فیدراسیۆنی نووسەرانی کوردستان دیاسپۆرا

Name

Name
Simko botanî
Hêlmek xweya ji pencerê
çi bînek xweş jê hat derê
weke bîna gulavê yan
sosin û nêrgizên berê
min xwest bibînim ew çiye
li ser pencerê daniye
nameyeke lê girtiye
bihna gula jê di fûrê
min pir dixwest kû ez vekim
naveroka wê meyzekim
xwedyê namê ez nas bikim
xweyakir nama dîlberê
naveroka wê xweyakir
eşq û vîna wê diyarkir
mest kirim hesta li bakir
ji ber eşqa gulî zerê
xwezî hêvî bi cî bana
vîn û eşq her li hev bana
dîtin şûna nameya ban
wek evîna me ya berê