşker, ne jê ra ax dikola û ne jî dida axê û vedişart. Li ser berfê dihîşt û îşev jî dikir xwarina gur û vavikan. Jiber ku ew ne dost, lê neyarê wî bû.

Belê, li Kerem Begê vegerîya û got:

“Keko! Ê de hela xwe wiha bide alîyekî! Xwe bide alîyekî ku bikaribim rahêlim cendekê vî serbazî û…“ Rahîşt, lêbelê Keremê Qolaxasî rê neda û nehîşt.

Ji alîyekî va xwar bû û ji alîyekî va jî axifî û got:

“Na, heyran! Na, tu bi Fermandar ra bimeşe û ev tişt li ser min ferz e. Ferz e û divê ez ê wê ferz a xwe bi cî bînim…” Rahîşt term, rakir û bi rê ketin. Gihîştin navnîşana xwe ya duyem şûnda Keremê Qolaxasî, termê wî li ber devê şikeftê û hema wiha li alîyê rastê danî. Danî şûnda jî ji pişta xwe şalê xwe vekir, li ser term raxist û rabû.

Di rabûnê da jî axifî û wiha got:

“Miheqeq niha şikeft sar e û pêdivîya me jî bi dar û ber, qirş û qalan heye. Wek şewat êdî her çi ku li ber çavên we ketîbe bigirin û em ê ji xwe ra derbasî hundir bibin. Bê agir nabe…“ Hevokên wan kin û bi kurtî bûn. Birçî bûn, di hersêyan da jî tu yê bibêjî bila misqalek mecal mabe, nebû.

Navdarê leheng, ber bi wî mêze kir, pêra jî axifî û got:

“Baş e, Keko. Fermo, tu bi fermandar ra derbas bibe. Ew li ser min e, ez ê daran peyda bikim û binîm…“ Erê, wî wer got. Lêbelê ne Kerem Beg ji cîyê xwe livîya û ne jî Fermandar. Navdarê leheng, di vir da wê da hat û çû û di encamê da wek dar û ber êdî her çi ku li ber çavên xwe dîtibe, girt û di pey ra jî derbasî şikeftê bûn, şikefta ku cebirxane tê da veşartî. Lehengê cegerpola, darên ku anibû neda serhev û dest bi vêxistinê nekir. Bi ronahîya hesteyê destê xwe va yekem li hundir çav gerand û bi baldarî heta dawîya şikeftê çû û di vegerê da?..

Di vegerê da jî xwe bi xwe axifî û di dilê xwe da wî, wiha got:

„Lo!.. De çi dibe çi nabe. Ê ne bav û kalan gotîye: Yekem kerê xwe bi singekî va zexim girêbide û dûra jî teslîmê Xwedê bike. Poşmanî ye û poşmanîya dawîyê jî pere nake. Xwedê bila merîyan ji tifaq û cûre cûre leyiztikan bipariz e…“ Pozê wî ne carekê, lê di vî temenê sivik da pir û pir carînan şewitî bû. Nedixwast çavên xwe bigire, pêra jî li xeta û xeletîyan biqelibe û rê bide xirabîyê. Hat şûnda çok da erdê, bi darên hişk va girt û xwast agir dade. Wî dest avêt daran û Kerem Beg jî, axifî.

Û di axaftina xwe da jî wî, wiha got:

„Na, Navdar!..

Na, tu vê gavê dev jî agir berde û bila bimîne. Meyît e û nabe ew wiha li erdê bimîne. Ê de rabin hê ku nebûya para guran em ê ji xwe ra herin. Herin, yekem wî veşêrin û dûra jî agir…“ Kerem Beg, piştî vê axaftinê li Fermandarê dîl vegerîya û bi wî ra axifî.

Axifî û jê ra wiha got:

„ Em li benda te camêrî ne, Fermandar. Tevr û bêr e û em jî nizanin ka li kû ye? Ê de rabe, heyran! Rabe, ji me ra wan alavan bine ku em ê dereng nemînin.“ Di şikeftê da zinarekî mezin hebû. Fermandar rabû û berê xwe da wir. Ji paş wî zinarî tevr û bêrek hilda, anî û di pey ra jî rabûn û derketin.

Li ber devê şikeftê û hema wiha li alîyê çepê dest bi kolana çalek kirin. Piştî wê kolanê jî Navdarê leheng, xwast dest biavêje termê serbaz û ji erdê rake. Kerem Begê Qolaxasî, di vir da jî rê neda wî û nehişt, bi xwe rakir û danî çalê. Li ser termê wî serbazî şalê Kerem Begê disekinî, ji ser hilneda û wer hişt. Laşê wî dan axê, serê çalê bi berf û herîyê tijî kirin û girtin.

