YAR Û MIRAD
Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê
ROMAN
Welî Sebrî/ Romannvis/ Holanda
-3-
Cîyê ku tirs lê nebûye meriv nikare qala wêrekîyê bike.
Şikeft, di tarîyê da bû. Jiber wê yekê jî bi baldarî gavên xwe avêtin û derbasî hundir bûn. Di derbasbûnê da Navdar, çeqmeqê xwe vêxist û ronahî da hundir. Di encamê da ji xwe ra cîyekî ziwa peyda kirin, yekem Kerem Beg û di pey ra jî serleşkerê dîlgirtî çok da erdê û rûnişt. Navdar û rûne? Na, rûnenişt û yekem li hundir çav gerand.
Piştra jî hat cem Kerem Beg, xwar bû û di guhê wî da kir pistepist û got:
“Keko!..
Hundirê vê şikeftê jî wek derva sar e, hem sar û hem jî bi rutûbet… Bê agir nabe û pêdivî bi qirş û qal, dar û beran heye. Rast e, di şikeftê da hinek qirş û qal hene, lê ne bes û têrê nakin. Ê de hela herim, li derûdorê çav bigerînim ku min peyda kirîye ez hinek daran bînim. Ez terim, lê bila çavên cenabê te jî li ser vî teresî be. Îşê dinyayê ye, çi dibe çi nabe!?.” Berîya ku ew ji şikeftê derbikeve û here, Kerem Beg axifî.
Axifî û di axaftina xwe da got:
“Erê, wele! Wele, tu rast dibêjî şikeft pir û pir sar e. Ji me ra agir dade, agirek gurr û em li benda te ne. Spas, leheng!..” Kuxîya û piştî kuxikê jî carek din hat ser axaftinê û wek çawa nexwazî tiştek jibîr bikî bi wî awayî axifî.
Di axaftina xwe da jî wî, wiha got:
“Ha, leheng! Tu yê pir dûr nerî û hema wiha li ber devê şikeftê û li ser destê çepê dar hene, darên qalin. Tu ji wan bîne û hew…” Navdar, ji şikefê derket û çû. Ji alîyekî va çû û ji alîyekî va jî guh da êvara vî çîyayî. Bêdengî bû.
Şikeft di tarîyê da bû û tiştê ku xuya bike nebû; ne çav û birî, ne li rûyan dev û lêv, ne jî dest û ling… Herçiqas di tarîyê da xuyakirina wan nebe jî deng hebû, dengê Kerem Beg. Ji deng û axaftinên wî ka kî aciz dibû ku fermandar jî aciz bibe? Na, nebû û tu car nedixwast axaftinên wî bi dawî bibe. Nedixwast, jiber ku di axaftinên wî da dilovanî, hezkirin, rûmet û asalet hebû. Xemgîn bû, fermandar. Derî li ser hatibû girtin, rê û ribar li ber wî wenda û bêhêvî bû. Encax, di sîya gotinên Kerem Begê da dikarî ji xwe ra li hêvîyê bigere. Jiber çi sedemê bû nedihat zanîn, lê Kerem Beg jî vê gavê bêdeng bû. Tiştek xwezayî ye, li kê derê hêvî hebe meriv xwe li wî alîyê va digire, piçûktî û mezinaya wî dixwaze bila bi qasê serî derzîyê be. Di rewşa xwe da femandar, merivekî bêkes, belengaz û bêhêvî bû. Lingên wî di bin wî da tevizî bûn, ji bin xwe va kişand û bi hêdîka dirêj kir. Di bêdengîya Kerem Begê da bi awirên xwe va jiber çavên wî ra Navdarê Kurd, hat û derbas bû. Fermandarê dîl û ji wî aciz nebe? Jê aciz bû û tew nedixwast rû û rûçikê wî bibîne. Lê tiştê ku ji destan were jî, nebû.
