فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

DEMA KU ….

DEMA KU ….

Ferhad Drê’î/ helbestvan/ Elemanya

 

Dema Ku navê te dixwînim

Yan  wêneyên te dibinim

Dilê min dibe tembûr

Gurcikên min dibin dengbêj

Û kezeba min dibe meyger

De îja ka kî dizane

Damarên min

Bi çi rengî têne givaştin ..

Têne dawerivandin .

Û de ka  kî dizane

Di meyxana hinavan de

Çi zarokên êş û xeman ez ditepînim

Û dilorînim

***

Dema ku navê te dixwînim

Yan wêneyên te dibînim

Çîvçîva çûka , dengê şalûla

Û fîxanên bilbilan

Di zengelolka min de

Li hev diterpilin

Bê ka kî berî kê

Ji tîbûna evîna min

Bifire û xwe bigihîne

Buhişta sîng û berên te

Bê ka kî berî kê

Rahêje nîşanên rûmeta cangoriyê

Di evîna te de

De îja ka kî wekî min

Wisa xwîn li laşê wî di tewire

Û de ka kî wekî min

Digirava eşqa tede wisa newq dibe

***

Dema ku navê te dixwînim

Yan wêneyên te dibînim

Germtirîn helbest

Di paxila temenê min sor dibe

E .. e

Dibe bizot û pêt ..Lêêê

Govend û dîlana agire

Bi çepk û lîlandin

Defa barandina hêsira

Li dar dixin ..Lêêê

De îja ka kî wekî min

Di evîna tede wisa  bê zar û ziman dibe

Û de ka kî wekî min

Di tenûra hezkirina te de

Nanê  ay  û axîna di pêje

 

14.05.2024