Di derengîya şevê da zerayîyê dabû girê çîyan û şewle dida. Bilî zûrîna guran wek din jî tu deng û seda nebû.

Kerem Begê Qolaxasî, bi dengekî nizm axifî û got:

“Min kuşt û min veşart. Xwedê min bibexşîne!” Di pey ra jî bi hev ra derbasî hundir bûn. Her sê ji bêxew, birçî û betilî bûn. Navdarê leheng, pal da erdê, rahîşt darên hişk û agir dada. Yekem li ber tîna agir rûniştin û xwe germ kirin û piştra?.. Piştra jî dor hatibû xwarin û vexarinê û ew jî ji Fermandarê dîlgirtî bû. Fermandar, ji cîyê xwe livîya û rabû. Bi Navdar ra çû û cîyê ku erzaq tê da hatîye veşartin nişanê wî da. Li ber dîwarê şikeftê çalek û di wê çalê da jî erzaqê xwe veşartibûn, bi dar û ber û lekan jî serê wê girtibûn. Ji wir her çi ku derketibe anîn û li ber agir danîn. Ka îcar çi nebû; tas, misîn, kêr, titik, şekir û di lekan da jî nan û penîr û hwd. Navdarê leheng, ji erdê misîn hilda, derket derva û pir derbas nebû jî hat. Di misînê da wî, berf anî bû. Şikeft û tê da kevir nebin? Çû sê kevir anî, wek kuçik li dor agir danî û misîna xwe da ser. Xaçoyê File, li ber tîna agir germ bibû û dihênijî. Navdarê leheng, ji alîyekî va bi qisawet û ji alîyekî va jî li benda kela avê bû û Kerem Beg?.. Wî jî destê xwe yê rastê kiribû bin serê xwe û li ser kêlekê xwe dirêj kiribû.

Bi bilqîna misînê ra Navdarê leheng, deng li Kerem Beg kir û got:

“Keko, ê de rabe! Fermandar, di titikan da hinekî tişt danîye ber me û av jî kelîya û kel di ser da hatîye…“ Kerem Begê Qolaxasî, di erênîyê da serê xwe hejand û di pey ra jî rabû.

Di rabûnê da jî axifî û got:

“Baş e leheng. Mala te ava!” Rabû û li ber agir rûnişt.

Erê, rûnişt û pêra jî got:

“Eriiik, bavo! Tevizî me, lê xweş û xweş jî tevizî me…” Hevokên wî zelalîya rewşa hersêyan bû. Ka îcar ji wan kî netevizî bû, kî tî û birçî û bêxew nebû?.. Di rewşa xwe da yek ji yekî xirabtir bû. Fermandar, di dirûvê xwe da wek şimayê zer, dilê wî biêş û xemgîn bû. Helbet, te nedikarî tu yê rewşa wî û ya Kerem Begê bidî ber hev û mûqayese bikî… Jiber ku ji wan yek dîl û yek jî di rewşa xwe da merivekî azad bû. Erê, herçiqas tu tade û neheqî li wî nehatibe kirin, wek mêvanek ji mêvanan hatibe pêşwazî kirin jî di encamê da dîlgirtî û mirovekî bextreş bû. Fermandar, dest bi vekirina titikên li ber xwe kiribû.

Kerem Begê Qolaxasî, kenîya û got:

“Na, wele. Wele, ez qet nizanim ka di wan titikan da çi heye? Hêvî dikim ku tê da qoştê beraz nebe!..” Hem got û hem jî kenîya.

Xaçoyê File, bersiv da û got:

“Begê min, wele ez jî nizanim. Nizanim, jiber ku min hê nivîsên li ser titikan nexwendîye û nikarim tiştek bibêjim. Piştî vekirinê ez ê dest bi xwendina nivîsên li ser titikan jî bikim û ji cenabê te ra bibêjim. Vekirina wan titikan temam kir şûnda jî ji nav agir darekî nîşewatî hilda û di pey ra jî li nivîsan girt û herf bi herf xwend; E r î v a… Ji xwendina wî ra te nedikarî bigote xwendin e. Di ronahîya wê darikê da û xwendin? Na, ne pêkan û bi zehmetî bû.

Kerem Begê Qolaxasî, dît nikare nivîsan bibîne û bixwîne, got:

“Ne hewce ye, lo! Tu dev ji xwendina wan titik û mitikan berde. Ger ku di lekan da nanê te hebûye tu ji nan bide min û hew…” Fermandar, ji lek nanekî gilover derxist û di pey ra jî danî ber Kerem Beg. Ji nav wan titikan titikek din hilda û dest bi vekirinê kir. Li ser wê titikê jî resmê zeytûnan hebû.