Di eynê demê da xwe bi xwe axifî û dilê xwe da wiha got:
”Law, Navdar!.. Baş e ku tu ne li vir î. Bi çûyîna te dilê min rehet e. Dibêjim, bila çûyîna te hebe, lê bila vegera te qet nebe!..” Dil e, çawa bixwaze wer dibêje. Wî jî di dilê xwe da wer got. Bi ser bêdengîya Kerem Begê ra çiqas derbas bibû nayê zanîn, lê di tarîyê da carek din dengê wî bilind bû.
Tene tene axifî û got:
“Xaço Beg!..
Di sar û sermaya zivistanê da stargeha me ev şikeft e. Em li qada şer in û rewşa me jî li ber çavan e. Herçiqas ev hal û wezîyet ne bi ya dilê min û te be jî, rastî rastîya me ye. Şer e û şer jî tunebûn, feqîrî û belengazî ye. Çi bibejim, fermandar. Dinya bi hev ketîye û fizildûman e…” Carek din dest avêt qutîyê û ji xwe û wî ra cixare pêça. Ji alîyekî va pêça û ji alîyekî va jî axaftinên xwe domand.
Bi dengekî xas û muxlîs axifî û got:
“Heyran, ne bîstekî berê min ji te ra gotibû, li gel min tu ne dîl, lê tu mêvan î. Erê, tu mêvan î û ji te jî daxwazek min heye. Hêvî dikim ku ji niha û şûnda tu yê rê nedî xeta û xeletîyan. Heke ku tu vê xwazîya min li ber çavan bigirî hem ji bo te û hem jî jo bo me baş dibe. Qet tu şik nîne ku di gelek û gelekî xalan da bi xwe dikarim û dikarim xwe zeft bikim. Ez xwe zeft dikim, lê ka îcarê Navdar!?. Na, ne kefîlê wî me. Ne kefîl im, jiber ku dinya rabibe ser pîyan nikare wî zeft bike…” Gotin in û gotin jî nînin bala merîyan sivik û beşera merîyan xweş nekin. Dilê fermandar biêş, serê wî tevlihev û moralê wî jî ne di cî da û xirab bû. Bi diltengîya xwe bû, fermandar. Çawa nebe? Hemû giranî li ser aqûbetê û aqûbeta wî di tarîyê da û ji pirsan jî pirseke bêbersiv bû. Bila ew bi wê tevlihevîya xwe be û em ê werin, Kerem
Beg. Di tarîya şikeftê da çavên xwe dabû hev.
Pir derbas nebû çavên xwe vekir, xwe bi xwe axifî û got:
“Xwedê bila ruhê merîyan bigire, lê bila merîyan neke dewsa vî fermandar î. Hêsîrî zehmet e…” Di tarîya hundir da vê gavê herdu jî bêdeng bûn. Herçiqas bêdengî ji bo yekî rehetî be, ji bo yê dinê jî tirs û xof, ta û paxav bû. Axaftinên Kerem Begê ji wî ra ronahîya dil bû, lê?.. Heke ku te nekarîye tu bi yekî ra biaxifî li xwe vedigerî û di dilê xwe da diaxifî. Wî jî wisa kir.
Di dilê xwe da axifî û wiha got:
“Mîrê min, Begê min ez bi heyrana te me, ez bi qurbana te me!.. Meriv xwe nade bêdengîyê û qet ne bi çend hevokan axaftinê dike. Eha, cenabê te dest bi axaftinê kirîye, ma ne wiha ye?
Ka îcar çima tu wan peyv û hevokan li hev rêz nakî û nabêjî!?. Xwezika te rewşa min belengazî jî li ber çavan bigirta û di derbarê min da jî ne zêde, lê hema wiha gotinek du gotin bikra, lê!?.
Lo, mîro!
