فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

EWLADÊ   BISTANÊ   DÊKÎNE      

EWLADÊ   BISTANÊ   DÊKÎNE    

 

Hinara Tajdin / Helbestvan/ Ermenistan

Zerdeştî me, goran, soran, zaza me,
Êzdî, loran, gula berpala çîya me,

Kilama serbest her çar devera me,
Kanîya av sare zelal yekîtiyê me,

Niqitke xwîna egît, şehîda me,
Sehîd Riza, Dewrêş, Mîrze Zaza me,

Hêsira destana Memê, Zînê me,
Tîpek pênûsa Ehmedê Xanî me,

Axîn û nalîna Sîyabend-Xecê me,
Ez nifirçîyê li ewî gakûvî me,

Serhadî, Silêmanî, Dihokî me,
Dinîya derewîn re hewar, gazî me,

Dil bi xwîn birîndarim, Şengalî me,
Bi hêzim berxwedana Kobanî me,

Bûka rûbi xêlîye Efrînî me,
Çiqileke dareke zeytûnê me,

Her ro li benda rizgar kirinê me,
Benda dîlan, govenda kurmanca me,

Dengê Şero, Cizravî û Efo me,
Benda hina destê bûk û zavê me,

Benda dara miraza xemilî me,
Bûk û berbûka, siwuarê cirîda me,

Bîrnekin bira, em Kurdistanîne,
Em ewladên  ber bistanê dêkîne,

Me teva mêtîye ew şîrên tiberke,
Axa pîroz bo me temama heqe,

Bila dijmin neheqîya xwe me neke,
Destê qirêj ji qedera me veke,

Dayîk ber, pêsîra li ber me veke,
Şîn û girî îdî tû wextî neke,

Zîyan, zirarê dijminatî nedin me,
Nezêrînin, çev şil nekin daykên me,

Hovîtîya xwe ji qedera me berdin,
Em aza bin, ewan azar û derdan.