Kerem Begê Zirkî, li titika destê wî mêze kir û got:

“Heyran, ne min got dev jê berde. Tiştên ku te ji me ra derxistîye û daye ber me, bes û têra me dike.” Navdar, tasên ku derxistibûn yekem bi ava germ şûşt. Piştra jî bi ava kelî dagirt, yê wan da ber wan û ya xwe jî da ber xwe. Nanê ku derxistibûn hem hişk û him jî kufikî bû. Ê de bila be, nan nan bû û ji tunebûnê pir û pir jî çêtir bû. Kerem Begê Qolaxasî, nanê xwe bi devê xençerê kerî kir û di pey ra?.. Di pey ra jî di avê da pêdakir û bi wî awayî xwar. Werhasil, piştî xwarina kerîyekî nanê kufikî îcar jî dor hatibû cixareyên Kerem Beg. Ji cixaredankê her yekî cixareyekê girtibû. Navdarê leheng, cixareya ku ji Kerem Begê wergirtibû, bir û li ber devê şikeftê vêxist û kişand. Zêde li wir nema û derbasî hundir bû. Zû derbas bû, jiber ku tu caran nedixwast Kerem Beg bi serê xwe bimîn e. Di hatinê da jî çû û dîsa li kêleka Fermandarê dîl çok da erdê û rûnişt. Kerem Begê Qolaxasî, li fermandarê dîl vegerîya û dest bi axaftinê kir.

Û di axaftinê da jî wî, wiha got:

“Xaço Beg!

Di sala 1877an da di navbeyna Ûris û Osmanîyan da şer derdikeve. Em kurd ji vî şerî ra dibêjin, herba ‘93yan. Di wê demê da jî dîsa qomîteyên we Ermenîyan rehetî nedabûn me. Werhasil, li vî welatî şêlandin, kuştin, talan qet kêm nebûye. Sedemê alozî û tevlehevîyan ne em in. Yên ku proje danîbûn û li gor wê jî tevdigerîyan dîsa ne em, lê hûn bi xwe bûn. Pêşnûmaya we Ermenîyan, Ermenîstanek mezin bû. Kurd û vê yekê qebûl bikin? Na. Projeyek wisa ji xeteran xeterek mezin bû. Axa vî welatî û li ser navê Ermenîyan were tesdîq kirin!?. Na, ne îşê aqilan bû. Hem jîyana me bi hev ra bû û hem jî êşa me, lê!?… Me tu caran ji we Ermenîyan ra negotîye ev ax axa me ye, tu îşê we bi vê axê neketîye, bar bikin û herin. Me negot, lê Romîyan ji we ra got. Na, heyran! Na, ne îşê aqilan e ku tu yî rabî û bibêjî bajarên kurdan di sinorê Ermenîstanek mezin da ye. Heta ku li ser vê axê dagîrkerî, zeftek û tawanbarî hebe şer jî heye û berxedan jî…” Ji cixareya destê xwe mizek girt û di pey ra jî hat ser axaftinê.

Tene tene axifî û got:

“Seferatên Îngilîz û Frensîyan, bi fesadî rêxistinên we Ermenîyan da pêş û di qada şer da kişê me kir. Lê bi fîtne û fesadîya wan jî nema û îcar jî bi hêzên Ûrisan ra we berê xwe daye me û em jî nizanin ka hûn ji me çi dixwazin!? Yên ku di sala 1878an da li Berlînê civîn darxistibûn jî ne em, lê dîsa rêxistinên we Ermenîyan bi xwe bûn. Ez ê werim bendebûna te. Na, ne bêsedem û ne jî ji te ra tiştek xerîb e…” Navbeynek da axaftina xwe û li Navdarê leheng vegerîya.

Belê, li wî vegerîya û jê ra wiha got:

“Ka ji kerema xwe ra tu dikarî ji min ra tasek av binî?..” Jê av xwast û pêra jî gewrîya xwe paqij kir. Navdarê Kurd, di tasê da av anî, da û wî jî qirm bi qirm vexar û tasa xwe danî.

Dem e, tê û dibuhure. Zelalîya sibehê û berbanga rojekê teze bû. Kerem Beg û Fermandarê dîl ji bo bistekî be jî çavên xwe dabûn hev. Navdar û raze? Na. Agirê xwe gurr kiribû û di pey ra jî derbasî ber devê şikeftê bibû.

