فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Helbest

Helbest

Gohar Mamo/Helbestvan/ elmanya

Tarî ya reş de tenê hîv bû,
Serê min ser sîngê te de,
Dengê dilê te ve mijûl bû.
Tê de sîmfonîa evîna me,
Lawaz tike-tika dilê te bû.
Tê bê ev duniya ya mi bû.
Te jî nav xewnek şîrîn de-
Evîna me dayîna xwedê e,
Keçê neçe, ezim nêçîra te,
Min bigire û qet bernede.
Van gotinên te xewnê de
Min hestîyar kir nîvê şevê.
Evîna para me sor gul bû-
Ez xewneke rastî de bûm,
Ji bêhna te qet têr nedibû.
Ew maçên te ser lêvê min
Zuha nebû, hingî xweș bû.
Vê duniya de ji evîna bi dil
Weke ava paqij û ava zelal,
Tu xweşî nîne ber dilê min.
Kêleka te bûm, hîv bes bû,
Hewcya stêrkên geş nîbû.
Nîvê şevê, nav bêdengî de
Eşqa dil û reqesa ruh bûn.
Qey kêleka te tenê nîbúm-
Tu, ez û şeva evîna me bû.
Ji ber pelên evîna te eşqe,
Ruhê me jî sivik, wek dîna
Nav bextewarî me difirîne.
Xweska ew şev dawî neba.
Tu nav xewnê, ez rastî de
Nav sîmfonîa evîna me de
Eşqa dilê me wunda neba.
Xwezî, xwezî û heft xwezî.