فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

WELATÊ MIN

WELATÊ MIN
simko botanî/ helbestvan / hewlêr

 

welatê min şirîne

dar û mêrg û kanîne

cihê geşt û seyrane

dêrik periya mine

 

deşt û zozan û avin

şax û çîmen li navin

kanî têde belavin

dêrik evîna mine

warê bab û bapîra

cihê camêr û mêra

li gunda û li şara

dêrik bajarê mine

şar û şaroçkên diyar

xemla wa nayê jimar

keyf û xweşî tim li da

r dêrik şahiya mine

gundewarê hêviya

li ber ava û li çiya

lê gerame bi piya

zixat landika mine

cihê vîn û vîndare

dilê simko bi are

ez evîndarê teme

dêrik dîroka mine