 

 

 

***

 

 

 

Du gotin û kenek…

 

Kerem Begê Qolaxasî, ji cîyê xwe livîya û di pey ra jî ber bi Xaçoyê File mêze kir. Dît, hê di xew da ye û dike xurexur e, dengê xwe nekir.

Erê, dengê xwe nekir, lê di dilê xwe da jî axifî û wiha got:

“Lo!.. Wele, bile û tile heke ku di vê berbangê da Artêşa Ûris, bi alîkarîya hêzên we va berê xwe nedin me û neyên dibêjim; eha, wayê min soz da te û çû û ji alîyê min va tu azadî. Belê, tu û azadîya xwe!..” Li ser pîyan bû. Ber bi devê şikeftê çû û dît Navdarê leheng, kêleka xwe daye zinarê ber devê şikeftê, ji alîyekî va cixarê dikişine û ji alîyekî va jî di destên xwe da gogek ji berfê girtîye dişidîne, dibe û tîne.

Bi dengekî hêmin axifî û got:

“Roja te baş û dema te xweş, ezîzê min. Wisa xuya dike ku te îşev qet çavên xwe nedaye hev. Na, te çavên xwe nedaye hev, lê te berê xwe daye berfa belanên vî çîyayî û ji xwe ra lê mêze dikî. Ji alîyekî va mêze dikî û ji alîyekî va jî kûr û kûr difikirî. Dizanim, heyran. Dizanim di her mêzekirinê da ya xêr û xweşî û ya jî xem û xemgînî heye. Bes tu xemgîn nebe…” Navdarê leheng, bi dengê wî ra cîxareya ku di destên xwe da girtibû, bi dîzîka avêt.

Dûra jî li Kerem Begê vegerîya, bi rêz û îhtiram axifî û got:

“Rojbaş, Keko. Hêvîdarim cenabê te pelûyên çavan dabe hev û ji xwe ra parikî rehet kiribe!?.” Kerem Beg û nekene?

Kenîya û got:

“Ê de hela tu were li min û Navdar mêze bike! Navdarê delal, çi dibêje? Lo, ji min û te ra rûyê rehetî û xew!? Na. Heta ku li vî warî zeftek, tawanbarî û dengê bênamûsîyê hebe ji min û te ra jî ne rûyê rehetîyê heye û ne jî ew ê hebe. Na, ne tenê li vî warî jî. Li kû derê dibe bila bibe dema ku zilm û zordarî, neheqî hebûye qet tu şik nîne ku li wê derê berxwedan jî heye û têkoşîn jî. Bila qet tu şik û fikara te egîdî jê nebe heta ku li ser vê axê zilm û zordarî, zeftek û dagirkerî hebe ji min û te ra jî sekn nîne û ew ê nebe jî. Egîdê min! Welat nîne bi navê xwe nebin; Îran, Tirkmenîstan, Erebîstan, Ermenîstan û hwd. Welatê me jî bi navê xwe Kurdistan e, Kur dis tan…Helbet, min wer zanîye û ez ê wer jî bibêjim.”

Û di pey ra jî kenîya û got:

“Ê de hela wiha xwe bide alîyekî û rê bide min, heyran! Rê bide min ku ez ê bikaribim ji xwe ra derbaz bibim û herim…” Navdarê leheng, xwe da alêyê rastê û ew jî derbas bû.

Derbas bû şûnda jî carek din li Navdar vegerîya û wiha got:

“Ha, leheng!

Camêr, di xew da ye û ez hêvî dikim ku tu yê zêde acizîyê nedî wî!..” Kerem Beg, jiber çavan dûr bû şûnda Navdarê leheng, xwar bû û ji erdê boçika cixarê, cixareya ku jê nîvkişandibû, hilda û girt. Boçik şil bibû, ê da bila be. Vêxist, carek din çend miz jê girt û kişand û piştra?.. Piştra jî derbasî şikeftê bû, li ber darên hişk pal da erdê û rûnişt. Ê de Navdar e, wey! Dinya li dinê, mendo li jinê. Ji xwe ra hema wiha pal bide erdê û rûne, ne pirsgirêk e.