Ma te nedît?.. Te bi xwe jî dît Navdarê te ne carekê, lê pir û pir caran bi min lîst, bi hest û kesayetîya min. Wî lîst, lê tu nelîze. Bi heyrana te me! Tu yê bi min nelîzî. Nelîze, jiber ku şan û şeref e û di şan û şerefê da jî cîyê lîstikan nîne. Dizanim tu camêrekî bi esalet î û esaleta te rê nade. Dizanim, mîro! Dizanim merivên bi esalet tu caran bi hestê merîyan nalîzin. Na, ne bawerim tu yê bi min bilîzî. Çavên xwe vebike û rewşa min bibîne. Ez ber bextê te ketime, Kerem Beg!.. Bêdengîya te ji min ra mirin e û bi wê bêdengîya xwe min nekuje. Biaxife, Kerem Beg. Biaxife!..” Axaftinên Kerem Begê ji wî ra hem hêvî û hem jî temînat bû. Dît Kerem Beg, bêdeng e û xwast çend gotinan bike. Kir jî.
Bi moralek xirab axifî û got:
“Mîrê min, spasdarê cenabê te me. Ji niha û şûnda xeta û xeletî!?. Na, ebeden nabe. Zarokatîya min di nav we kurdan da derbas bûye û ez ne xerîbê we me. Dîlgirtî me, lê ji alîyê cenabê te va jî wek mêvanek ji mêvanan be, hatime pêşwazî kirin. Ev jî ji mezinahî û rûmeta cenabê te ye. Rastî rastîya min e, çi bûye ew e. Ez ez ez nikarim ji vê rastîya xwe birevim…” Destpêka hevnasîyê bû. Piştî van gotinan Navdarê Kurd, bi heybet derbasî hundir bû.
Di hembêza xwe da wek şewat êdî her çi ku girtibe, danî û got:
“Ba rabûye ji baranê xirabtir e. Pir û pir jî sar e. Bilî zûrîna gur û vavikan wekî din jî bêdengî ye. Her tişt berkemal û tu xirabî nîne.” Çeqmeqê ku di destên xwe da girtibû, vêxist û xwast agir dade.
Kerem Beg, li cîyê xwe livîya, pêra jî axifî û got:
“Navdar!..
Ka hela tu wî hesteyî ber bi min va bigire û bide min. Bide ku ez ê bikaribim pê cixarê vêbixînim, heyran. Dûra jî tu û agirê xwe…” Navdar, ber bi wî gavek avet, di destê xwe da hesteyê ku girtibû, da. Ji kîsê titûnê wî, du cixare pêça bû.
Yeka vêxistî da Navdar û pêra jî got:
“Leheng!..
Ka ji kerema xwe ra tu vîya bide fermandar û bila ji xwe ra cixareyekê bikişîne…” Navdarê Kurd, ji destê wî cixareya vêxistî girt. Girt, lê!?. Dudilî bû. Nedaya jî nedibû, da.
Wan herduyan cixareyên xwe kişandin û wî jî darên ku bi xwe ra anîbû yekoyek girt, da jûnîyên xwe û şikand. Di şikeftê da jî dar hebûn, darên ziravok û hişk. Anî, da serhev û vêxist. Piştra jî darên ku şikandibû girt û li agirê xwe bar kir. Vê gavê bêdeng bûn, hem bêdeng û hem jî tî û birçî… Kerem Beg, Kerem Begê Zirk?.. Kerem Beg, di ehlaqê xwe da mirovekî rasterast û paqij bû. Gotinên wî ji dil û axaftinên wî jî wek şîr û şekir timî bi tahm û hewes bûn. Ji mirovan mirovekî dilsoz, bi esalet û xwedîşexsîyet bû. Di kesayetîya wî da cîyê duritî, dek û dolaban nebû… Kesekî wêrek, vir û derew çi ye, nedizanî.
Li Navdarê leheng vegerîya û got:
“Mala te lehengî ava. Te ji me ra agir dada, pirs û pirsgirêk nehîşt. Tu her hebî, her û her!..”
Dûra jî li fermandar vegerîya û got:
“Agirê me amade ye, Fermandar! Ji cîyê xwe bilive û di pêş da were…” Bang li wî kir şûnda jî jiber xwe va axifî.
