فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Bese parçebûn

Bese parçebûn

Emer ismayîl/ helbestvan/ danymark

 

Perçe perçe kir kirasê rengîn
Jevkirine tîş ev navê şêrîn
Her yek dibêjî rastim dilbirîn
Tev kirin parî kirasê rengîn

Perça jê dibin binavên mezin
Xwe dikin semyan berde dibezin
Gund û bajaran hemîya di gerin
Ji bo navê xwe benda çê dikin

Benda çê dikin karê berberî
Miletê hêja tev kirine kerî
Boça levdidin bê şerm û fedî
Mafê me kurda hiştin li berderî

Ev dara bilind çiqil jê birrîn
Birîn û birrîn bûne deh serî
Çiqilê hişkin wek termê mirî
Laşê hevdixin kezeb jê birrî

Vabûne deh tîş li vî parçê me
Govendek vale digerê li dora me
Em pêş na kevin bi vî rengê he
Xurêl û quncir tejî li ngê me

Kanîya zelal tu neke gerav
kurd jê vedixun tu neke çirav
Vê dibistanê rê bikin kulav
Têde bixwînin wek bira û bav

Biryê delal bese perçe bûn
Birayê hevin xwe ji hev neşûn
Li himber dijmin bi can û bi xwîn
Bi ser bilindî bêjin serxwebûn

Gotina qelew dema wê borî
Dema xebatê li ser kopê jorî
Bakî xweşe tê ji te neborî
Bi hevre rabin canê min gorî

Duhezar û sê xwşbû li me buhar
Rijêmên xwînmij mane bê sitar
Mirovên zordar li hev bûne mar
Ewrên reşborîn kurdistan buhar

Nebe duparçe nebe du raman
Vê buhara xweş tu bike nîşan
Îro tu tenê qet nayê pîvan Ev parçebûne yekitî derman

Bese parçebûn bese dubendî
Milet westîya ji vî karê genî
Kêfxweşe dijmin li te dikenî
Royê xwe sipîke bi xwe nekenî

Sitirya rakin bidin hev gula
Berdin roviya ji nava mala
Toleyê dijmin bixînin çala
Destê hev bigrin ji dost û hevala

Em hemî yekin dîrok û ziman
Navê me yeke li nava cîhan
Di vî çerxî de xwe bide nîşan
Li rojhiltê stêrê geş xuyan

Werin xebatê tevbikin dîlan
Li deryê rijêma hûn bikin halan
Dûrî xwe bikin dixsokê kurdan
Ev warê meye kurê kurdistan

Ez ezîya we hûn hiştine kor
ker û gêj mane nabînin li dor
Şerê hev dikin biwî çavê sor
Li ser çi milbê di xwazî herî jor

Li hevdo rûnin ser tiştê buha
Tiştê xil û xav bavên pişt guha
Wek sala hevtîyê herin wan ciha
Li rex Barzanî tev bidin guha

Li dora Barzanî bigrin çivatê
Rastbin bi hevre ji bo felatê
Tev xwe xilaskin ji vê kêferatê
Bi yek dil û can herin xebatê