Ji alîyekî va darên hişk yên li ber agir girt, da çokên xwe û şikand û ji alîyekî va jî şikandîyên xwe li agir bar kir. Kî dizane belkî jî yê wî bi zanebûn bû. Tu were di hundir da darên hişk bide çokên xwe û bişikênîne, lê bila jiber şikandina te ne qirçînî bi daran bikeve û ne jî Fermandarê reben şîyar bibe!.. Çawa jiber vê teqûreq û şikandinê şîyar nebe? Şîyar bibû. Lê ne ji cîyê xwe livîya û ne jî rabû. Nedixwast, jiber ku di şikeftê da Kerem Beg, nebû. Bi Navdarê Kurd ra û têkilî jî!?. Na, Xwedê neke! Bi wî ra tekilî û danûstandin ne gengaz û bi zehmetî bû. Nedixwast bi wî ra were rû bi rûyan… Bi hebûna xwe Navdar, qisasê serê wî û ji wî ra felek bû, felek!.. Ji felekê rev û xilasî? Na, nebû. Li kû û di ku da çûbû, Kerem Beg?.. Çima xuya nedikir!? Kerem Beg ku li vir bûya Fermandar û ji cîyê xwe nelive? Na! Qet nedigot na, hema bi carekê qilozê ser xwe dibû, di rabûnê da jî ji dil û can silav dida û bi wî ra diaxifî. Ger ku devê merîyan girtibe çavên merîyan diaxivin. Çav jî ku girtîbe dil diaxife. Di dilê xwe da wî çi got?

Çi bibêje, got:

“Delîl dayîka min fermandarî, delîl! Kerem Beg, madem ku tu radibî û diçî îcar çima tu ji min ra nabêjî, ê de rabe! Rabe û bi min ra were?.. Bi çûyîna te şikeft ji min ra bûye zîndan.

Kerem Beg, camêro!..

Wek çawa gijgilekek (bablîsok) rabibe, her tiştî bide ber xwe, kaşûberkaş bike û bibe hema hema ez jî eynî di wî halî da me… Di vê şikeftê da tarî li min giran bûye û nayê kişandin, bikişînim. Zû were, Kerem Beg! Were, rewşa min bibîne û jê ra bibe derman. Heke ku tu li vir û li ba min bûyayî ne qirçeqirça daran û ne jî awirê çavên vî bêbavî li min kar dikir.

Ax, camêro!..

Ma gunehê te bi min nayê ku tu te min teslîmê vî bêbavî dikî, di pey ra jî derdikevî û diçî!?. Ma tu nizanî, heyran? Tu nizanî Navdar, tirsek ji tirsên şevan e û tenê dizane xofê bide. Car heye dibe babîlosk û diguvîne û car jî heye tu dibêjî qey felek e, felek!.. Gotineke ji gotinên we kurdan e, Kerem Beg. Xençer bira ye û tifing jî pismam. Ax, Kerem Beg! Ez dizanim, ez; xiş xişi xençer de boynuma leyley…‘Ez dizanim, Kerem Beg. Ez dizanim Navdar, çi bela û çi afat e. Bi tifinga destê xwe merîyan dikuje û bi xençerê jî dîl digire. Tirs ji mirinê xirabtir e,

Kerem Beg. Qey tu nizanî tirs, çîrke bi çîrke merîyan dihêre û tîne xwarê. Navdar, dîn û dûr e. Çort e. Agirê kulê ye, Navdar. Qît e. Di zagona vî bêbavî da û bexşandin!?. Na, nîne. Bi kurtî dikarim bibêjim ku Navdar, hem xof e û hem pasevan…” Dilê wî bi tirs bû. Eha, jiber wê yekê jî ne wî serê xwe rakir û ne jî çavên xwe li çavên Navdar girt û mêze kir. Peyv di gewrîya wi da bibûn girêk. Çavên xwe dabû hev û xwe komê serhev kiribû. Kişîyabû qaşikê xwe û bêdeng bû. Di hestê xwe da birîndar û bêhêvî bû. Dilê wî biêş û moralê wî jî hîç nebû. Wek çawa lehî û laserek rabibe, dar û beran bide ber xwe, bigire û bi xwe ra bibe, di wî halî da bû. Di wê gavê da?.. Di wê gavê da li Çîyayê Qertewîn û di şikeftek tarî da bilî tirs, xemgînî û xwêdana sar wek din jî tu tiştek nebû. Wî bi xwe jî dizanî ku ji nav lepên Navdar xilasî nîne û meriv tu caran îflah nabe. Bi ser çûyîna Kerem Begê ra çiqas dem bihurîbû nedihat zanîn, lê bi dengê wî ra yekem Navdar û dûra jî Fermandar rabû. Bêhn hatibû wî û jiber tofana Navdar xilas bibû. Di hatinê da Kerem Beg, li ber agir pal neda û rûnenişt.