Belê, jiber xwe va axifî û wiha got:
“Dest û lingên me cemidî ne û ji vê rewşa me ra dil digîre, dil. Derd jî ne yek e ku meriv deyax bike; nan û av, sar û serma, zilm û zordarî û werhasil ji xwe ra bibêje û bibêje. Hema bibêje derd hezar û jê ra dil dizare…” Tîna agir dabû dest û lingên wan û pê germ bibûn. Di alava agirê gurr da dirûv nebûn di tarîyê da bimînin. Êdî çav ji çavan ra ne xerîb bû. Di bejnê da Kerem Beg, mirovekî bilind û wek tayê rihanê zirav, bi simbêlek dirêj bû. Ronahîyê dabû birî û bijangên wî yên qeytanî û li rûyê wî şewle didan. Di çeprastîyê da li ser singê wî rextê fişengan hebû, li ser alîyê çepê û di bin şiwîtikê da serê xençerekê xuya dikir. Li ser navikê şalek rengîn û di rengê şimayê da jî çoxek ji destan çêkirî li xwe kiri bû. Çiqas dest bi peçana cixarê bikira Navdarê leheng û jibîr bike, nebû. Ji wî ra jî dipêça û îro?.. Îro ji cixarê bêpar hiştibû. Carek din dest avêt cixaredankê, ji berika xwe derxist û sê cixare pêça. Ya ku ji bo Navdar pêçabû, avêt ber wî û jê ra çav qirpand. Navdar, her bi awirên çavên xwe bû. Erê, herçiqas hers be û bi awirên çavan be jî li hember Kerem Begê her bi rêz û rêzdarîya xwe bû. Ji axaftinê zêdetir guhdarî dikir û ji guhdarîkirinê jî sûd werdigirt. Bi awirên çavên xwe Navdar, tirsa ber dilê Fermandar bû. Fermandarê dîl, ber bi agir destê xwe vekir, çaven xwe kuta tînê û di dilê xwe da jî axifî.
Belê, di dilê xwe da axifî û wiha got:
“Ax!.. Xwezika bila ne Navdar, lê bila bi axaftinên xwe tenê Kerem Beg, li kêleka min bûya. Navdar ku li gel min nebûya bala min sivik û beşera min jî xweş dibû, xemgînîyê ewqas li min kar nedikir. Heke Kerem Beg jî li gel min nebûya ka îcar ew ê rewşa min!?. Belê, rewşa min!?.“ Tiştê ku ji bala Kerem Begê birevîya, nebû. Bi xwe jî dizanî ku awirên çavên Navdar ne hema wiha bêsedem e. Ji Fermandar ra çavtirsî û hişdarî bû. Dihat wê wateyê ku heke tu rabî xeletîyan bikî, ez li ber pozê te me û tu caran rê nadim te. Li gor dîtinên Kerem Begê tiştên ku Navdar dikir, ne şaş û di cî da bûn. Navdarê leheng, di navbeyna herduyan da rûniştibû û bi zanebûn jî wî, devê tifingê ber bi Fermandar girtibû. Piştî demekê Navdar, cixareya ku Kerem Begê ji bona wî pêça bû jiber xwe va hilda û pêra jî bi çapilîya destê xwe, rabû.
Di rabûnê da jî ber bi Kerem Begê mêze kir û got:
“Bi destûra cenabê te, dixwazim ji bo xulekî du xulekan derbikevim. Dixwazim seh bikim ka li derva rewş çi ye û qet çawa ye?..” Kerem Begê Qolaxasî, di erênîyê da serê xwe hejand û rê da wî.
***
Bayê eşqê li herkesî dixîne, lê herkesî nafirîne.
