فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

ZIMANÊ ME

ZIMANÊ ME

Gohar Mamo/ Halbestvan/ Elmanya

Zimanê me şîrîn em hê zindî ne,
Bi hebûna te ve em zindî mane.
Ne zulm, ne koçberî, ne anfala
Êşa xwe ve me hê nehelandine.

Zimanê me em bi te ve hê hene.
Dewlemendî ya te ve serbilind
Çanda xwe de asta baş de ne,
Çimkî hebûna te pir kevnadare.

Em bêdewlet bûn, lê hebû ziman.
Em neşikestîne û em zindî mane,
Êş û azarên me ser ziman mane,
Nivîs, stranên me de hunandine.

Zimanê me em bi te ve dijîn, hene,
Bi te ve jîyan bi kurdî berdewame.
Kurdî ya me rastaqîn wê tim hebe-
Ev zimanê me weke şîrê dê helale.

Her çendîn jî em bê dewlet bûne,
Zimanê me şîrîn te per daye me.
Em te ve firîyane, nav hêvî mane,
Hêlîna xwe jî bi te ve germ kirne.