Qederekê li ser pîyan çû û hat, di pey ra jî axifî û got:

“Şewq û şemalê xwe daye etegên çîyan û şewle dide. Baran nîne, lê hewa sar û hişkayî ye. Divê êdî em jî hazirîya xwe bikin û rabin…” Ka îcar çi hebû ku ew ê hazirîya çi bikin? Rextek du rext û çend jî sîleh. Ha! Yek jî bi wê hebûna xwe Fermandarê dîl. Pir derbas nebû rabûn û ji şikeftê derketin. Di derketinê da dûr neçûn, li ber devê şikeftê û li ser pîyan bûn. Kerem Begê Qolaxasî, qederekê li ser lingan çû û hat û piştra?.. Piştra jî hat li kêleka fermandarê dîl sekinî, serê xwe rakir û li gir û belanên vî çîyayî, Çîyayê Qertewînê mêze kir. Bêdengî ji mûkirîyê dihat û Kerem Beg jî, vê gavê bêdeng bû. Piştra li Navdarê leheng vegerîya û wiha got:

“Gotineke ji gotinên pêşîyan e, leheng.’Çi dibî bibe, lê mirovekî bijartî be…’ Qet tu şik nîne ku tu bi xwe jî ji wan egîdan egîdekî bêqisûr î…” Gotineke wisa kir. Çima îcab kiribû nayê zanîn, lê wî wer got. Di mebestê da gelo ka îcar wî xwastibû çi bibêje!?.

Di pey ra jî ber bi fermandar mêze kir û yekem got:

“Belê û belê!..”

Piştî gotina ‘belê û belê’ dîsa hat ser axaftinê û got:

“Gelo di dinyayê da ka ji azadîyê xweştir wek din çi heye ku meriv bikare qalê bike? Ger ku tu ji min bipirsî ez dibêjim ji azadîyê xweştir tu tiştek nîne. Em di şer da ne, Fermandar. Şerê min şerê wetenî ye. Ji bo rizgarkirina axa welatê xwe min berê xwe daye sengeran û li qada şer im. Heke ku min bigota ba û bagêr, berf û baran, sar û serma ye, min ne berê xwe dida sengeran û ne jî dihatim vî çîyayî û li hember hêzên dagirkeran min berxwe dida û şer dikir. Tu jî wek min dizanî ku di rewşa xwe da kole, kole ye. Me tu caran koletîya xelkê qebûl nekirîye û em ê qebûl nekin jî. Şerê me şerê azadîyê ye û tu jî di vî şerî da dîl ketî. Ne ji alîyê min va, lê tu ji alîyê vî qehremanî va dîl hatî girtin…“ Axaftina xwe birî û bîstekî bêdeng ma.

Di wê bêdengîyê da xwe bi xwe fikirî û di dilê xwe da wiha got:

„Du gotin û kenek!..“

Dûra jî bi wî ra hat rû bi rûyan û got:

“Rêya min û te hata vir bû, Fermandar. Ji alîyê min va tu azadî! Belê, tu û azadîya xwe!..“ Ê de bila dilê merîyan dil be, lê bila jiber axaftinek wiha xas û muxlîs ne biêşe û ne jî şa bibe!?. Li vî çîyayî, çîyayê rispî û li ber devê vê şikeftê sê kes bûn û ji wan her yek jî bi qinyata dilê xwe… Mesele ku dil be, dilê herî pak û paqij yê Kerem Begê bû. Wî, ya dilê xwe gotibû, ya dilê zêr… Meriv ku di qumaşê xwe da xas be, qet tu şik nîne ku di biryar û sekna xwe da jî çiftexas e. Dilê duyem dilê Navdarê leheng bû. Ji xortan xortekî delodîn bû, Navdar. Di hêvîya xwe da şikestî û di dilê xwe da jî vê gavê xemgîn bû. Herdu hevokên Kerem Begê Zirkî acizî dabû dilê wî û nedikarî qebûl bike û jê ra bibêje, erê.

Xwe bi xwe axifî û di dilê xwe da got:

