Bedewiya wêje
nehri gorani
Raz û kûraniya wateya di helbestê û çîrokê de zor giring e û çêjek taybat didê wa beşê wêje.
Bedew î ewe ku mirov kar be bigihîne wa wateya, yên di navbera tîpan de, kar bin wan quncikên nepend xuya bikin, roniyê bidêne.
Helbesta xwe bi xwe xuya dike , wateyên xwe aşkerene. Nayê jimartin ji beşê wêje, netê wateya ku peyvin bê wate derbasî deqê wêje bikin.
Divê peyv zelal û hêsan bin.
Ji derûna dilê mirov nêzîk be, xweş î û bedew î, xwêner li ber her hevokê, li ber her peyvekê, di navbera tîpan de mijûl be ta bigihîne hestên nivîskar. Ne tenê xweşiya razê di wêje daye.
raz di têkiliya navbera du vîndara, xweşiya evînê ewe, ew hest bimînin di navbera herdu vîndara de, cihê kesê sêyemîn tine be, rola kesî tine be, herdu vîndar hev binasin, peyvên evîn ji hev re bi kurtepistikin, hîna raza evînê dema bi çava bi peyvin, bi bêdengiyê, bi girinjîna têkildar bin, arezûyên xwe li hev parvekin, diyarî hevkin.
Ew têkilî di xewnên wan de bimîne, xewnê xwe bi hev bidomînin, xweş î ewe girêdanek zor giring di navbera razê û xweşiyê de heye wek tê zanîn , ger kesek ne cihê baweriyê be mirov raza xwe nadiyê, ger dostekî razek ji dostê xwe re derbirînkir tucar î ew raz ji devê wa dostê dilsoz nayê der.
Dibêjin: raza te ê bi min re here gorê.
Raz erikek ji mirovê dilsoz re, rêz ji wa razê re tê girtin û divê were parastin, ji ber ku ew raz mafê kesekî ye, ne gelemperî ye.
Di wêje de nemaze di helbestê û çîrokê de, kûraniya wateya, ciwan î û nirxê helbestê û çîrokê bilind dike.
Ji ber wê nivîskarê dewlemend berhema xwe bi sînorên hestên xwe dorpêç dike, ta her kes nikar be derbasî nav gulîstana wî yî wêjeyî bibe.
Tenê yên pispor û zan a û dilsoz di nav wa gulîstanê de seyranê bikin.
xwênerê zan a di destê wî de alavên û kilîtên vekirina deqên wêje yî hene.
Raz ew ne diyarîk ji esîman dibare.
Raz têkildarî bi mejî û zanên ve girêdayî ye.
Raz di deqê wêjeyî de nişkavê ava dike.
Neşkav ew mercek zor giring e di deqên bilind û taybat de.
Ger deqê wêje nişkav û raz têda nîne.ew zû dimire.
Dewlemendiya wêje di dirêja teme daye, ji ber ku raz û nişkav mîn tilî û hestên mirovin, çewa du tilî ne wek hevin.
Hestên rasteqîn yekane ne, du hest wek hev nînin, du deq wek hev çênabe hebin.
Deqên resen nasnama xwe taybat bi hestên nivîskar ve girêdayî ye.
Ji ber wê dîroka razê deqên wêje ji hev cuda dike û hestên bedew tên ṣopandin.
Nehrî Goranî