فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

gul û gulav

gul û gulav

Simko botanî/ helbestvan/ hevler

gulav herdem ji gulê tê

evîndarî ji vînê tê

silavên te ji hestê tê

di mînim ez di eşqê de

di eşqa te dimînim ez

li te bidim tev mal û rez

di xwestinê dê bikim lez

da nemînim di xewnê de

di xewnê de ez nemînim

bi lez û bez te bi bînim

ji bona te har û dînim

da nemînim di hicrêde d

i hicrêde ez nemînim ji bona te

ez bi vînim bi ahîn û bi nalînim

ji ber kû yar wa di rêde

bi rêde yar ber û min tê

omîd û hêvî pêre tê

bilinde wey çiqa lê tê

cil û bergê li pejnê de

bejn û bala perî canê

şox û şenga kurdistanê

Eger simko ma jiyanê

tê bo mi bî ji vir pêde