Navdarê Kurd, jiber tîna agir rabû û di rabûnê da jî çû kêleka xwe da zinarê li ber devê şikeftê, cixaraya ku ji Kerem Begê wergirtibû vêxist û biqasî qederekê guh da dengê şevê û bêdeng ma. Li vî çîyayî hîv, di ser girekî ra girtibû û ronahî dida. Zerayîyê dabû rûyê berfê û şewle dida. Çîya û banî kerr û lal, deng û seda nebû. Di wê mêzekirinê da hema bi carekê dergîstîya wî hat bîra wî. Ji alîyekî va cixareya ku di destê xwe da girtibû kişand û ji alîyekî va jî xwe bi xwe axifî.
Di axaftina xwe da jî wî wiha got:
“Lo, lawo!.. Law, Navdar!..
Ne dem ew dem û ne jî bihar ew bihar e. Jibîr neke ku tu di şer da yî. Ê de hela bibêje, ka îcar çi îşê te bi xem û xîyal û agirê evînê ketîye?.. Tu yekem here axa welatê xwe azad bike, axa welat!.. Tu here wê azad bike û paşê jî bila dor were evîna te. Dev jê berde û dem ne dema xem û xîyalên te ne! Qey haya te ji te nîne, Navdar!? Ma tu nizanî te bîranînên xwe di paşila wê da hişt, bîranînên ku lîme lîme peritî û ji xwe û hebûna xwe tu xêr û mirad nedîtibûn. Tu jî dizanî ku dilê tirsonek singê gewr nabîne, lê ne te jê pirsî û ne jî wê got…” Belê, xwe bi xwe axifî û di pey ra jî ji xem û xîyalên xwe yên bêmirad dûr bû.
Berîya ku jê dûr bibe jî xwe bi xwe kir miremir û wiha got:
Nesekine, zû were
zû were şev bihurî, li vî çîyayî
di biskên te da bihar û di dilê min da evîn
wek qedehek nîv tijî.
Ji şevan şevekê şermokî ye
dizanim yekem tu diçî û dûra jî hîv
çi ku ma be, ew dimîne
di sîya vî çapilîyê da dimîne evîna
min … û … te
Zêde li derva nema. Berê xwe da hundir, çû li cîyê xwe yê berê û li kêleka fermandarê dîlgirtî çok da erdê û rûnişt. Kerem Begê Zirkî, di tunebûna Navdarê leheng da çend pirsên xwe ji fermandarê dîl kiribû û bersiva wan pirsan jî hatibû dayîn. Qet tu şik nîne ku Kerem Beg, di warê sîyasetê da mirovekî têgehiştî û zana bû. Navê wî navekî giran bû. Ji maqûlîya wî ra gotin û hebin, na. Ew, berxikek ji berxên mala Mistefa Begê bû. Di bersivên xwe da Fermandar, ji wî ra qala çend navan kiribû. Kerem Beg, ne xerîbê wan navan bû. Berxê mala Mistefa Begê, li ser wan navan nesekinî.
Axifî û di axaftina xwe da wiha got:
“Dêmeg, bi eslê xwe tu Ermenî yî. Min qet bawer nedikir hûn ê rojekê bi hêzên Ûrisan ra berê xwe bidin vî welatî, werin û bi me ra şer bikin. Helbet, dizanim babet babetek kûr e. Lê dîsa jî bi kurtî dikarim bibêjim ku neyartîya me ji we ra nebûye. Em ne Romî ne ku ji we ra neyartîyê bikin. Ji 1908an bigire heta 1915an tekekilîya we û Itihat û Teraqî pir û pir xweş bû. Di navbeyna we da tu pirs û pirsgirêk nebû û derê we ji Talat, Enver û Cemal Paşa ra tim û timî vekirî bû. Di encamê da yên ku berê xwe dan we û li we kok anîn jî disa ew bi xwe bûn. Heke ku tu ji min bipirsî ez dibêjim ew sîyaseta ku we bi kar dianî sîyasetek şaş bû û di encamê da hûn bûn qurbana wê sîyaseta xwe. Heta ku meriv dost û neyarên xwe ji hev safî neke nikare hêvîyê bide, rê bigire û ji xwe ra pêşerojê ava bike…” Li ser hev kuxîya şûnda carek din vegerîya ser axaftinê.