„Hela hela!.. Ê de hela tu were li min û van gotinan, gotinên Kerem Beg!? Qet tiştek wiha dibe!? Dîlgirtî û azadî!?.“ Peyv hene bi bandora xwe şewata dil in, peyv jî hene şewatê didin dil û merîyan diperitînin. Tu bibêje bila gotinên merîyan di devê merîyan da nebin wesle wesle û di gewrîya merîyan da nebin girêk, zehmet e. Werhasil, car heye di sîya peyvan da meriv şa û paşa ye û car jî heye sêwî û histûxwar… Cîyê ku Fermandar lê bûye ne hewce ye ku tu yê dûr û dûr herî. Dîl û dilê xwe!?. Divê meriv ji dilê wî bipirse. Tu were ji çiftexasê mêran peyva azadîyê bibihîze, lê dilê te bila ne wek yê çûçikan lê bide û ne jî bipirpite, dibe!?. Dema ku peyva azadîyê ji dev û lêvên Kerem Begê pekîyabû Fermandar û bikare xwe zeft bike!? Na!.. Hema bi carekê xwar bibû û xwastibû here destên wî. Kerem Beg û rê bide? Na, rê nedabû û nehîştibû. Rê nedabû, jiber ku pêwistîya wî bi destmaçkirina kesî nebû. Bila meriv dîl be, peyveke wek peyva ‘azadîyê’ bibihîze û netewişe? Helbet, ditewişe. Bi hîsên xeltomelto bû, Fermandar. Di rewşek wisa tevlihev da ka îcar Fermandarê reben dikarî çi bike û çi bibêje!!? Wek çawa teyrê dewdew fêrî gotineke bibe û dubare bike bi wî awayî Fermandarê dîl, di dilê xwe da gotina ku dixwast bike, kir û got:„Azadî, azadî, azadî!..“

Helbet, dilê wî bi gupegup û qidûm jî lê şikestî bûn. Hatibû ser çokan û herdu destên xwe jî ber bi Kerem Begê vekiribû. Xwastibû biaxife, lê… Sedemê tevlihevîya wî ji Kerem Begê ra tiştek ne ecêb bû. Bû alîkar, bi milê wî va girt û ji ser berfê rakir.

Ji alîyekî va rakir û ji alîyekî va jî axifî û jê ra wiha got:

„Na, heyran! Rabe û tiştek wisa îcab nake. Ne min ji te ra gotibû tu ne dîl, lê tu ji mêvanan mêvanekî min î. Ji niha û şûnda jî tu ne mêvan, lê tu ji dostan dostekî qedîm û ji camêran jî camêrekî azad î…“ Jiber gotinên wisa resen ka îcar kî bi coş û kelecan nîne ku Fermandar jî nebe? Erê, ew bi coş bû, lê ka îcar Navdar? Navdar jî di dilê xwe da tevlihev û di sekna xwe da jî xortekî bêqisûr bû.

Kerem Begê Qolaxasî, xwe bi xwe axifî û di dilê xwe da got:

“Çîrokên hemû bindestîyan wek hev in. Di çîroka kî û kê da êş û elem, kul û keder, gilî û gazin nîne ku meriv nebêje?..“ Erê, wî wisa got, lê tu yê werî Navdar û guh bidî dengê dilê wî?.. Matilmayî bû, Navdar. Nedikarî gotinên Kerem Beg bipejirîne. Tu here neyarê xwe dîl bigire, bîne û teslîmê wî bike, lê bila ew jî rabe û azadîyê bide; tewlolo tew lo, haylolo hay lo!.. Qey îşê aqilan bû!?. Dev ku qebûl bike ka îcar dil? Ji Kerem Begê ra wî dikarî çi bigota?

Ka îcar wî dikarî bigota: Keko, neyar neyarê min e. Min dîl girt û anî teslîmê te kir. Emanet e û ez ji te emanetê xwe dixwazim û bide. Bide ku bikaribim bidim ber mîratê. Ger ku min nekarîye bidim ber mîratê jî didim ber derba xençerê, ka îcar ji kî ra çi!?…Wecê wî tal û nedikarî qebûl bike. Qederekê di navbeyna Xelîl û Celîl da çû û hat û di encamê da?

Di encamê da guh neda dengê dil, xwe bi xwe axifî û got:

„Kuro, lawo Navdar! Bi hedê xwe be û biryar biryara Kerem Begê ye. Ew, dikare bikuje jî û azad jî bike, îcar ji te ra çi!?. Tiştê ku tu yê bibêjî nîne. Ji biryarê ra rêz bigire û hew…“ Fermandarê pêsîr bi pirpirk, hê bi coş û kelecan bû, ji bandora gotinên Kerem Begê xilas nebibû.

Ber bi Kerem Begê serê xwe rakir, di rakirinê da axifî û got:

“Bextê te ketime, Kerem Beg! Tu yê min bêwar nehêlî. Min ji hebûna xwe bêpar nekî. Heke te min wek heval û hogir qebûl kirîye jixwe qebûl kirîye ku nekirîye jî min wek xulam û xizmetkarekî qebûl bike. Çer dikî bike, lê min bi tena serê xwe nehêle. Dixwazim bi cenabê te ra bim. Mayînek wisa ji min ra hem şan û hem jî şeref e…” Yê wî xwazîyek bû. Kerem Beg, li ser vê xwazîya wî qederekê xwe bi xwe fikirî. Fikirî, lê nekarî biryarê bide. Na, ne karî bibêje erê û ne jî, na. Sulh û aramî nebû. Ka îcar wî dikarî çi bigota? Ne li gund bû û ne jî di nav êl û eşîra xwe da. Li qada şer bû. Ger ku bibira jî îcar heta kê derê dikarî bi xwe ra bigirta û bibira!?. Piştî van axaftinan dengê Kerem Begê bilind bû.

