فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

ME ÇI KIRIYE?

ME ÇI KIRIYE?

Gohar Mamo/ Helbestvan/ Almanya

 

Me çi kiriye,me çi kiriye?
Ev ar-zarên zarokên me
Qet ji serê min dernayê,
Min dêşîne û mi dikuje.
Wan tifala, zarokên me
Serê çîyayê Şengala me
Pêxas û birçî bi hêsiran
Ji dayîka avê dixwestin-
Dayê em tîne, avê bide.
Dayka feqîr birîndar bû
Ji şûra xwînmijê dayîşa.
Ew bêşeref, bê namûsa
Xwîna dayîka dimêtan,
Ecêvê dunê jî hê ser de
Weka dêlagura nav ketî.
Ala xwe reş dihejandin-
Alah agbar bû devê wan,
Ew usa diparastin îslam.
Jin û keçên me êzîdiyan
Bi destdirêjî xwîn mêtan,
Wek ajalan serî jêdikirin
Û ser şûrê xwe dihejand.
Ax me qe çi dît û çi nedît
Nav wan kambaxa guran.
Dost û cîran jî nav guran
Xwîna şengaliyan rijand.
Ax çi zor bû ew komkujî
Ji bo malbetên êzîdyan,
Bo hemî kurd, Kurdistan.
Ez çi bêjim hey xwedêyo
Berî sed sala jî ev qeder
Te anî serê kal, bavê min
Êzdîyê bakûrê Kurdistan.
Ez jî bûm para Xerîbistan.
Me çi kiriye, me çi kiriye?