Ji nav agir darek nîvşewitî hilda, pê cixareya xwe vêxist û wiha got:
“Çi bibêjim, fermandar. Di vî şerî giran û bêperwa da yên ku mal li me şewitandine hûn û Artêşa Ûris bi xwe ne. Itihat û Teraqî, Teşkîlat i Mahsusa, bi hev ra berê xwe dan we û we jî bi hêzên Ûrisan ra berê xwe dane me. Bi wê sîyaseta xwe ya şaş we hem mala xwe û hem jî we mala me şewitand. Îcar dibe meriv bi fesadîya Ûris, Fransiz û Îngilizan berê xwe bide cîranê xwe yê salan û bibe sedemek ji sedemên malwêranîyê?.. Meriv cîranê xwe yê qedîm naêşîne, lê mixabin we bi têra xwe êşand. Helbet, haya min ji gelek û gelekî bûyeran heye û nayê inkarkirin ez ê rabim û inkar bikim. Di navbeyna me û we da ne carekê, lê pir û pir caran qal û qir, pevçûn çêbûye û qewimîye. Nabêjim baş e, lê dibêjim xwezika bila qet rûneda. Ez ê werim vî şerî. Di vî şerî da wehşet, hovitî, bêbavî û tawanbarî hebû û hê jî ew êş û êşdarî berdewam e. Di vî şerî bêbav da fesadî û alikarîya dijmin hebû. Ne rewaye ku meriv bi fesadîya dewletên mezin rabe, were û heyfa komkujîya salên 1915an, di 1916an da ji me bistîne. Neyarê we ne em in, lêbelê Romî ne. Ger ku ji we hatîye hûn berê xwe bidin wan. Lê we çi kir? We jî berê xwe da me, êş û elem, derd û kul nema hûn ê nedin…” Fermandar, hem bêdeng û hem jî xemgîn bû. Aqûbet e, nedizanî ka ew ê çi bi serê wî were. Herwiha, gotinên Kerem Begê jî êdî ne wek yê berê bi merhamet bûn. Di axaftinên wî da êş û êşdarî hebûn.
Gotinên Kerem Begê berê xwe dabûn wî û bêhn li wî çikandibûn. Ê de te ku karîye tu were di sîya Navdarê Kurd da vê êşê, êşa ku li rewşa te bar bûye rabike û ji gotinên Kerem Begê jî ji xwe ra hêvîyê bidoşe. Mixabin, axaftinên wî sar û vê gavê ne bi ya dilê wî bûn. Di rewşa xwe da Fermandar, mirovekî bêçare bû. Li kêleka wî Navdarê Kurd rûniştîbû û carê carekê tilîya xwe ya nîşanekê dibir ser tetikê, dianî û dibir. Fermandarê reben, ka îcar dikarî jê ra çi bigota? Ew, Fermanderekî dîlgirtî bû. Rastîya wî rewşa wî ya xirab bi xwe bû.
Kerem Begê Qolaxasî, ji cixareya destê xwe firtek girt, kişand û yekem got:
“Belê û belê…”
Piştra li Fermandarê dîl vegerîya û got:
“Ê de meraq e, Fermandar. Min ji te nepirsî bû, lê ez ê niha ji te bipirsim. Bi eslê xwe tu kî yî û ji kû yî? Heke ku te xwastîye tu dikarî bersiva vê pirsê bidî. Lê dema ku te nexwastîye jî tu dikarî jê ra bêdeng bimînî û nebêjî…” Jê pirs kir û xwe da alîyekî. Pirs ku ji merîyan hatibe kirin meriv bêbersiv nahêle.
Ber bi Kerem Begê sere xwe rakir û yekem got:
“Belê, Mîrê min!..” Li pey vê gotinê jî gewrîya xwe paqij kir, hat ser axaftin û bersivê.