Axifî û got:

“Sehera serê sibê ye. Roj roja xêrê ye, Xaço Beg. Rewş berkemal e û dibêjim rêwî di rêya xwe da. Rêka me dûr û çûyîna me jî bi zehmeti ye. Lê bila be, her tişt bi gavek piçûk dest pê dike…”

Berîya ku bi rê bikevin Kerem Begê Qolaxasî, ji Navdarê leheng ra wiha got:

“Leheng!

Berîya ku ez ê rabim biryarek wisa bigrim û bidim min dikarî ji te pirs bikra û fikrê te bigirta. Lê min bi zanebûn nepirsî. Di vî warî da tu yê dilmandî nebî. Wer îcab kir, leheng. Heke ku min ji te pirs bikra min dizanî ka tu yê çi bibêjî. Ji biryarek wisa ra dilê te ne razî bû û te qebûl nedikir… Nerazîbûn rê dida dubendîyan û dubendî?.. Dubendî jî ji alîyekî va barê merîyan giran dike û ji alîyekî va jî bi îtîbara merîyan dilîze û kesayetîya merîyan erzan dike…” Di vî warî da peyva ku Navdarê Kurd bikira û bigota, nemabû. Fermandar, bi coş û kelecan bû. Berîya ku bi rê bikevin ber bi Kerem Begê mêze kir û pêra jî axifî.

Belê axifî û di axaftina xwe da jî wî, wiha got:

“Di vê şikeftê da ne tenê erzaq, lê di sandiqan da çek û sîleh jî ji alîyê me va hatibûn veşartin. Nizanim gelo ka pêdivîya we pê heye yan na? Ger ku cenabê te gotibe, erê…“ Axaftina xwe dirêj nekir û bi kurtî birî. Kerem Beg, bêdeng bû. Qederekê derbas bû û carek din bi hev ra derbasî şikeftê bûn. Di tarîya şikeftê da Fermandar, bi pêtalek nîvşewitî cîyekî nîşan da. Berîya ku Navdar û Fermandar bi hev ra dest bi vedanê bikin Kerem Begê Qolaxasî, axifî.

Belê, axifî û got:

“Qet nizanim gelo ka pêwistî bi vedanê heye yan na? Giranî ye û qet nizanim ka di vê berf û baranê da em dikarin bi xwe ra bigirin û bibin yan na?.. Ê de hela bikolin, çi nêt û çi qismet…” Bilî fermandar herdu jî bi meraq bûn. Navdarê leheng û Fermandar, bi hev ra cîyê ku teqemenî tê da hatibûn veşartin, vedan. Di vedanê da rastê sê sandiqan hatin û di hersêyan da jî wek cebirxane gule û barûd û çend jî demançe hatibûn bi cî kirin. Di vê berf û baranê da birin jî bi serê xwe pirs û pirsgirêk bû. Ka îcar di rewşekê wisa da te dikarî çi bigirta û bibira?.. Pirs ne hebûn, lê birina wan bû. Kerem Begê Qolaxasî, li Navdarê leheng vegerîya, ji alîyekî va kenîya û ji alîyekî va jî axifî.

Belê, kenîya û pêra jî got:

“Eha, ji te ra îş derket! Hem jî çi îş çi îş!.. De te ku karîye tu were îşê fermandar ji te ra derxistîye, safî bike. Te berê xwe da wî û wî dîl girt û wî jî bi hebûna vê cebirxanê li te ceza birî.

Navdaro!..

Ê de di vê berf û baranê da şelagê giran bide pişta xwe, bide pey me û bine. Ji te ra qewet, xorto! Qewet be…” Navdar û nekene?

Kenîya û got:

“Erê, min got teqemenî, lê min negot bila ewqas zêde be. Min digot qey cebirxane di yek sandiqekê da hatîye bi cî kirin û veşartin. Dibînim ne wisa bûye. Ger ku tenê yek sandiqek bûya min ne heta Hîzanê, lê min digirt û heta Fîzanê dibir. Giran e û em jî nikarin gişkan bi xwe ra bigirin û bibin. Divê ya em cîyê vê cebirxanê biguharînin û veşêrin û yan jî!?.” Hê bi axaftin û gotinên xwe bûn ji derva deng hat.