Bi dengekî nizm axifî û got:
“Navê min Xaço ye, Xaço Koçeryan. Bi eslê xwe ez ji Meletîyê me…” Kerem Beg, bi guhdarîya xwe bû û nedixwast bikeve navbeynê û axaftinên wî bibire. Navdarê Kurd, li cem Kerem Begê cixare nedikişand. Rabû û ji şikeftê derket. Bi çûyîna wî ruh hat Fermandar, beşera wi xweş û bala wî jî sivik bû.
Li Kerem Begê vegerîya û got:
“Mirê min!..” û sekinî. Dudilî bû. Bêqerar bû, Fermandar. Dixwast pirsa xwe ji Kerem Begê bike, lê… Gelo mafê wî û pirsan hebû? Ew, merivekî dîl bû. Pirs ji desthilatdaran û bersiv jî di piranîyê da ji bindestîyan dihat. Piştî demekê pirsa ku dixwast bike, kir.
Bi dengekî safî axifî û got:
“Mîrê min, bibexişîn in!.. Destûr ku hebûye dixwazim ji cenabê te pirsek bikim. Gelo cenabê te ji kîjan herêmê ye?” Yê wî ne zêde, lê hema wiha pirsek bû. Kerem Begê Zirkî, qederekê xwe bi xwe şêwirî.
Di pey ra jî axifî, bersiva pirsê da û got:
“Ez Kerem im, Keremê Qolaxasî. Ji min ra berxê mala Mistefa Beg jî dibêjin. Ez lawê Ehmed Begê me, Ehmedê Qolaxasî. Pirsên te ku hebûne tu dikarî ji min bikî…“ Pirs jî kin bûn û bersiv jî. Qala herêmê nekiribû. Kerem Begê Qolaxasî, çavên xwe li tirafa agir girt û xulekî du xulekan mêze kir. Di bersivê da wî qala Mistefa Begê kiribû. Ka îcar kî bû, Mistefa Beg? Mistefa Beg, li herêma Qereyazî û Xinûsê serokeşîrê Êla Zîrkan bû. Li Qiskanîyê bi cî bibû û dima. Di nav êl û eşîran da Mistefa Beg, xwedîyê navekî xas bû. Gundê Qiskanîyê, cîyê axa û begên Zîrkan bû. Ji alîyê bavê va Kerem Beg, nevîyê Mistefa Begê Zîrkî bû. Bi navê xwe bavê wî Ehmed bû û dayîka wî? Dayîka wî jî bi wî nav, sekn û esaleta xwe, Cewê bû. Di sir û sermayê da li ber agir rûniştibûn. Derengîya şevê bû. Li vî çîyayî ba û bagêr hebû. Li vî çîyayî sar û serma hebû, lê mixabin nan û av nebû, tî û birçî bûn.
Kerem Begê Qolaxasî, li fermandarê dîlgirtî vegerîya û got:
“Xaço Beg, rewşa me li ber çavan e. Tu jî wek me hem tî û hem jî birçî yî û xwarin?.. Mixabin nîne û nikarim tiştek bidime ber te. Hema tenê yek parvakirinek me heye û ew jî di helandinê da berf e, berfa sar û cemidî… Xwezika bila kerîyekî nanê me hebûya. Ger ku hebûya min bi te ra parva dikir, lê ez ê çi bikim ku nîne…” Pir derbas nebû Navdarê leheng jî hat. Xortekî esmer û tu heta bibêjî li ser xwe bû. Destên xwe vekir û li ber agirê gurr hat ser çokan. Pîçek xwe germ kir şûnda jî jiber agir kişîya, çû û li şûna xwe yê berê rûnişt. Li vî çîyayî û di vê şikeftê da her sê jî birçî bûn.
Di rewşek wiha da Fermandarê dîl, nedikarî bigota:
“Kerem Beg, ez li ber bextê te ketime! Camêro, ma tu nabînî ez hem tî û hem jî birçî me.
Ji cenabê te xwazîyek min heye. Çer dikî bike, ji me ra nan û av, nan û av!..” Di vî warî da êdî gotin nemabûn ku Kerem Beg, bike. Ger ku li mala Kerem Begê mêvan bûya îcar Kerem Begê Qolaxasî, nan û av nedida ber wî? Helbet, dida. Mêvanî ye û jê ra kar jî serjê dikir, berx û kavir jî. Mala wî mala xanedanan bû. Di malhebûna xwe da Kerem Beg, ne mirovekî hejar bû. Tu yê bibêjî bila di warê aborîyê da kêmasîyeke wî hebe, nebû. Derê mala wî ji her kesî ra vekirî bû. Herwiha, birayên wî Xakî, Nûsret û Saîd jî wek wî her bi comerdîya xwe bûn.
Evdal û Celal, kûrapên wî bûn. Hem mêr û hem jî camêr… Kerem Beg, zewicî bû. Navê xanima wî Hedê (Hedîye) û Hedê, dayîka sê qîzan bû; Muhtesim, Xêyrîye û Xanim. Ew, ji jinan jineka çê bû. Qet tu şik nîne ku di hezkirina mêrê xwe da tu qisûrek wê nedibû. Li wî gundî, li gundê Qiskanîyê ji wê ra nedigotin Hedîye, lê dema ku bang li wê dikirin jê ra digotin; Hedê. Hedê, ji Qereyazîyê û qîza Mûrad Axayê Dimilî bû. Mûrad Axa, li gundê Kose bi cî bibû û dima. Kerem Beg, niha li Çîyayê Qertewînê û di şer da bû û Hedê?.. Hedê jî, qet tu şik nîne ku bi hesreta wî bû. Belê, ew bi hesreta mêrê xwe û mêrê wê jî di şikeftekî tarî da hem bi dîlgirtîyekî ra bi axaftin û hem jî tî û birçî û bêxew bû. Şer e, dema ku meriv berê xwe bide û biçe sengeran her bi tevdîr û tedarîk e. Di rêvebirîya vî Fermandarî da desta çekdaran, berîya ku berê xwe bidin vî çîyayî û werin, bi xwe ra erzaq û sîleh anîbîn û di şikeftekî da bi cî kiribûn. Fermandar, tî û birçî bû. Heta niha ji Kerem Begê ra wî, qala tiştek wiha nekiribû.
Qalê nekiribû, jiber ku ne ji wî hatibû pirsîn û ne jî wî xwastibû bibêje. Heke ku ji wî bihata pirsîn, gelo ka îcar wî qalê dikir û digot yan na? Ger ku bigota jî ka îcar dikarî çi bigota!?. Ew, hem berpirsyar û hem jî rêvebir bû. Îcar wî dikarî raza leşkerîyê eşkere bikra!?. Cîyê tevlihevî û dubendîyê bû.
Xwe bi xwe axifî û got:
“Wîjdana min qet rê nade min ku ez ê cîyê erzaq û sîleh û teqemenîyan bidim dest. Jiber ku ez fermandar im. Lê ji alîyekî va jî em hem tî û hem jî birçî ne…”
Dûra li rûyê Kerem Begê mêze kir û di dilê xwe da wiha got:
“Mîrê min! Te camêrîya xwe nîşan da û niha jî dor hatîye min. Ji alîyê te va ne wek dîl, lê wek mêvanek ji mêvanan be, hatime pêşwazî kirin. Te destê min da vekirin û her çi ku hebûye bi min ra parva kir. Tu bi min ra axifî û te hêvî da min. Ger ku ji te nebûya di destê vî pêxwasî da niha helak bibûm. Li gel min xatirê te heye û xatirê te jî wek vî çîyayî, Çîyayê Qertewînê bilind û giran e…” Fermandar, di navbeyna wijdan û zagona leşkerîyê da çû û hat. Ne tenê di navbeyna wijdan û zagona leşkerîyê da, lê di navbeyna Navdar û Kerem Begê da jî çû û hat û wek çawa kevirek ji cîyê xwe bileqe, leqîya û di pey ra?.. Di pey ra jî gilêr bû, çû û li ber Kerem Begê sekinî.